Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Amedsporê di hefteya 10an a Lîga Super a Trendyolê de dê bibe mazûvana Eyupsporê.
Tîma kesk û sor amadehiyên xwe yên ji bo vê maçê li Tesîsên Şehmus Ozer didomîne.
Rahênana tîmê di bin çavdêriya rahêner Besnik Hasi de bi liv û tevgerên xwegermkirinê dest pê kir.
Lîstikvanan pişt re bi bezê rahênana xwe berdewam kir.
Amedspor dê amadehiyên xwe sibe bi dawî bike.
Maç dê roja yekşemê demjimêr 13:30î li Amedê were lîstin.




