Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê cara yekem e maratoneke girseyî ya bezê tê lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Saziya Henanê ve tê lidarxistin.
Her wiha Tîma Werzişî ya Efrînê jî alîkariya wê dike.
Çalakî dê di bin çavdêriya Birêvebiriya Werziş û Ciwanan a Helebê de be.
Maraton dê roja înê (13ê Çiriya Paşîn) bi dirûşma "Tenduristî me digihîne hev" were lidarxistin.
Birêvebirê Maratona Efrînê Leheng Hemo bû mêhvanê bultena Rûdawê û diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku xelkê navçeyê ji bo werzişê teşwîq bikin.
Wî anî zimên ku ew dixwazin hemû pêkhate, temen û çînên civakê di rojeke werzişî û hevgirtî de bînin cem hev.
Di nav baxçeyên zeytûnan re derbas dibe
Leheng Hemo li ser hûrgiliyên teknîkî û rêgeha maratonê jî diyar kir ku dirêjiya bezê 3,5 kîlometre ye û got:
"Maraton dê ji gundê Keferşîlê yê nêzîkî Efrînê dest pê bike û di nava baxçeyên xweşik ên zeytûnan re derbas bibe da ku beşdar ji xwezaya herêmê kêfê wergirin.
Maraton dê li stadyuma şaredariya Efrînê bi dawî bibe."
Roja înê demjimêr 07:00ê sibehê beşdar dê li kluba Efrînê kom bibin.
Demjimêr 09:30î dê pêşbirk dest pê bike û nîvroya heman rojê dê bi merasîma xelatkirinê bi dawî bibe.
Beşdariyeke zêde ya jin û pîran
Birêvebirê maratonê li ser asta beşdariyê eşkere kir ku wan plan kiriye nêzîkî 1000 werzişvan beşdar bibin.
Wî da zanîn ku ji ber pêşwaziya germ heta niha zêdetirî 300 kesan navên xwe tomar kiriye û ew çaverê dikin ku hejmar ji hezar kesî jî derbas bibe.
Hemo da zanîn ku beşdarî ji bo jin û mêran e û got:
"Rêjeya herî zêde ya kesên ku navên xwe tomar kirine jin in. Her wiha beşdariyeke berbiçav a kesên temenmezin jî heye ku temenê wan di navbera 60 û 65 salî de ye."
Ji bo tomarkirina navan 3 navend hatine diyarkirin û ew dê heta 5ê Çiriya Paşîn vekirî bin.
Ew navend Ofîsa Saziya Henanê ya li ser rêya Keferşîlê, Tîma Werzişî ya Efrînê ya li stadyumê û Kafe Flamingoya li ser rêya Racoyê ne.
Kafe Flamingo bi taybetî ji bo tomarkirina jinan hatiye veqetandin.
Kategorî, xelat û rêkarên ewlehiyê
Maraton ji 8 kategoriyên temenî pêk tê ku ji temenê 14 salî dest pê dike heta ser 40 salî.
Dê bi giştî 24 kes bi xelatên curbicur werin xelatkirin.
Birêvebiriya maratonê her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya rêgehê, kontrolkirina trafîkê û rewşên lezgîn ên tenduristiyê tedbîr hatine standin.
Di vî warî de bi polîsên trafîkê, tîmên hawarçûnê û hêzên ewlehiyê re hevahengiyeke temam hatiye kirin da ku çalakî bi serkeftî û di nava aramiyê de bi rê ve biçe.



