Hewlêr (Rûdaw) - Koma Alîgirên Amedsporê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji ber pirsgirêkên darayî yên tîmê û nebûna piştgiriyê, ew nikarin ji bo maça Samsunsporê geşteke bi komî organîze bikin.
Alîgiran diyar kir ku ji ber van mercan hejmara otobûsan têra çûna deplasmanê nake.
Di daxuyaniya hevpar a alîgiran de hat destnîşankirin ku nezelaliya derbarê vê geştê heta xulekên dawî berdewam kiriye.
Hat diyarkirin ku mercên heyî derfetê nade plansaziyeke baş were kirin û ji ber vê yekê biryar hatiye girtin ku ji bo deplasmana Samsunê organîzasyoneke bi komî neyê çêkirin.
'Em dê di her rewşê de piştgiriya tîma xwe bikin'
Koma Alîgiran di peyama xwe ya ji bo alîgirên Amedsporê de bal kişand ser nirxê tîmê û got ku Amedspor nûnertiya ked, fedakarî û têkoşînê dike.
Alîgiran diyar kir ku ew dê di her rewşê de piştgiriya tîma xwe bikin û bawer dikin ku Amedspor dê li hemberî Samsunsporê bi ser bikeve.
Armanc serkeftin û lîderbûn e
Amedspor, di hefteya 9emîn a Lîga Super de, 24ê Çiriya Pêşîn (Şemî) demjimêr 19:00an li deplasmanê li hemberî Samsunsporê dakeve qadê.
Amedspora ku di 8 hefteyên borî de 17 puan kom kirine, piştî Galatasarayê di rêza duyemîn a lîgê de cih digire.
Eger Amedspor li Samsunê bi ser bikeve, dê bi awayekî demkî dîsa bibe lîderê lîgê. Ev lîderbûn, li gorî encama maça mezin a navbera Galatasaray û Fenerbahçeyê ya roja duşemê, dikare bibe daîmî jî.




