Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê eleqe û piştgiriya ji bo Amedsporê her ku diçe zêdetir dibe.
Di şîveke taybet de ya ku li Londonê hat lidarxistin, formayên Amedsporê yên bi navên wan hatine çapkirin pêşkêşî 2 siyasetmedarên navdar ên Brîtanyayê David Lammy û Angela Raynerê hatin kirin.
Endamê Meclisa Şaredariya Lambethê ya Londonê Îbrahîm Doguş di vê şîvê de formayekî Amedsporê da David Lammy.
David Lammy Parlamenterê Tottenhamê ye û di siyaseta Brîtanyayê de xwedî roleke berbiçav e.
Her wiha Parlamentera Brîtanyayê ya bi eslê xwe Kurd Feryal Clarkê jî formayekî Amedsporê pêşkêşî Angela Raynerê kir.
Angela Rayner Endama Kabîneya Hikûmeta Brîtanyayê û Wezîra Xanî û Civakan e.
Di vê hevdîtinê de li ser dîroka Amedsporê, têkoşîna wê ya werzişî, serkeftinên dawî û girseya alîgirên wê ya li Ewropayê agahî ji Lammy û Raynerê re hatin dayîn.
"Amedspor li qada navneteweyî tê naskirin"
Feryal Clarkê serkeftin ji Amedsporê re xwest û da zanîn ku tîm ji aliyê civakên li Brîtanyayê ve ji nêzîk ve tê şopandin.
Clarkê anî zimên ku bi taybetî di nava civaka Kurdan de eleqeya ji bo Amedsporê her ku diçe zêdetir dibe û serkeftinên tîmê bi kelecaneke mezin tên pêşwazîkirin.
Îbrahîm Doguş jî bal kişand ser rola Amedsporê û diyar kir ku Amedspor ne tenê bi serkeftinên xwe yên li qadê, her wiha bi nirxên ku temsîl dike û bi hêza xwe ya yekgirtinê li qada navneteweyî her ku diçe zêdetir deng vedide.
Eleqeya li Brîtanyayê
Pêşkêşkirina van formayan nîşaneyeke nû ya belavbûna navê Amedsporê ya li Brîtanyayê ye.
Beriya niha Îbrahîm Doguş formayekî Amedsporê dabû Serokê Meclisa Avamê ya Brîtanyayê Sir Lindsay Hoyle jî.
Her wiha Endamê Meclisa Lordan Lord Maurice Glasman jî formayê Amedsporê li xwe kiribû û wêneyê xwe parve kiribû.
Bi van gavan re tê dîtin ku nav û nasnameya Amedsporê di nav siyasetmedarên Brîtanyayê de zêdetir berbiçav dibe.




