Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga 1emîn a TFFyê de Batman Petrolspor li deplasmanê bû mêhvana Bodrum FKyê.
Batman Petrolspora ku li lîgê pêşeng e û hewla şampiyontiyê dide bi ferqeke mezin têk çû.
Di hefteya 7an a Lîga 1emîn a TFFyê de her du tîm hatin pêşberî hev.
Tîma Êlihê di 6 maçên ewil ên lîgê de 5 serkeftin û wekheviyek bi dest xistibû.
Lê seriya wê ya biserketinê li Bodrumê bi dawî bû.
4 gol xwarin
Bodrum FK di xuleka 32yan de bi gola Vincent Aboubakar 1-0 ket pêş.
Fernando Andrade di xuleka 45+3yan de ferq derxist 2yan û nîvê yekem wisa bi dawî bû.
Ege Bîlsel di destpêka nîvê duyem de xuleka 48an golek avêt û maç kir 3-0.
Lîstikvanê Bodrum FKyê Andrade xuleka 65an careke din gog şand nav toran û maç bi encama 4-0 bi dawî bû.
Kursiya lîdertiyê di xetereyê de ye
Batman Petrolspor bi vê encamê re di 16 puanan de ma.
Her wiha tîma Êlihê têkçûna xwe ya yekem a sezonê jî dît û kursiya wê ya lîdertiyê ket xetereyê.




