Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 5an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de Mardin 1969 Spor di maça deplasmanê de li hemberî Ekenler Beton Sivassporê 2-2 wekhev ma.
Di hefteya 5an a Lîga 1em a Tirkiyeyê de her du tîmên Bakurê Kurdistanê Sivasspor û Mardin 1969 Spor li Stadyuma Sêwazê hatin pêşberî hev.
Mardin 1969 Sporê xuleka 35an bi gola Tonio Teklic 1-0 da pêş
Tîma mêhvan di xulekên zêdekirî yên nîvê yekem de ferq derxist 2yan.
Olarenwaju Ayobami Kayode xuleka 45+1ê tor hejandin û tîma Mêrdînê bi serkeftina 2-0î derbasî bêhnvedana nîvê maçê bû.
Sivasspor di nîvê duyem de vegeriya maçê
Tîma mazûvan Sivassporê di nîvê duyem de bi golên Rey Aldo Manaj wekhevî bi dest xist.
Manaj xuleka 62yan bi gola ji penaltiyê ferq daxist 1ê.
Manaj xuleka 71ê careke din derket ser dikê û skor kir 2-2.
Ji ber ku di xulekên mayî de ti gol nehat tomarkirin, maça ku Mardin 1969 Spor 2-0 li pêş bû bi encama 2-2yan bi dawî bû û her du tîman puan parve kirin.
Mardin 1969 Sporê bi encamê bi 9 puanan di rêza 4an de cih girt.




