Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolsporê li deplasmanê 2-0 zora Vansporê bir û lîdertiya xwe berdewam kir.
Di hefteya 5an a Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de her du tîmên Bakurê Kurdistanê Vanspor û Batman Petrolspor hatin pêşberî hev.
Maç ji ber rewşa stadyuma Vansporê li Stadyuma Akhisarê ya hat lîstin.
Di beşa yekem a maçê de du lêdanên Vansporê li dîrekê ketin.
Batman Petrolspora ku li pey golê digeriya, dawiya nîvê yekem gihîşt armanca xwe.
Matheus Doria xuleka 45an bi lêdaneke serbest tîma xwe 1-0 xist pêş.
Pedrinho encama maçê kir du
Batman Petrolsporê nîvê yekem 1-0 li pêş qedand û di nîvê duyem de jî avantaja xwe parast.
Lîstikvanê Êlihê Pedrinho di xulekên zêdekirî yên maçê de (90+3) derket ser dikê, tor hejandin û skor kir 2-0.
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin avêtin û Batman Petrolsporê bi vê serkeftinê 3 puan xistin berîka xwe.
Batman Petrolsporê lîdertiya xwe domand
Batman Petrolsporê piştî vê serkeftinê di 5 maçên lîgê de gihîşt 4 serkeftin û wekheviyekê.
Tîma sor û spî heta niha qet têk neçûye, puanên xwe derxistin 13an û lîdertiya xwe ya li lîgê domand.
Vanspor jî bi 4 puanan daket rêza 14an.
Reqîbê bê Fatih Karagumruk e
Lîdera lîgê Batman Petrolspor ku ji deplasmana Vansporê bi serkeftî vegeriya, niha çavên xwe berdane maça hefteya bê.
Tîma sor û spî dê di hefteya bê ya Lîga 1emîn de li Êlihê mazûvaniya Fatih Karagumrukê bike.
Li aliyê din, Vanspor jî dê hefteya bê bi Muglasporê re bilîze.




