Hewlêr (Rûdaw) - Dest bi firotina bilêtên lîstika Kocaeli-Amedsporê hat kirin.
Amedspor piştî serkeftina li pêşberî Erzurumsporê amadehiyên xwe yên ji bo lîstika Kocaelîsporê didomîne.
Lîstik dê roja duşemê (24ê Tebaxê) demjimêr 21:30î bê lîstin û firotina bilêtan jî dest pê kir.
Amedspora ku bi 3 puanan dest bi Lîga Super kir, piştî rojek bêhnvedanê bi serkêşiya rahêner Besnik Hasi dest bi antrenmanên vê lîstika girîng kir.
Kocaelîsporê jî ragihand ku dê firotina bilêtên taybet ên ji bo alîgirên Amedsporê, 19ê Tebaxê (çarşemê) demjimêr 11:00an dest pê bike.
Li gorî daxuyaniyê, bihayên bilêtan li gorî trîbunan wiha ne:
• Premium: 4000
• Gold (Zêr): 3500
• Klasîk VIP: 3000
• Rojava Jor VIP: 2500
• Rojhilat Jêr: 1000
• Rojhilat Jor: 750
• Başûr Jêr: 500
• Başûr Jor: 400
• Bakur Jêr: 500
• Bakur Jor: 400
Amedsporê di maça xwe ya yekem a Lîga Super de 3-0 zora Erzurumsporê biribû û niha di lîgê de yekem e.

.jpg&w=3840&q=75)

