Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) piştî maça Eyupsporê ceza dan Amedsporê.
Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ji ber bûyerên nav qadê û valanehiştina pêpelûkan bi giştî 780 hezar lîre (nêzîkî 15,500 dolaran) cezayê pereyan da Amedsporê.
PFDK her wiha li lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet jî 3 maçan ceza û 200 hezar lîre cezayê pereyan birî.
Qertên biletên elektronîk ên hinek alîgiran jî hatin blokekirin.
Ji bo Samuel Ballet 3 maç ceza û 200 hezar lîre
Ballet, beriya ku ji lîstikê bê derxistin li hemberî lîstikvanê tîma reqîb tevgerek kiribû.
Ji ber vê yekê ji 3 maçan hat menkirin û 100 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn.
Yekser piştî wê, ji ber tevgerên wî yên li dijî werzişvaniyê yên piştî derxistinê, 100 hezar lîreyên din jî ceza girt.
Bi vî awayî cezayê Ballet gihişt 200 hezar lîreyî.
780 hezar lîre cezayê pereyan ji bo Amedsporê
PFDKyê, ji ber valanehiştina cihê pêpelûkan 500 hezar lîre cezayê pereyan da Amedsporê.
Ji ber bûyerên qadê yên ku alîgir bûn sedem jî 280 hezar lîre cezayê pereyan li tîmê hat birîn.
Bilet hatin blokekirin
Qertên biletên elektronîk ên temaşevanên li bloka hejmar 130î ya Trîbuna Jêr a Rojhilatê jî hatin blokekirin. Ev alîgir tevlî bûyerên qadê bûbûn.
Alîgirên li vê blokê dê nikaribin maça bê ya ku Amedspor mazûvan e li trîbunê bişopînin.
PFDKyê ji ber ku di maça Amedspor û Konyasporê de valahiyên pêpelûkan ên li stadyumê vala nehatibûn hiştin, 350 hezar lîreyên Tirk (nêzikî 7 hezar dolaran) ceza li Amedsporê birîbû.




