Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren li Enqereyê çû cem Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.
Di hevdîtinê de, Nahît Eren formaya Amedsporê diyarî Recep Tayyîp Erdogan kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê birêvebir, rahêner û lîstikvanên wan tîmên futbolê qebûl kirin ku derbasî Lîga Super bûne.
Di nava şandeyên mêvan de birêvebiriya Amedsporê jî cih girt.
Di merasîmê de Serokê Amedsporê Nahît Eren û çend berpirsên tîmê amade bûn.
Nahît Eren û şandeya Amedsporê di serdanê de, formaya Amedsporê ya bi rengên kesk, sor û zer wekî diyarî pêşkêşî Erdogan kir.
Amedsporê serdema borî serkeftineke dîrokî bi dest xistibû û derbasî Lîga Super a Tirkiyeyê bûbû.

.jpg&w=3840&q=75)


