Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ragihand ku ew dê roja yekşemê bi Wezîrê Werzişê Osman Aşkin Bak re herin ber maça Amedsporê.
Mustafa Çîftçî diyar kir ku ew dê bi Osman Aşkin Bak re li maça Amedspor û Erzurumsporê temaşe bikin.
Amedspor dê di dîroka xwe de cara yekem di Lîga Super de bilîze.
Amadehiyên Amedsporê yên ji bo maça Erzurumsporê didomin.
Maça yekem a sezonê dê êvara yekşemê were lîstin.
"Em dê li maça Amedsporê temaşe bikin"
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî beşdarî bernameyeke NTVyê bû.
Mustafa Çîftçî beriya maça Amedspor û Erzurumsporê got:
"Sibe maçên Lîga Super dest pê dikin. Li Amedê maça Amedspor û Erzurumsporê heye. Em di wê baweriyê de ne ku eger ev maç û maçên din bi awayekî baş werin birêvebirin, dê xizmeta armanca 'Tirkiyeyeke bêteror' bikin.
Me di vê çarçoveyê de bi Wezîrê Werzişê re biryar da. Em difikirin ku em bi hev re herin maça pêşî.
Em dê bi Birêz Osman Aşkin Bak re li maça Amedsporê temaşe bikin. Em dê li wê derê peyamên yekîtî û bihevretiyê bidin."




