Hewlêr (Rûdaw) - Fransa (Dîk ) û Spanya (Ga) di Kupaya Cîhanê ya 2026an de û ji bo fînalê hatin pêşberî hev. Ga 2-0 bi ser ket û berê Dîk da lîsê wî.
Maç li Stadyuma Dallasê ya bi kapasîteya 70 hezar kesî hat lîstin û hakemê Slovakyayî Ivan Barton li pîpîkê da.
Spanyayê xuleka 22yan a maçê penaltiyek stand. Mikel Oyarzabal gog şand nava toran û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû û Spanya bi dilekî xwe çû jûra cilguhertinê.
Dani Olmo xuleka 58an pasa Pedro Porro wergirt û gog şand toran û encam kir 2-0.
Dîkê ku hema bêja favoriya piraniya futbolhezan bû û hesab ji kesî nedikirin li lîsê xwe vegeriya û Ga jî navê xwe li fînalê nivîsand.
Spanya dê di fînalê de li hemberî serkeftiyê maça Arjantîn û Îngilistanê bilîze û ji niha ve çavên xwe sohr kirine.

.jpg&w=3840&q=75)


