Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya ku di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîze û tîma Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê dê maçeke amadehiyê bikin.
Çakvaniyên ji tîma Zaxoyê ji Rûdawê re piştrast kir ku ew dê li gel Amedsporê maçeke amadehiyê bikin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, her du tîm dê 31ê Tîrmehê li bajarê Burdurê yê Tirkiyeyê werin pêşberî hev.
Tê çaverêkirin ku rahênerê Amedsporê Besnik Hasi di vê maçê de asta lîstikvanên nû û rewşa fîzîkî ya tîmê ji nêzîk ve bişopîne.
Hasi dixwaze berî destpêkirina lîgê kêmasiyên tîmê bibîne û lîstikvanan amade bike.
Tê pêşbînîkirin ku agahiyên li ser saeta maçê û bê ma “dê ji bo alîgir û çapemeniyê vekirî be yan na” di rojên pêşiya me de ji aliyê her du tîman ve werin eşkerekirin.
Amedspor niha li bajarê Burdurê di kampê de ye û amadehiyên xwe yên ji bo sezona nû didomîne.
Amedspor dê îsal di Lîga Super de bilîze û di serî de rahêner Besnik Hasi, gelek transfer kirine.




