Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Mûbîn Ezîmî di Şampiyoniya Pêlewaniyê ya Cîhanê ya li Amerîkayê de madalyaya bronz stand.
Mihemed Mûbîn Ezîmî di beşa 97 kîlogramî de madalyaya bronz a Şampiyoniya Pêlewaniyê ya Cîhanê ya ji bo temenê bin 23 saliyê wergirt.
Li bajarê Las Vegasê yê Amerîkayê îro pêşbirkên fînalê û yên diyarkirina rêza sêyem hatin lidarxistin.
Ev pêşbirk ji bo beşên 57, 65, 70, 79 û 97 kîlogramî yên Şampiyoniya Pêlewaniya Azad a Cîhanê ya temenê bin 23 saliyê bûn.
Pêlewanê Kurd zora rikebirên xwe bir
Mihemed Mûbîn Ezîmî yê ku xelkê Seqizê ye di beşa 97 kîlogramî de derket ser doşekê.
Ew di lîstika xwe ya yekem de li hemberî Aliyêvê ji Azerbeycanê bi encama 8-0 bi ser ket.
Mihemed Mûbîn Ezîmî di qonaxa duyem de jî bi encama 9-5 zora Poyonovê Ozbekistanî bir û gihîşt çaryeka fînalê.
Werzişvanê Kurd di çaryeka fînalê de rûbirûyî Rifat Eren Gidakê ji Tirkiyeyê bû û wî karî bi encama 6-1 zora reqîbê xwe bibe û derbasî nîvfînala şampiyoniyê bibe.
Têkçûna di nîvfînalê de
Ezîmî di nîvfînalê de bi encama 14-9 li hemberî Xaniyêvê Rûsyayî têk çû û nekarî derbasî fînalê bibe.
Ji ber vê yekê, wî berê xwe da pêşbirka diyarkirina rêza sêyem.
Mihemed Mûbîn Ezîmî di pêşbirka ji bo rêza sêyem û bidestxistina madalyaya bronz de asteke gelekî baş nîşan da.
Wî karî bi encama 10-0 zora Sîmonyanê Ermenî bibe û madalyaya bronz a şampiyoniyê wergirt.
Serkeftinên wî yên berê
Mihemed Mûbîn Ezîmî berê jî gelek serkeftinên navneteweyî stand.
Ji serkeftinên herî diyar ên Mûbîn Ezîmî, bidestxistina madalyaya zêr a Şampiyoniya Ciwanan a Cîhanê bû ku sala 2023yan li Urdinê standibû.
Her wiha wî madalyaya zêr a Şampiyoniya Cîhanê ya ji bo temenê bin 23 saliyê ya li Sirbistanê û madalyaya bronz a Şampiyoniya Pêlewaniyê ya Asyayê sala 2025an standibû.




.jpg&w=3840&q=75)