Hewlêr (Rûdaw) - Maçên qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an bi dawî bûn. Piştî van maçan tîmên ku derbasî çaryeka fînalê bûn diyar bûn.
Di Kupaya Cîhanê ya 2026an a ku bi mazûvaniya hevpar a Amerîka, Meksîka û Kanadayê tê lidarxistin de maçên koman û yên qonaxa 32yan û 16an qediyan.
Tîmên ku derbasî çaryeka fînalê bûne
Bi vî awayî her 8 tîmên ku mane diyar bûn. Tîmên ku dê di çaryeka fînalê de werin pêşberî hev ev in:
Fransa-Mexrib
Spanya-Belçîka
Norwec-Îngilistan
Arjantîn-Swîsre
Maça pêşî: Fransa û Mexrib
Di vê qonaxê de maça yekem dê di navbera Fransa û Mexribê de were lîstin. Ev maç sibe were lîstin.
Maç li Stadyuma Bostonê ye û hekem Facundo Tello ye.
Her du tîm çawa gihîştin vê astê?
Fransa di Koma Iyê de bi 9 puanan bûbû lîder. Fransayê di qonaxa 32yan de Swêd 3-0 û di qonaxa 16an de jî Paraguay 1-0 têk bir û cihê xwe di nav 8 tîmên dawî de girt.
Mexribê jî Koma Cyê bi 7 puanan di rêza duyem de xelas kiribû. Mexribê di qonaxa 32yan de Holenda di penaltiyan de 3-2 têk bir, di qonaxa 16an de jî Kanada 3-0 derbas kir.
Rovanşeke dîrokî
Her du tîm berê di nîvfînala Kupaya Cîhanê ya 2022yan a Qeterê de jî hatibûn pêşberî hev. Wê demê Mexrib reqîbê xwe 2-0 têk biribû û bilêta fînalê standibû.
Fransa bi lîstikvanên wekî Kylian Mbappe, Ousmane Dembele, Michael Olise û Bradley Barcola xwedî xeteke êrişê ya metirsîdar e. Mbappe û Dembele heta niha 11 gol kirine.
Li hêla din, li ser rewşa lîstikvanê Fransayê Aurelien Tchouameni û êrişberê Mexribê Ismael Saibari guman hene lewra her du lîstikvan jî seqet in.




