Hewlêr (Rûdaw) - Di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, Mexribê 3-0 zora Kanadayê bir û derket çaryeka fînalê.
Kanada û Mexrib, li Stadyuma NRGyê ya ku li bajarê Houstonê yê eyaleta Teksasê ya Amerîkayê ye hatin pêşberî hev.
Di Kupaya Cîhanê ya 2026an de qonaxa 32yan bi dawî bû.
Maça yekem a qonaxa 16an di navbera Kanada û Mexrîbê de hat lîstin.
Nîvê yekem ê maçê bê gol bi dawî bû.
Mexrîbê di nîvê yekem de nekarî xwe bigihîne qeleya hevrikê xwe lê di nîvê duyem de 3 gol dîtin.
3 gol di nîvê duyem de hatin
Lîstikvanê 26 salî yê Mexribê Ounahi xulekên 50 û 82yan de, Rahimi jî di xuleka 90+8an de gok şand torên Kanadayê.
Reqîbê Mexribê yê li çaryeka fînalê dê bibe serkeftiyê maça Paraguay û Fransayê.
Maça çaryeka fînalê dê 9ê Tîrmehê bê lîstin.
Xewna Mexribê ya li Kupaya Cîhanê didome
Di qonaxa 32yan a Kupaya Cîhanê de Mexribê piştî lêdanên penaltiyê bi 3-2yan zora Holendayê biribû û derbasî qonaxa 16an bûbû.
Mexribê ya ku di Kupaya Cîhanê ya sala 2022yan a li Qatarê de derketibû nîv-fînalê, di sala 2026an de jî bi performansa xwe ya serkeftî balê dikişîne.
Tîma Mexribê sala 2022yan piştî ku li hemberî Xirvatistanê têk çûbû Kupa di rêza 4an de qedandibû.
Mexribê di Kupaya Cîhanê ya sala 2026an de pêşî li gel Brezîlyayê 1-1 wekhev ma.
Paşê Skoçyayê bi 1-0yan û Haitiyê jî bi 4-2yan têk bir û bi 7 puanan derbasî qonaxa 32yan bû.
Mexribê di qonaxa hilbijartinê ya Kupaya Cîhanê ya Afrîkayê de di her 8 maçên xwe de bi ser ketibûn û bêyî ku têk biçe koma xwe qedandibû.



.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)