Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Portugalê piştî serkeftineke dramatîk a bi 2-1ê ya li hemberî Xirwatistanê, gihîştina xwe ya qonaxa 16an a Kupaya Cîhanê misoger kir.
Maça ku li Stadyuma Torontoyê hat lîstin, yek ji maçên herî balkêş ên turnuvayê bû.
Di maçê de pergala VARê 3 gol betal kirin û zêdetirî 17 xulekan dema zêdekirî hat lîstin.
Ev maç wekî lûtkeya Kupaya Cîhanê hat binavkirin ji ber ku 2 efsaneyên futbolê Cristiano Ronaldo û Luka Modric tê de beşdar bûn.
Her du lîstikvanan zêdetirî 200 maçên navneteweyî lîstine.
Berî destpêkirina maçê hembêzkirina van her du hevalên berê yên Real Madridê bal kişand.
Ronaldo dîsa mohra xwe lê xist
Di nîvê yekem de gol nehatin avêtin lê di nîvê duyem de û di xuleka 53yan de, Ivan Perisic bi pasa Jozep Stanisic gola pêşketinê ya Xirwatistanê avêt.
Piştî ku goleke Cristiano Ronaldo ji ber ofsaytê hat betalkirin, Portugalê zexta xwe zêde kir.
Di xuleka 68an de hakem piştî vegera li teknolojiya VARê penalti da Portugalê.
Ronaldo penalti bi serkeftî avêt û encam kir 1-1.
Ev gola Ronaldo ya sêyem a di Kupaya Cîhanê ya 2026an de bû.
Her wiha ev di dîroka 6 beşdariyên wî yên Kupaya Cîhanê de gola wî ya yekem a di qonaxên piştî koman de bû.
Gola serkeftinê di dema zêdekirî de hat
Gonçalo Ramosê ku piştî çend xulekan ketibû maçê, di xuleka 90+4an de bi serê xwe gola duyem û ya serkeftinê ya Portugalê avêt.
Drama piştî golê jî domand. Di xuleka 13an a dema zêdekirî de, Gvardiol gola wekheviyê ya Xirwatistanê avêt lê VARê ev gol ji ber ofsaytê betal kir.
Bi vê serkeftinê, Portugal dê di qonaxa 16an de bi Spanyayê bilîze.
Ev maç dê bibe ducarekirina fînala Lîga Neteweyên Ewropayê ya sala 2025an.
Spanyayê Awisturya perîşan kir
Tora Awisturyayê li ber êrişên Spanyayê xwe ranegirt û bi 3 golan hat hejandin.
Matadoran bi vê performansa xwe nîşan da ku ew ji bo şampiyoniyê hatine û bi baweriyeke mezin gihîştin qonaxa 16an.
Spanya ji destpêka maçê ve serdest bû lê heta xuleka 26an ti metirsiyên cidî çênekirin.
Di wê xulekê de Marc Cucurella goleke xweşik avêt lê ji ber rûbirûbûna bi qelevanê Awisturyayê re hat betalkirin.
Oyarzabal bû stêrkê maçê
Pişt re Oyarzabal gola yekem a Spanyayê avêt.
Di nîvê duyem de jî Spanyayê zexta xwe domand û Pedro Porro bi serê xwe gola duyem avêt.
Du xulek berî xelasbûna dema asayî, Oyarzabal gola xwe ya duyem û ya sêyem a tîma xwe avêt û serkeftin misoger kir.
Spanya bi vê encamê çû qonaxa 16an.

.jpg&w=3840&q=75)


