Xwînerê hêja;
Du salan beriya îro, dîsa rojeke payîzê ya sar ez û hevaleke min li Hamburgê li kafeyekê ketine sohbeteke kûr. Ew nêzîkî panzdeh salan berê ji Çînê hatiye Almanyayê, ez jî nêzîkî deh salan berê ji Kurdistanê hatime Almanyayê. Lê yekane hevpariya me ne ev yek e. Em her du jî ji pirtûkxwendinê, ji nîqaşa li ser pirtûkan pir hez dikin û bala me her duyan jî bi awayekî ecêb li ser zimên û şêwazên vegotinê ye. Ew ji min re behsa zimanê Çînî dike û zehmetî û cudatiyên di navbera mirovê Çînî û yê Alman de vedibêje. Ez cara yekem tiştekî ecêb di derbarê xwe û Kurdî/Kurmancî de ferq dikim.
Dema mirov bi Kurdî/Kurmancî bi awayekî fermî derheqa xwe de dipeyive, mirov bi forma kesê yekem î pirjimar behsa xwe dike. Bo nimûne kesek dibêje “Em ti carî derewan nakin.”
Em? Yanê tu û hemû ew kesên din ên tu “wekî xwe” dibinî û qebûl dikî?
Na. Bê guman, mebesta axaftvan ew bi xwe ye lê ji xwe re nabêje “Ez.”
Çima?
Bi min wisa tê ku ew kesê bi forma pirjimar behsa xwe dike, dixwaze xwe li pey navekî mezintir veşêre û di heman demê de berpirsiyariya gotina xwe hilnede.
Lewma jî dema mirov bi vî awayî behsa xwe dike, yanê ji dewsa “ez” dibêje “em” ez yekser ji wî mirovî sar dibim. Bi awayekî ecêb ev cure axaftin hêrsa min tîne.
Wê êvarê min ji hevala xwe re behsa vê yekê kir. Wê bi awayekî heyirî li rûyê min nihêrî û got: “Divê tu teqez pirtûka Robert Silverberg ya bi navê ‘A Time of Changes’ bixwînî.”
Min vê hefteyê “A Time of Changes” an jî bi Kurdî “Wextekî Guherînan” xwend. Ev berhem di sala 1971ê de çap bûye û 300 rûpel e. Wê xelateke sereke ya ji bo wêjeya Science Fiction/Honaksaziya Zanistî yanê “Nebula Award” girtiye.
Çîrok li gerdûneke bi navê Borthan derbas dibe. Gelek salan berê, hindek mirov ji cîhana em lê dijîn reviyane û wan berê xwe daye Borthanê. Makezagona bingehîn a Borthanê, yanê Covenant bi awayekî fermî ziman û şêwaza pêwendîdanîna mirovan diyar dike. Li gorî vê heypeymana civakî, mirov bi tena serê xwe tune, ew di nava pêwendiyên civakî de heye. Ev yek wekî zagoneke civakî û exlaqî hatiye qebûlkirin. Li gorî ol û baweriya van mirovan kiryareke herî şerm û hovane ew e ku mirov peyvên wekî “ez”, “xwe”, “min bi xwe” bi kar bîne. Mirov divê li dewsa van peyvan her tim gotinên wekî “kesek”, “ew ê ku”, “mirovek” bi kar bîne.
Yanê ev rêgeza zimanî bi kêrî vê çand û baweriya wan tê û wekî nimûneya min li jorê ji bo zimanê Kurdî da, ew xwe li pey kirdeyeke nediyar vedişêrin.
Mirov nikarin xwe bi awayekî eşkere rave bikin. Ew derûniya xwe bi ti kesê din re parve nakin. Yanê êdî mahremiyet ne bi tenê tercîh e, di heman demê de mecbûriyet e.
Dibe ku armanca vê pergalê ew be ku mirov xwe wekî “civat”ê hest bikin û xwe ji bona berjewendiyên civakî feda bikin.
Lê gelo ev yek li ser takekesan bandoreke çawa dike?
Ji bona niştecihên Borthanê şêwaza normal ya dan û standinê ev e. Ew jixwe normalbûneke din nas nakin. Lê dema lehengê sereke ji civakê mişextî dibe, berê xwe dide welatên dûr û mirovên biyanî nas dike, wê demê haya wî ji çand û zimanê wî bi xwe çêdibe.
Wekî min û hevala min a Çinî.
Heya mirov dernekeve derve, hinekî ji dûr ve nenêre, nikare civaka xwe baş bibîne.
Ya ku lehengê sereke Kinnall Darivall dike jî ev e.
Lehengê sereke Kinnall Darival, mîrzadeyekî meraqdar e. Em çîrokê ji devê wî yan jî ji rojnivîska wî dişopînin. Ew dikare bi saya derfetên malbavanê xwe jiyaneke hêsan û xweş bijî lê belê her ku dem derbas dibe arezûya wî ya parvekirina derûniya wî bi xwe mezintir dibe. Ew dixwaze ku xwe ji norm û rêgezên civakî rizgar bike.
Dîsa di vê gerdûnê de adeteke gelekî dişibe adêten me Kurdan heye. Ew jî ew e ku her mirov hê ji zarokatiyê pê ve ji bona xwe destebirak û destexwişkekê hildibijêre. Li gorî çand û baweriyên wan divê destebirak û destexwişk hevdu her tim biparêzin, çi dibe bila be, ew her tim piştgiriya hevdu bikin. Lê zewaca wan bi hevdu naçe.
Her ku diçe sînorên zimanî û civakî yên Borthanê ji bona Kinnall Darival tengtir dibin ji ber ku ew nikare êdî barê veşartina arezûyên xwe yên qedexe hilgire.
Dema Kinnal Darival gav bi gav sînorên maf û azadiyên takekesî yên civaka xwe test dike, xwîner neçar dimîne ku careke din li ser hinek xalên girîng bifikire.
Bo nimûne, belê “ez” sembola azadî, resenî, mehremîyet û vîna takekes e. Lê belê “ez” di heman demê de sembola egoîstbûnê, çavbirçitiyê, tenêbûnê ye.
Yanê piştgirîkirina “ez”ê rasterast rêya azadî û vîna takekesî ve nake. Lê di heman demê de qedexekirina “ez”ê jî takekesbûna mirovan nakuje, wan rasterast nake parastvanê civakê.
Berevajî vê yekê, dibe ku qedexe û zextên li hemberî takekes, yanê “ez” nehêlin ku civakîbûneke rasteqîn jî bê avakirin. Heke na, dê di pergalên otorîter de sîxurî, derew, çavnebarî wekî rêgezeke berbelav ya civakî tunebe. Lê dema mirov çavên xwe hinekî ji dîroka dewletên otorîter heya partî û komên olî dinêre, ev yek wekî çandeke hevper derdikeve holê. Nexwe ev cure pergal takekes neçar dihêlin ku ew xwe bes wekî “endamê partiyê, şopînerê serok, welatiyê dewletê, ewledê civakê” pênase bike, li gorî vê pêşqebûlê bipeyive. Dibe ku ji ber vê yekê takekes daxwaz û berjewendiyên xwe yên şexsî di bin navê “em”, “civaka me”, “partî yan jî olê me de” vedişêrin. Bi vî awayî ji aliyekî ve xwe wekî takekes ji berpirsiyariyê dûr dixin, kêmasî û şaşiyên xwe di bin siya navekî mezintir de vedişêrin û ji aliyê din ve jî xwe wekî parçeyê tiştekî mezintir û bihêztir hest dikin.
Belê “em” di destpêkê de wateyên erênî yên wekî aîdiyet, civakîbûn û berpirsiyariyên hevpar tîne bîra mirov.
Lê ew di heman demê de sembola kuştina reseniya takekesî, konformîzm û teralî, kontrola civakê ye.
Li gerdûna Borthanê, dewlet ji bo hilberandina “em” an jî “yek neteweyê” ziman û çandan qedexe nake, bi zilm û zorê nasnameyekî nade destê mirovan. Lê belê, zimanê civakê jixwe li gorî rêgezên zagonî û olî çê bûye. Yanê, dewlet bi zorê milet çê nake, lê milet jixwe wisa ye û pergaleke bi wî awayî pêk tîne. Lewma jî têkoşîna Kinnall Darivall ne li hemberî hêzên, dijminên derveyî ye. Ew di destpêkê de divê li hemberî pêşqebûl û baweriyên xwe têbikoşe da ku karibe dengê arezûyên xwe yên veşartî bibihîze.
Ez di wê sohbetê de behs dikim ku çawa dewleta Tirk, ji bo avakirina nasnameyeke yekpare ya neteweyî komkujiyan dike, ziman û çandan qedexe dike. Bi rêya medya, perwerde û tirsa girseyî “embûneke” êrişkar a Tirk û Sunnî çê dike.
Hevala min dibêje ku belê, lê dîsa jî tu dikarî bi hêsanî dijminê xwe nîşan bidî, ji ber ku ew li hemberî te, rasterast li wê derê disekine.
Lê dema çand û zimanê te bi xwe bi nehêle ku tu xwe ji girseyê, civakê, dewletê cuda bikî û behsa xwe bikî, wê demê rewş gelekî tevlihevtir dibe.
Bê guman di vê xalê de hîpoteza Sapir-Whorf tê bîra mirov: Gelo ziman fikrê diafirîne yan fikr zimên diafirîne.
Yan jî gelo em tiştekî hest an jî azmûn bikin ku ti peyv ji bona wî tiştî di zimanê me de tune, em dê dîsa jî karibin behsa wî tiştî bikin?
Mirov heya dikare bibêje ku Robert Silverberg vê hîpoteza navdar wekî ceribandineke civakî bi kar tîne.
Belê, dibe ku ziman nikaribe fikrê tev de diyar bike, lê ew teqez bandorê li şêwaza fikirînê, fehmkirin û ravekirinê dike. Jixwe ji ber heman sedemê ye ku mirov di her zimanî de xwebûneke nû azmûn dike, bi her zimanekî nû kesayeteke hinekî cudatir ava dike.
Piştî xwendina vê berhemê ez careke din dipirsim: Madem ku sînorên vegotinê ji aliyê zimên û civakê ve tên diyarkirin, sînorên qada azad, yanê ew cihê ku takekes dikare tê de li gorî daxwaza dilê xwe bilîze çi ne?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



