Serkeftina mezin a Partiya Demokrat a di hilbijartinên nîvdemî yên 3yê Çiriya Paşîn a Amerîkayê de, bû sedema bipaşveçûneke mezin a siyasî ji bo Donald Trump û pêleke nû ya nepiştrastbûnê xist nav bazarên darayî yên cîhanî.
Kontrolkirina encumenên Nûneran û Senatoyê ya ji aliyê Demokratan ve, wê desthilatê dide wan ku di du salên dawî yên serdema serokatiya Trump de, di dema yasadanînê de astengiyên mezin ji bo îdareya Trump çêbikin.
Bazaran jî yekser bertek nîşan da. Pişkên sektora teknolojiyê ketin bin zextê, nirxê dolar bi paş ve çû, bihayên veguhastbar xezîneyê bilind bûn û nirxê zêr jî sînorê 4 hezar dolarî derbas kir.
Berteka bilez a bazarê ji tenê guherîna serkirdayetiya Kongreyê mezintir e.
Bazar niha asoya xerciyên hikûmetê, veberhênana kompanyayan, yasa û rêzikên girêdayî sektora teknolojiyê, rêjeya faîzê û berê giştî yê aboriya Amerîkayê dinirxînin.
Her çend Kongreya nû heta meha Kanûna Paşîn a 2027an dest bi kar nake jî, veberhêner ji niha ve xwe ji bo qonaxeke nû ya asêbûna siyasî li Washingtonê amade dikin.
Pişkên teknolojiyê li ber astengiya herî mezin in
Sektora teknolojiyê rûbirûyî zexta herî bilez bû, bi awayekî ku nirxê pişkên Amerîkayê di girêbestên paşerojê de, bi lez daket.
Di nav wan de girêbestên pîvera S&P 500 bi rêjeya ji sedî 0,6 û girêbestên pîvera Nasdaqê di kêliyekê de bi rêjeya zêdetirî ji sedî 2yan herifîn.
Ev berteka tund a Nasdaqê ji wan dilgiraniyan çavkanî digire ku kontrola Demokratan, dê çavdêriyeke yasayî ya tundtir li ser bipêşxistina hişê çêkirî û kompanyayên mezin ên teknolojiyê bisepîne.
Ev tirs bi taybetî di sektora navendên datayê de giran e ku bûye yek ji mezintirîn palderên veberhênanê li Amerîkayê.
Kompanyayan sermayeyeke gelekî mezin ji bo binesaziya komputerî, çîpên elektronîk û dabînkirina enerjiya karebayê terxan kiriye.
Ji ber vê yekê ye ku astengiya yasayî yan jî bipaşketina projeyên navenda datayê, rasterast bandorê li plana veberhênana kompanyayên teknolojiyê dike.
Zêr biha bû û 4 hezar dolar derbas kir
Zêr yek ji sûdmendên sereke yên bilez ên vê encamê bû.
Nirxê zêr bi rêjeya ji sedî 2,2 bilind bû û gihîşt nêzîkî 4 hezar û 16 dolaran ji bo her onseyekê û sînorê derûnî yê 4 hezar dolarî şikand.
Di heman demê de nirxê zîv bi rêjeya nêzîkî ji sedî 3,8 bilind bû.
Bilindbûna metalên giranbiha ji ber lawazbûna dolar, daketina faîza bihayên veguhastbar xezîneya Amerîkayê û xwesteka xweparastinê ya li hemberî nedilniyabûna siyasî rû daye.
Faîza bihayên veguhastbar 10 salî yên xezîneyê daket nêzîkî ji sedî 4,91ê û pîvera dolar jî bi rêjeya ji sedî 0,37 bi paş ve çû û daket 101,34 xalan.
Daketina faîza bihayên veguhastbar, veberhênana di zêr de balkêş dike û daketina dolar jî kirîna zêr ji bo kiriyarên navneteweyî erzantir dike.
Tevî vê yekê jî, arasteya paşerojê ya zêr bi enflasyon û siyaseta Banka Navendî ya Amerîkayê ve girêdayî ye.
Bazar hîn jî îhtimala bilindkirina faîza bankê di meha Kanûna Pêşîn de li ber çavan digirin ku dikare rê li ber bilindbûna zêdetir a nirxan bigire.
Bazara dolar û bihayên veguhastbar ên darayî pêşbîniyên xwe yên ji bo sînordarbûna desthilata îdareya Trump nîşan didin.
Kontrolkirina Kongreyê ji aliyê Demokratan ve, şiyana Trump a ji bo kêmkirina bacê û zêdekirina xerciyan bi rêya yasadanînê, rûbirûyî astengiyeke mezin dike.
Veberhêner pêşbîniya asêbûneke zêdetir a siyasî û heta radeyekê sînordarkirina wergirtina deynan ji aliyê hikûmetê ve dikin, vê yekê jî nirxê qewaleyan bilind kir û faîza wan daxist.
Daketina nirxê dolar jî dikare piştgiriyê bide bazara metal û kelûpelan, di nav de zêr jî û ji bo aboriya bazarên nûgeşbûyî jî dê sûdmend be.
Lê serokê Amerîkayê hîn jî desthilateke berfireh di warê bazirganî, pênaseya gumrikî û siyaseta derve de heye, lewma kontrola Kongreyê bi awayekî otomatîk hemû siyasetên îdareya Trump hilnaweşîne.
Petrol, bi jeopolîtîkê bandordar e ne bi hilbijartinê
Di heman demê de, nirxê petrolê zêdetirî ku di bin bandora hilbijartinê de be, bi bûyerên jeopolîtîk ve girêdayî ye.
Petrola xav a Brentê di derdora 103 heta 104 dolaran de ji bo her bermîlekê tê kirîn û firotin.
Veberhêner çavdêriya pêşhatên şerê Îran û Ukraynayê û metirsiyên li ser Tengava Hurmizê dikin ku berê ji sedî 20ê petrola cîhanê di wir re derbas dibû.
Her çend Kongreyeke Demokrat dikare çavdêriya li ser siyaseta enerjiyê zêde bike jî lê nikare yekser hilberîna petrola Amerîkayê biguhere.
Eger encamên siyasî bibin sedema xavbûna geşeya aborî, dibe ku xwesteka li ser petrolê kêm bibe.
Berovajî vê yekê, her bipêşketineke leşkerî ya di şerê Îranê de, dikare bêyî guhdana li encama hilbijartinê, nirxan bilindtir bike.
Bandora li ser sektorên din
Ev hilbijartin dê bandorê li sektorên enerjiya nûjenbar, bank, çavdêriya tenduristî û diravên dîjîtal jî bike.
Demokrat hewl didin beşek ji astengiyên li pêşiya enerjiya paqij rakin û çavdêriya li ser kompanyayên darayî û teknolojiyê tundtir bikin.
Lê guherînên mezin ên yasayî dê zehmet bin, ji ber ku mafê vetoya serokatiyê yê Trump heye.
Tê pêşbînîkirin ku encam zêdetir bibe sedema çavdêriyeke tundtir ji aliyê Kongreyê ve û nedilniyabûna di yasa û rêzikan de, ne ku vegeriyake yekser di siyaseta aborî ya Amerîkayê de.
Ji bo veberhênerên cîhanî, pirsa sereke ev e ku gelo ev verçerxana siyasî dê bibe sedema lawazbûna geşeya aborî ya Amerîkayê, yan jî dê tenê desthilatên îdareya Trump sînordar bike?
Ji bo bersiva vê pirsê, divê em bibêjin, di mehên bê de, arasteya dolar, faîza rasteqîn a qewaleyan, siyaseta Banka Navendî ya Amerîkayê û qebareya veberhênana kompanyayan, dê ji encama hilbijartinê gelekî girîngtir bin.



