Dema we baş xwîner hêja, bi dilekî şa dixwazim bibêjim, çend roj berê 3 romanên nivîskarê navdar rehmetiyê Yaşar Kemal, bi wergera min a Kurdî/Kurmancî, ji Weşanxaneya Nûbiharê ronahî dîtin û ketin Kitêbxaneya Kurdî. “Xwezî Marê Bikujin” (Yılanı Öldürseler), Çivîkeke Yekbask (Tek Kanatlı Bir Kuş) cara pêşî hatin çapkirin. “Efsaneya Çiyayê Agiriyê” (Ağrı Dağı efsanesi) ku sala par van çaxan çap bûbû, bi van her du kitêban re wekî Çapa 2yemîn çap bû. Gelekî şa me ku em Kurd, emê berhemên hêja yên Yaşar Kemal bi Kurdî bixwînin.
Lê tevî ku ev 2 roj in kitêb derketine, li ser navê kitêba Xwezî Marê Bikujin nîqaşekê dest pê kiriye ku min çima gotiye “Xwezî” (Di “Yılanı Öldürseler” de gotina Xwezî ango Keşke tuneye.) Bi izna we, vê bi kurtî bibêjim; dema mirov ji naveroka kitêbê haydar be, mirov pê dihese ku di öldürseler de xweziyek/hêviyek heye û jixwe di diyalogên sereke yên lehengên kitêbê de jî ev ‘xwezî’ bi awayekî zelal û berbiçav diyar dibe.) Herwiha rexneyek jî heye (bêyî ku naverokê bixwînin) min çima navê kitêbê kiriye “Xwezî Marê Bikujin’ lê min nekiriye ‘Xwezî Marî Bikujin’?
Ezê di vê nivîsa xwe de behsa vê yekê û behsa sedemên xwe bikim…
Gotina dawiyê di destpêkê de bibêjim: Li pişt wergera xwe me, bi wergera xwe re me û li bi sernavê wergera xwe ya kitêbê me.
Di destpêka wergera romana nivîskarê navdar Yaşar Kemal “Yılanı Öldürseler” de, peyva ‘Xwezî’ qet li ser bala min tunebû; ev peyv ji bo sernavê ji min re pir xerîb bû. Lê di herikîna xwendin, lêhûrbûn û wergerê de ez pê hesiyam ku di ‘Yılanı Öldürseler’ de, ‘Xwezî’yek heye. Hem jî Xweziyeke ‘biteqil û xurt’ heye.
Ezê dîsa vegerim meseleya ‘Xweziyê’, ‘Marê’ û ‘Marê’ jî.
Lê bi destûra we ezê çend tiştan bibêjim…
Tercîha min a wergerê li ser kûrahiya romanê û sembol û sembolîzma nûwaze ya tê de ye. Loma careke din bi ‘Xwezî’ ya xwe, bi ‘Marê’ xwe û ‘Xwezî Marê Bikujin’a xwe piştrast im.
Ez jî dizanim ku mar peyveke nêr e. Lê min li gorî herikîn û naveroka romanê, wekî tercîh peyva mar kir mê. Di romana Yılanı Öldürseler de, mar ne tenê heywanekî dişêle ye. Ew mar rasterast metaforeke ‘mê’ ye; ew jî Esmeya diya Hesen e ku di çavên gundiyan de, “bêyom, naletî, qehbikeke ku mal û mekanê malbatê û gundiyan xera dike û pêwîst e ku bê kuştin.” Tiştên ku Xelîl di xewna xwe de dibîne jî, rasterast hêrs û xezaba wî ya beramberî jina wî bi xwe ye; ango hêrs û xezeba li ser Esmeyê ye.
Ji ber vê yekê min di wergera xwe ya romanê de, hevsengiyekê di navbera metafora edebî û zayendê de pêk aniye. Dema ku dibêjim ‘Xwezî Marê Bikujin’, cinsiyeta ‘mê’ li marî dikim ku di Kurmanciya Kurdî de ‘nêr’ e. Bi vî awayî çi dikim? Diyar dikim ku ew ‘mar’ Esme ye. Bi rastî jî hemû hêvî, daxwaz, kîn û nefreta di romanê de (fikir û ramanên çend kesên ‘Xwedêtirs, dilovan, mirşidê kamil’ ne tê de), li ser Esmeyê ye. Heke ‘Marê’ya me bibûya ‘Marî’, hingê girêdana sembolîk a di romanê de û hêmaya ‘dijmina mê’ ku bûka pîrê, diya Hesen û jina Xelîl e û kesa kuştinê û tunekirinê ye, bi awayekî xurt nediket hiş û mejiyê xwînerên zimanê Kurmancî. Ji ber vê yekê, bi peyva ‘Marê’, min xwest bidim hîskirin ku ‘ew mar’ rasterast ‘jina mêrik’ e. Ew mêrikê ku navê wî Xelîl e, ji aliyê ‘yar û kevneyara’ Esmeya jina wî ve hatiye kuştin. Loma ye ku Xelil di qebra xwe de jî nasitire; di qebra xwe de werdigere, geh dibe şevşevok, geh dibe pîrebok, geh dibe qumqumok, gumgumok, maregisk, geh jî dibe seyê dehl û deviyan.
Çima ‘Xwezî’?
Di destpêkê de û heta nîvê wergera kitêbê jî, navê Xweziyê tunebû. Tevî ku min Tirkiya romanê ji zû ve xwendibû, tevî ku di dema wergerê de, min çend carên din jî, li fîlmê romanê temaşe kiri ku Turkan Şoray hem derhênerî kiriye, hem jî lîstikvanî kiriye, dîsa jî navê ‘Xwezî’yê, ne di sernavê romanê de, ne jî di hişê min de hebû. Heta ku êdî roman bi têra xwe diherike, mijar li hev siwar dibin, ez rastî ‘Xwezî’yê hatim.
Gava ku tevî piraniya gundiyan; tevî kezebperitî, bexûd, kumreş û kîndara pîrika Hesen, diya Xelîl li pey kuştina Esmeyê bûn, lê dîsa jî çawa ku hêzeke îlahî nedihişt Esme bibe qurbanî, Hesen jî di gora xwe de werdigeriya, ji qebra xwe radibû, dibû mar û dişêliya, dibû gumgumok û dişêliya, dibû se û li çiya û baniyên Anavarzayê digeriya, lê dîsa jî çawa ku ‘hemû dinya’ bibû yek, lê destê Hesen nediçû pişkofê mîratê tivingê ku diya xwe ya ‘bedewa dinyayê’ bikuje…
Lê her ku kes nikare Esmeyê bikuje; ne bira, ne kur, ne gundî, ne tetikêşên qandar û firarên ‘dax û çiyan’; gor û qebristan jî, ji Xelîl re teng dibin. Rihetî û sitara Xelîl, gava Esmeyê were kuştin, wê pêk were. Kengê Hesenê kurê wî diya xwe bikuje, ewê jî nema di qebra xwe de wergere û ji ‘qebra xwe rabe’ û nema wekî maran û gumgumokan bişêle.
Ji ber vê yekê ye ku Xelîl, lome û nifiran li Hesenê kurê xwe dike, çima ku diya xwe nakuje. Loma ye ku êdî di devereke romanê de (li vir bi Tirkî bibêjim) dibêje: “Yılanı Öldürseler, ahh yılanı Öldüreseler! Ango “Xwezî marê bikujin, axx Xwezî marê bikujin!” Kerem bikin, va ye ‘Xwezî’ya me derket meydanê! Ango ‘Keşke’ya me. Vêca ev ‘Xwezî û Keşke’ ne Esme be kî ye? Ne jinek be, kî ye? Helbet Esme ye û helbet jinek e.
Heta wê derê jî (heta ku Xelîl got: “Yılanı Öldürseler, ahh yılanı Öldüreseler! (Xwezî marê bikujin, axx Xwezî marê bikujin!)” min digot ezê navê kitêbê bikim: “Dema Marî Bikujin’ yan jî ‘Gava Marî Bikujin’ bû. Çimkî heta hingê, zêde zelal nebû, mijara romanê li ser serpêhatiya Esmeyê diherike û herkesî -di serî de kur, xesû û mêrê wê- ‘Xweziya xwe’ bi kuştina wê anîne û tînin. Jixwe di dawiyê de, digihîjin mirad û mexseda xwe û jinikê didin kuştin. Bi Hesenê kurê wê yê ‘delalîkê ber dilê wê’ didin kuştin.
Daxwaza kuştina Esmeyê, ‘Xweziyeke’ xurt, zelal û berbiçav e. Temeniyeke zikreşiyê ye. Hesûdî û zikreşiya beramberî jineke bedewa dinyayê ye.
Kurt û Kurmancî; ji dêvla wergereke motemot, xav, rijî û sar; ji bo ruhê edebî yê romanê têk neçe, berevajî vê xurt bibe, wate û barê ku gundiyan danîne ser pişta Esmeyê û binhişiya Xelîl zelal û berbiçav diyar bibe, min di warê sernavê romanê de, destkariyeke wisa ‘heq’ kiriye û min ‘qenc û xweş’ kiriye.
“Xwezî Marê Bikujin”, li cîhana Edebiyata Kurdî pîroz be, mala hemû dilsoz û hezkiriyên Kurdî ava be…
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



