Îraqê di çend salên borî de yek ji biryarên xwe yên aborî yên herî girîng da. Lijneya Wezîran 6ê Çiriya Pêşîn ji bo nirxê guhertina pereyan çarçoveyeke nû pesend kir. Di heman demê de Banka Navendî ya Îraqê ferman da bank û saziyên darayî da ku ji 7ê Çiriya Pêşîn ve dest bi bicihkirinê bikin.
Li gorî vê pergala nû, nirxê dolar ji bo Wezareta Darayiyê 1500 dînar, ji bo bankan 1510 dînar û ji bo welatiyan jî 1520 dînar hat diyarkirin. Eger mirov bide ber nirxê fermî yê berê (nêzîkî 1310 dînar) bilindbûneke berbiçav e.
Di pratîkê de nirxê kirîna dolar ji bo welatiyê asayî bi dînar nêzîkî ji sedî 16 bihatir bûye. Ev yek jî nirxê dolarî yê dahat û paşekewta dînaran a welatiyan bi rêjeya nêzîkî ji sedî 14 dadixîne.
Ev biryar rasterast bi budceya 2027an a Îraqê ve girêdayî ye. Di reşnivîsa budceyê de tê pêşbînîkirin ku tevahiya xerciyan nêzîkî 217,2 trîlyon dînaran be û tevahiya dahatan jî nêzîkî 174,2 trîlyon dînaran be. Bi vê yekê jî dê kêmasiyeke 43 trîlyon dînarî çêbibe. Ji ber ku petrol zêdetirî ji sedî 80yê dahata dewletê pêk tîne, Bexda bi temamî li hemberî metirsiya guherînên nirx û asta hilberîna petrolê ye.
Di reşnivîsa budceyê de nirxê petrolê ji bo her bermîlê 58 dolar û kapasiteya hinartina rojane jî nêzîkî 4 milyon bermîlan hatiye diyarkirin. Hikûmet çaverê dike ku bi bicihkirina nirxê nû yê 1500 dînarî, heman dahata petrolê ya bi dolarî nêzîkî 19,2 trîlyon dînaran zêdetirî nirxê berê ji xezîneyê re dabîn bike. Bêyî vê destkarîkirina nirxê pereyan, kêmasiya pêşbînîkirî ya budceyê dê ji vê gelekî mezintir bibûya.
Biryarê sermayeyeke nû çênekiriye
Ev hevkêşe sedema sereke ya li pişt biryarê eşkere dike: Îraq dahata xwe ya petrolê bi dolar werdigire. Lê belê piraniya pêbendiyên xwe yên navxweyî wekî mûçe, malnişînî, peyman û xerciyên giştî bi dînar dide.
Dema ku hikûmet heman dolarî li şûna 1300 dînarî bi 1500 dînarî diguherîne, ji bo her dolarî qebareyek zêdetir a dînarî bi dest dixe. Wekî mînak, milyarek dolar dahata petrolê bi nirxê 1300î dike 1,3 trîlyon dînar, lê bi nirxê 1500î dibe 1,5 trîlyon dînar. Anku cudahiya wê 200 milyar dînar e.
Bi vî awayî hikûmet derfeteke mezin a darayî ji xwe re peyda dike, bêyî ku pêwîstiya wê bi hilberîna petrolê ya zêdetir hebe.
Lê belê divê were zanîn ku ev gav nayê wateya avakirina samaneke nû ya niştimanî. Eynî kapasîteya dolar a Îraqê heye, tenê nirxê dînar ê wan dolaran diguhere.
Armanceke din a nirxê nû, kêmkirina cudahiya di navbera bazara fermî û bazara paralel (bazara azad) de ye. Beriya vê biryarê, nirxê fermî li derdora 1310 dînarî bû. Di wê demê de li bazara paralel bi 1570 heta 1600 dînarî dihat kirîn û firotin. Nirxê nû yê welatiyan (1520 dînar) gelekî nêzîktirî nirxê bazarê ye.
Ev yek ji bo bazirganan girîng e. Eger hinardekarên rasteqîn karibin bi rêya pergala fermî ya bankê dolar bi nirxê 1510 heta 1520 dînarî bi dest bixin, dê lêçûna kirîna diravê biyanî li gorî kirîna ji bazara paralel a bi 1600 dînaran an jî zêdetir bi awayekî berbiçav dakeve.
Wekî mînak eger pêwîstiya bazirganekî bi milyonek dolar hebe, li bazara paralel bi nirxê 1630 dînarî pêwîstiya wî dê bi 1,63 milyar dînarî hebûya. Lê belê bi rêya kanala fermî ya bankî dê pêwîstiya wî bi 1,51 milyar dînarî hebe. Anku ew dê nêzîkî 120 milyon dînarî paşekeft bike.
Mercê sereke: Destgihiştina bi dolar
Mercê sereke û diyarker ê ji bo serkeftina vê siyaseta nû ya hikûmeta federal a Îraqê bi gihîştina asan a bi dolar a bi nirxê hikûmetê ve girêdayî ye, ne ku tenê ragihandina nirxekî nû li ser kaxezê be.
Eger bank û bazirgan karibin bi kapasîteya pêwîst dolar bi nirxê 1510 heta 1520 dînarî bi dest bixin, biryar dikare dawî li qorixkarin, delalî û cudahiya mezin a di navbera her du bazaran de bîne. Lê eger bazirgan neçar bimînin û kirîna dolar a ji bazara paralel bidomînin, wê demê nirxê nû yê hikûmetê dê tenê bibe sedemeke din a bihabûnê, bêyî ku krîza bingehîn a pereyan çareser bike.
Werin em bibêjin ku welatî karibe dolar bi nirxê hikûmetê bi dest bixe. Mûçeekî 1,5 milyon dînarî berê bi nirxê 1310 dînarî bi qasî 1145 dolaran bû. Lê bi nirxê 1520 dînarî dê qîmeta wî dakeve kêmtirî hezar dolarî. Kesê ku paşekefteke wî ya 100 milyon dînarî hebe, nirxê pereyê wî yê bi dolar dê ji nêzîkî 76 hezar û 300 dolaran dakeve 65 hezar û 800 dolaran.
Bê guman piraniya welatiyan pêdiviyên xwe yên rojane bi dolar nakirin. Ji ber vê yekê pîvana rasteqîn a vê bandorê di nirxê dolar ê mûçe de dernakeve. Belê ev pîvan di wê yekê de ye ku gelo ew mûçe li navxweyî Îraqê dikare çend kel û pel û xizmetguzariyan dabîn bike.
Tirs û xofa enflasyonê û ezmûna sala 2020î
Ji vir û pê ve metirsiya enflasyonê dibe xala sereke ya nîgeraniyan. Îraq beşeke zêde ya wan kel û pel û madeyên xav ên ku malbat û kargeh bi kar tînin ji derve hinarde dike.
Berhemeke hinardekirî ku bihayê wî 1000 dolaran be, berê bi 1,31 milyon dînaran dihat kirîn. Lê bi nirxê nû eger tevahiya cudahiya nirx bixe stûyê kiryar, ew dê bibe 1,52 milyon dînar. Her wiha ev bandor dê li nav tevahiya zincîreya dabînkirinê belav bibe. Wekî mînak, bihabûna êmê hinardekirî yê ajelan, lêçûna hilberîna hêk û goştê mirîşkan bilind dike. Ev yek jî rasterast digihîje pêjgeh û sifreya malbatan.
Ezmûna daxistina nirxê dînar a di sala 2020î de wekî zengilekî hişyariyê ye. Wê demê Îraqê nirxê fermî ji 1182 dînaran daxist 1450 dînarî. Piştî wê yekê enflasyonê bi lez belav bû.
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ragihand ku dawiya 2021ê enflasyona giştî derketiye ser ji sedî 8an. Her çendî guherîna vê carê kêmtir be jî berê zextê diyar e: Daketina nirxê dînar lêçûna dînarî ya kel û pelên hinardekirî zêde dike û enflasyonê bi xwe re tîne.
Ev bandor bi awayekî wekhev li ser hemûyan nayê dabeşkirin. Karmendên hikûmetê, malnişîn û ew kesên ku bi dînar xwedî dahateke asê ne, dê ji hemûyan zêdetir zerermend bibin dema ku nirx ji dahata wan zûtir bilind bibin.
Li aliyê din, dema ku xelk dilgiran bibe ku dê dînar nirxekî zêdetir ji dest bide, berê xwe didin guhertina paşekewtên xwe bi dolar, zêr û xaniyan. Ev yek jî xwesteka li ser diravê biyanî zêde dike û nirxê bazara paralel bilindtir dike. Bazirgan nirxan girantir dikin û di encamê de baweriya bi dînar zêdetir dadirûxe.
Kêmasiyên bingehîn û pêgeha Herêma Kurdistanê
Eger em di demeke dirêj de li vê siyasetê binêrin, kêmasiyên wê yên mezin hene. Rast e li ser kaxezê kêmasiya budceyê kêm dike lê belê pirsgirêka binyadî ya darayiya Îraqê çareser nake.
Welat hîn jî bi temamî pişta xwe bi petrolê girê dide. Di heman demê de mûçe, malnişînî û xerciyên civakî budceyê dadiqurtînin. Di reşnivîsa 2027an de zêdetirî 68 trîlyon dînaran ji bo qerebûkirina karmendan û zêdetirî 33 trîlyon dînaran jî ji bo çavdêriya civakî hatiye veqetandin. Di heman demê de xerciya veberhênanê gelekî kêmtir e.
Guhertina nirxê pereyan dibe ku ji bo demeke demkî bêhnekê bide darayiya hikûmetê. Lê belê kargehan ava nake, hinardekirinê curbicur nake, hilberînê zêde nake û dahata nepetrolî û gumrikê bilind nake.
Xaleke din a metirsîdar ew e ku tevî diyarkirina nirxê petrolê bi 58 dolaran di budceyê de jî nirxê hevsengbûna darayî (Fiscal break-even) di bin siya nirxê nû yê pereyan de ji bo her bermîlekê bi nêzîkî 77,64 dolaran tê pêşbînîkirin. Bi wateyeke din, eger nirxê petrolê di asta 58 dolaran de bimîne, Îraq dê hîn jî rûbirûyî valahiyeke mezin a darayî bibe. Her daketineke petrolê jî dê kêmasiyê vekirîtir û zeqtir bike.
Di nav vê hevkêşeyê de dê Herêma Kurdistanê bi taybetî zerermend bibe. Aboriya Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn pişta xwe bi kel û pelên hinardekirî ve girê dide, bi taybetî yên ji Tirkiyeyê û Îranê. Ji ber vê yekê daketina nirxê dînar gelekî bi lez bandorê li nirxê xwarin, otomobîl, madeyên avakirinê û elektronîkan dike.
Di heman demê de di reşnivîsa budceya 2027an de pişka Herêma Kurdistanê heta eger rêjeya wê ji bo ji sedî 14,1ê jî bê bilindkirin, hîn jî li gorî salên borî dê pereyekî gelekî kêmtir ji bo wê bê. Ev yek jî dê ziyaneke mezin bide tevahiya aboriya Herêma Kurdistanê.
Pirsa sereke ya li pêşiya Îraqê
Serkeftin an têkçûna siyaseta nû ya diravê Îraqê bi wê yekê nayê diyarkirin ku ka nirxê fermî 1500 an 1520 dînar e. Lê belê pirsa yekalîker ev e ku dê piştî vê yekê çi rû bide?
Eger nirxê fermî li 1520 dînarî bi cih bibe û bazara paralel ber bi vê astê ve dakeve û di heman demê de bazirganên rasteqîn destê wan bigihîje dolarê fermî, Îraq dê karibe tevliheviyeke mezin a li bazara diravî ji holê rake.
Lê belê eger nirxê fermî 1520 be û bazara paralel ber bi 1700 an jî 1800 dînarî ve bilind bibe, welat dê rûbirûyî krîzeke gelekî metirsîdartir bibe. Ev yek jî bihabûna nirxan û berdewamiya bazara reş e.
Ji bo hikûmeta federal a Îraqê, nirxê nû milyaran dolarên petrolê bi nirxê dînarî yê zêdetir bi dest dixe ku nêzîkî 19 trîlyon dînaran dixe ser dahata budceyê. Lê belê ji bo malbatan, heman siyaset tê wê wateyê ku dê ji niha û pê ve her dînarek li beramberî diravê biyanî xwedî şiyaneke kirînê ya kêmtir be. Nexwe hevkêşeya darayî ya hikûmetê asantir bûye. Lê belê baca wê ya aborî, bi temamî an jî beşekî wê, xistiye ser milê welatiyan û kerta taybet.
Pirsa sereke ya ku Îraq niha rûbirûyî wê bûye ev e; gelo dibe ku ev derfeta darayî ya nû ji bo aramiya aboriyê were bikaranîn? Yan jî tenê bi mebesta bipaşxistina wan reformên kûr e ku ji bo kêmkirina pêbendiya Îraqê ya bi petrolê re û rizgarkirina welêt ji ketina bin rehma her tevgera dolar hewce ne?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



