Pirsa leheng kî ye, bi hêsanî nayê bersivandin, lewra di vî warî de dîrok li gorî çanda miletan encaman dide û ev encam pir caran guherbar in. Lê heger em di şert û mercên Kurdistanê de li pirs û bersivan bigerin; pirs, zilma serdestan çi ye û bersiv jî Kurdan li dijî vê zilmê berxwedaneke çawa daye ye. Lewra ji miletekî bindest re pîvanên berxwedanê li gorî nêrînên siyaseta rojane nayên pênasekirin.
Min li ser 12ê Îlonê du hefte berê jî nivîsî û behsa bîranînên çend Kurdan kiribû. Helbet min navê Huseyîn Yildirimê ku him parêzerê girtiyên zindana Diyarbekirê û him jî bi xwe girtiyê heman cihê ye zanibû, lê min bîranînên wî nexwendibûn.
Vê heftê ji polemîkan dûr, tenê dixwazim li ser bîranînên Yildirim çend tiştan binivîsim. Em ji bilî şahidî û bîranînên girtiyên Kurd nizanin li Diyarbekirê çi hat serê Kurdan. Loma jî bîranînên hemû girtiyên Kurd ji bo min pîroz in. Fikr û sekina siyasî, an jî nêrîn û nêzîkatî çi dibin bila bibin, cudahiya şkence yê tune ye.
Di zilmê de “ji me û ne ji me bûn” ne exlaqî ye. Kê zilma dewletê kişandibe ew qurbanî ye, kê serî netewandibe, tawîz nedaye, ew mihim e. Ji bona vê jî bîranînên Yildirim ne mijara polemîk û sûcbariyan e. Lewra Yildirim bi xwe jî ji qirkirina Dêrsimê xilas bûye û bi wê derb û zerbê mezin bûye. Lê bi IQ(zeka) û zîrektiya xwe jiyaneke awarte û şoreşger derbas kiriye. Tiştên din biryarên şexsî ne û em li benda vekirina arşîvan in ku mafê her kesî bi edalet û bêalî were teslîmkirin.
Bîranînên Yildirim pencereyeke din a zindana Diyarbekirê ye. Heta niha di gelek pirtûkan de me çavdêriyên girtiyan xwendine lê îja em bi çavên parêzerek û hiqûqnasek wehşeta wan rojan dixwînin. Hiqûqnasek Kurd, di nav korîdorên dadgehan de parastina Kurdan dike û mexdûriyeta wan digire bin qeydê û li dijî garnîzon û generalên mirinê, tenê li edaletê digere.
Yildirim ji heft saliya xwe ve dizane dewleta Tirk çawa şkence û kuştin ji xwe re kiriye model û gav bi gav li ser Kurdan bi kar aniye. Lewra di raporên îstixbaratan (Tirk û swêdî) de Yildirim, “bi zanyariya xwe ya hiqûqî dikare sûcdarekî ji îdamê xilas bike. Xwedî îradeyeke neşikestî ye û aqilek li pişt perde ye.”
Bîranînên Yildirim bi navê "Ji Dêrsimê heta Stockholmê li çi geriyam û min çi dît” di sala 2017an de li Stockholmê ji aliyê Weşanên 14ê Tîrmehê ve bi du cîldan hatiye çapkirin. Cîlda yekem bi jan û psîkolojiya rojên Terteleya Dêrsimê dest pê dike û Yildirim behsa zarokatî, malbat, salên dibistanê û polîtîkayên wê çaxê dike.
Ev cild wekî salnameya Dêrsimê ye, lewra bi gotina Yildirim, “Di belgeyên fermî de jî di sê mehên (di navbera hezîran û îlonê) sala 1938an de hejmara nifûsa Dêrsimê ji dehan yekê wê hatiye bertarafkirin.” Dîsa bi gotina Yildirim, “Piştî qetliamê, Dêrsim bi birîndar, nexweş, kal û pîr û zarokên sêwî ve tijî bûye.” Gundên şewitî, malên talankirî, jiyana di nav daristanan de û sirgûnî sereke rastiyên demê ne.
Bi ya min bîranînên Yildirim di navbera Dêrsimê û 12ê Îlonê de wekî dosyayek ji sûcê dewletê ne jî. Gelek agahiyên nû di cilda yekem de hene; mînak: îcadkirina navê Tunceliyê û cihê wê yek jî ravêdanên înkarkirina çanda Kurdan e. Serkujêr, “ Abdullah Alpdogan, li goma gundê Gazikê ya ku li ber qeraxê çemê Munzûrê ye, gîzma xwe li erdê dixe dibêje, vira wê bibe navenda navçeyê û navê wê jî bila “Kalan” be, kalan yanê yên ku ji ber qetliamê mane” û paşê navê Kalan bi fermî dibe Tunceli.
Di Dêrsima ku bûye “Kalan” de; fermanber, mamosteyên nijadperest, qereqolên cendirmeyan, xerac, bac û edliye wekî mekanîzmayên şerên psîkolojîk in. Dîsa li gorî zanyariyên Yildirim, “Mustafa Kemal di jiyana xwe de tenê tevlî merasîma çêkirina pîrekê dibe, ev jî pira Singeçê ye.” Singeç, yanê bitirsîne û derbas be.
Li Dêrsimê dewletê wekî mafyayê xeracgirtin jî kiriye. 5 tîp xerac ji gundiyan girtî ye: pere komkirin, xeraca rê û rêwîtiyê, ya pez û dewaran, baca ofîsan û ya zeviyan. Ev polîtîka paşê bê navber li tevahiya Kurdistanê tê sepandin. Lê çûyîna lîseya Xarpêtê jiyana Yildirim, ji binî ve diguherîne.
Di vê demê da; komên Dêrsimiyan, Kurdbûn, îdama Seyîd Riza û dîtina Saiît Kirmizitoprak, Medet Serhat, Yaşar Kaya, Huseyîn Înan û Ergîn Koyuncu li wî gelek tesîr dikin. Dîsa bi gotina wî: “Di salên 1950î de ji dêrsimiyan ordiya mamosteyan derketiye, di dewra wî de jî ordiya hiqûqçiyan wê derketiba.” Tunceli Kultur Dernegi (Komeleya Çandê ya Dêrsimê), Turk Gorgu Dernegi (Komeleya Terbiyeyê ya Tirk) (bi îronî ev nav lê kirine), salên mamostetiya li navçeyaTurgutluyê ya Manîsayê û zewaca bi qîzapê re hûrgiliyên din ên jiyana wî ne.
Yildirim, di derbarê rêxistinên çepgir ên li Dêrsimê de jî xwedî nirxandinek zelal e; “Heta 1960î jî mirovên Dêrsimê dilpak û xweşpêşwaz bûn û çopek nanê xwe jî bi hev re parve dikirin. Lê ez gava di 1972yan de vegeriyam Dêrsimê pir tişt guherîbûn. Komên çepgir ên ku Dêrsim wekê navend bijartibûn, pir tişt bi Dêrsimê dan windakirin.” Di çavê Yildirim de “çepgiriyê, bê oliyê û çepê Tirkan teraziya Dêrsimê xirab kirine.” Jiyana Huseyîn Yildirim piştî ragihandina rewşa awarte ya 1970î, dozên Xarpêtê û şkenceyên di Bin Sekiz Yuz Evlerê de ji kokê ve tê guhertin.
Sakîne Cansiz jî behsa girtina xwe û şkenceyên Xarpêtê dike. Lê Yildirim zêdetir dibêje, “Di sala 1977an de li tevahiya Tirkiyeyê şkenceya herî giran li Bin Sekiz Yuz Evleran hat kirin.” Yildirim berê wekî parêzerê nas, dost û hevalên xwe dikeve ser rêya dadgehên rewşa awarte lê ketin ew ketine.
Yildirim di vir de qala Sakine û hevalên xwe yên piraniya wan Dêrsimî ne dike “ Hemiyan pir şkence dîtibûn û li wezaretê hatibûn sekinandin, ez ber bi avahiya dadgehê ve meşiyam. Ew gav di jiyana min de demeke nejibir e. Xemgîn û bihêrs bûm. Hestyariya min zêde bûbû, ez digiriyam û di binê baranê de dimeşiyam. Haya min ji baranê jî tune bû.”
Yildirim bi zorê be jî Sakine ji şandina hepsa Xarpêtê û nav lepên MHPyiyan xilas dike û sewqa wê ya Meletiyê dide derxistin. Dîsa li pêy wê diçe Meletiyê û li wir jî tê gulebarankirin. Beriya Meletiyê fermandarek Tirk ji Yildirim re dibêje: “Parêzer beg, ji bo her kesî toleransa min heye lê ji bo Sakêneyê tuneye. Tiliyeke xwe dide listandin, bi rojan em nikarin girtîgehê komî ser hev bikin.”
Piştî girtin û binçavkirinan darizandinên Diyarbekirê dest pê dikin û Yildirim dîsa li wir e û dibêje, “Xwişka Mazlûm Dogan û hevserê xwe hatin ba min û ji min xwest ku ez parêzeriya Mazlûm Dogan û Mehmet Hayri Durmuş bigirim ser xwe. Min Mazlûm û Hayri rûbirû nasnedikir lê di nav derdorên şoreşgeran de navê wan pir bihîstibû. Roja dinê ez û xwişka Mazlûm em çûn girtîgehê ji bona wekaletan, lê wekalet piştî gelek astengiyan hîn hatin destê me. Wê rojê tevî hemî israra min, destûr nedan ez biçim wan bibînim.
Du roj şûnde ez girtim odeyekê bi tênê û qirêj. Qasê saetek û du saetan şûnde du leşkeran ez birim cihê hevdîtinê. Ez li derveyê du qat têlan bûm, di hundirê têlan de di nav komeke leşkeran de Mazlûm Dogan û Hayri Durmuş sekinibûn. Pêkû ez bizanibim kîjan Mazlûm û kîjan Hayri ye, min bang li Mazlûm kir û Mazlûm ez bersivandim.”
Yildirim qet neskiniye, xwedî li anora Kurdbûnê, li zarokên Kurdam û li mafên wan derketiye. Lewma jî dewletê her tim gef lê xwariye û di firsenda ewilî de mafên hiqûqî û mafê parastinê jê digirin û wî jî wekî hikumxwarî di şkenceyên bê sînor re derbas dikin.
Ev rolguherînî ji bo Yildirim ne tenê windakirina maf û tenduristiyê ye, di heman demê de bi pêşengên Kurd ên vê serdemê re jî hevalbendî ye. Lewra li aliyekê sehneyê avakarên partiya karkerên Kurdistanê û teorîsyenên wê Mazlûm Dogan, Hayri Durmuş, Kemal Pîr û Sakine Cansiz, li ya dinê jî kujerên wek Kemal Yamak, Esat Oktay û dewleta di emrê wan de hene.
Yildirim, diyalog û dan û standinên bi Mehmet Hayri Durmuş û Mazlûm Dogan re, sedemên xweparastina siyasî û rojiya mirinê ji nêzîk ve û bê ajîtasyon nivisandiye. Lewra dewletê li dijî girtiyên Kurd, bi hemû beşên burokrasiyê ve şer daye destpêkirin û planên mirin û teslimbûnê kiriye meriyetê. Heta ji bo ku doz zû bi pêşve biçe “stenografên meclîsê tînin salona dadgehê û doz bi sîstema steno û bantgirtinê ve tê qeydkirin.”
Helbet piştî ku Huseyîn Yildirim vê darizandina teatral îfşa dike dibe hedef û 1981î de tê girtin û paşê di qawîşa 37 û 38an de dibe cîranê girtiyên ku çend roj berê diparast e. Her du cildên pîrtûkê ji tijî agahî û şiroveyên nebihîstî ne. Lê Cilda yekem ji ber ku ji Dêrsima 1938an ve dest pê dike wekî parçeyeke dîroka neteweyî ye, cilda duyem jî wekî deftera dîroka burokrasî, diplomasî û nakokiyên tevgera Bakur dixûyê. Yildirim, tevî şopên şkenceyê û tenduristiya xwe ya xirab bi salan li Ewropayê jî kar dike û têkiliyên curbecur bi sazî û dezgehên Ewropayê re datîne. Bandoreke wî heye di Ewropaya wê demê û li qatê weziran tên pêşwazîkirin.
Cilda duyem bi tena serê xwe mijara nivîseke dinê ye. Mixabin çiroka Yildirim di îlonê de dest pê kir û di Îlonê de jî bi dawî bû. Bi ya min siyaset herdem dikare rexne û xwerexnekirinê bike. Lewra teslîmkirina maf û rêzgirtina ji ked û jana mirovan re mafekî gelemperî û gerdûnî ye.
Miletê Kurd êdî naxwaze bi dubendî, hev du reşkirin û bi înkariya hev bijî. Yildirim, bi keser û hisreta mal û axa xwe li sirgûnê, bê sî û bê sitar çavên xwe girt. Helbet, derfetên xwendinê zêde ne û yên bixwazin dikarin di derbarê Yildirim de xwendin û şîroveyên xwe bikin. Lê ji bo min xwendina bîranînên Yildirim wek dokumentên dîroka Kurdistanê ne û xwedî feyde ne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



