Piştî Ehmedê Xanî, helbesta Kurdî bi dawî nehat; berevajî, berhemên wî bûn yek ji bingehên ku nifşên paşîn xwe li ser wan ava kirin. Xanî bi Mem û Zînê helbesta Kurdî gihand astekê ku mijarên evînê, nasnameyê, welat, civak û daxwaza azadiyê dikaribûn di nav şêwazeke klasîk de bi hêzeke edebî bên vegotin. Lê piştî wî, helbestvanên Kurd hêdî hêdî berê xwe da mijar, ziman û herêmên edebî yên cuda û helbesta Kurdî bi rêyên nû re berdewam kir.
Sedsala 18an: Berdewamiya mîrata helbesta klasîk
Di sedsala 18an de, di nav helbesta klasîk a Kurdî de navên wekî Xanayî Qubadî derketin pêş. Qubadî yek ji helbestvanên girîng ên dibistana Goranî bû û di berhemên xwe de hem mîrata helbesta klasîk parast û hem jî mijarên olî û evînî bi şêwazeke xwe ya taybet pêşkêş kirin.
Ev qonax hêj bi mîrata helbesta klasîk, bi bandora edebiyata Erebî û Farisî û bi formên wekî xezel û qesîde ve girêdayî bû. Lê di heman demê de helbestvanan dest pê kir ku hestên kesane, jiyana rojane û şertên civakî zêdetir derbasî nav helbestê bikin.
Nalî û derketina Soranî wekî zimanê helbestê
Di sedsala 19an de yek ji girîngtirîn guherînên di helbesta Kurdî de li Silêmaniyê û derdorên wê pêk hat. Li vir navê sê helbestvan heye, Baban, Nalî, Salim û Kurdî derketin pêş û bingeha helbesta klasîk a Soranî danî. Nalî bi taybetî di avakirina Soranî wekî zimanekî nivîskî û edebî de roleke mezin lîst.
Nalî bi xezel û qesîdeyên xwe şêwazên helbesta klasîk berdewam kir lê di heman demê de zaravayê Soranî gihand astekê ku dikaribû mijarên evînî, felsefî, olî, neteweyî û civakî bi hêzeke edebî ragihîne. Wî bi vî awayî rê li ber nifşên paşîn vekir û bingeha ku paşê bi navê “dibistana Nalî” tê nasîn, xurt kir.
Di heman qonaxê de Mewlewî jî navekî girîng e. Wî bi giranî bi Goranî nivîsand û di dîroka helbesta Kurdî ya vê zaravayê de cihê xwe yê taybet heye. Helbesta wî têkiliya di navbera mîrata klasîk, tesewuf, helbesta gelêrî û jiyana mirovan nîşan dide. Di berhemên wî de formên klasîk, bi taybetî xezel, bi hest û naverokeke dewlemend a tesewufî û mirovatî re têne pêşxistin.
Lê ev pêşketin bi Mewlewî re nesekinî; di dawiya sedsala 19an de helbesta Kurdî qonaxeke din a girîng derbas kir.
Hacî Qadirî Koyî û dengê civakê
Di dawiya sedsala 19an de, bi Hacî Qadirî Koyî re helbesta Kurdî rûyekî din dît. Hacî Qadirî Koyî ji helbesta klasîk dûr neket lê armanca helbestê berfireh kir. Di helbestên wî de ziman, hişyarî, zanîn, rewşa civakê, azadiya Kurdan û pirsgirêkên siyasî cihên girîng girtin.
Bi wî re helbest ne tenê cihê evîn û xemên kesane bû; ew dikaribû civakê hişyar bike, bibe dengê civakê, pirsgirêkên wê bide ber çavan û bibe dengê gel. Helbesta wî bi dîrok, çand û mîrasyara Kurdan re têkiliyek xurt ava kir û helbest ji cihê hestên kesane ber bi qada civakî û neteweyî ve wî firehtir kir.
Di heman serdemê de Şêx Riza Talebanî jî navê girîng e. Helbesta wî bi taybetî ji aliyê zimanê sivik, rexneya civakî û şêwazê ve taybetmendiyên xwe hene. Bi wî re helbest dikare hem cidî be û hem jî bi realîst û xalên rexneyî li ser mirovan, rîtûel (adet) civakê û jiyana rojane raweste.
Sedsala 20î: Ji klasîkê ber bi nûjeniyê ve
Di destpêka sedsala 20î de, mercên siyasî û civakî yên Kurdistanê helbest jî guherand. Guhertinên siyasî, hilweşîna mîrgehên kevn û derketina ramanên nûjen, helbestvanên Kurd zêdetir bi pirsa nasname, ziman, welat, azadî û paşdemayîna civakê re mijûl kirin.
Di vê qonaxê de helbest hêdî hêdî ji formên tenê klasîk dûr ket û mijarên nû girt. Helbestvan ne tenê li pey parastina formên kevn bûn; wan hewl da ku ziman û formên helbestê bi şertên nû yên jiyanê re biguncînin.
Li Silêmaniyê Pîremêrd yek ji kesayetiyên herî girîng ên vê qonaxê ye. Wî form û metreyên helbesta klasîk bi mijarên nû re têkildar kir, zimanê gelêrî nêzîkî helbestê kir û hewl da ku helbest ji bo girseyeke firehtir bê fêmkirin. Di berhemên wî de welat, civak, perwerde û zarok jî cihê girîng digirin. Wî di bipêşxistina edebiyata Kurdî ya nûjen de bandoreke berbiçav hişt.
Dildar jî di vê qonaxê de navê girîng e. Helbesta wî hêmanên romantîk û realîst anîn nav helbesta Kurdî û Ey Reqîb di dîroka nûjen a Kurdî de cihê taybet girt. Bi berhema wî re helbest dikare di heman demê de hest, nasname û daxwaza azadiyê bide ber çavan.
Ebdulah Goran û şikandina rêgezên kevn
Dibe ku yek ji rawestgehên herî girîng ên vê rêyê Ebdulah Goran be.
Goran di sedsala 20î de helbesta Kurdî ber bi helbesta azad û şêwazên nûjen ve bir. Wî hewl da ku helbest ji hin çarçoveyên klasîk derxe û rê li ber form, ritm û zimanên nûjen veke. Wî mîrata helbesta klasîk û helbesta gelêrî bi teknîk û hestên helbesta nûjen re tevlihev kir û qada mijarên helbestê berfireh kir. Lêkolînên nû jî rola Goran di modernîzekirina formên helbestê û bipêşxistina helbesta azad de bi taybetî derdixin pêş.
Bi Goran re helbest tenê guhertina formê nedît; têgihiştina helbestvan ji ziman, hest, mirov û jiyana civakî jî ber bi qada nû ve çû.
Kurmancî û dengê sedsala 20î
Di heman sedsalê de, di helbesta Kurmancî de Cegerxwîn dibe yek ji navên herî girîng. Wî ji jiyana gel, dengbêjî, dîroka Kurdan û jiyana rojane hêmanên helbestê girt û bi zimanekî rasterast li ser azadî, civak, bindestî û jiyana gel nivîsand. Di lêkolînên li ser Cegerxwîn de ew wekî yek ji helbestvanên sereke yên sedsala 20î yên ku di Kurmancî de nivîsandine tê nirxandin.
Li kêleka Cegerxwînê, divê em navên Osman Sebrî, Qedrî Can, Tîrêj û gelek helbestvanên din ên ku di bipêşxistina helbesta Kurmancî ya klasîk de roleke girîng girtine jî ji bîr nekin. Ev qonax bi taybetî girîng e, ji ber ku helbesta Kurmancî ji mîrasyara klasîk ber bi zimanekî nûjen, civakî û siyasî ve pêşde çû.
Şêrko Bekas û helbesta li derveyî sînorên siyasî
Di nîvê duyemîn ê sedsala 20î de, bi taybetî di helbesta Soranî de, Şêrko Bekas helbestê gaveke din bi pêşde bir. Wî helbesta azad û wêneyên nû bi awayekî berfireh bikar anîn û zimanê helbestê ji hin çarçoveyên kevn derxist.
Di berhemên wî de mijarên siyasî û neteweyî hene, lê qada helbestê tenê li van mijaran nesekiniya. Helbest hêdî hêdî ber bi mirovatî, jin, evîn, azadî, jîn, mirin û pirsgirêkên hundirîn ve fireh dibe. Bi vî awayî, helbesta Şêrko Bekas hem berdewamiya dengê neteweyî û civakî ye û hem jî hewldanek e ku ezmûna mirovan di nav cîhaneke firehtir a hest û ramanê de bide cih.
Di lêkolînên akademîk de jî tê nîşandan ku Şêrko Bekas di modernîzekirina helbesta Kurdî de roleke girîng lîstiye û di berhemên wî yên paşîn de helbest ji hişyarî û neteweyîbûnê ber bi rexneya civakê û mijarên mirovatî ve firehtir bûye.
Bi vî awayî, rêya helbesta Kurdî ji Ehmedê Xanî heta helbestvanên nûjen rêyeke yekreng û rasterast nebû. Ew rê bi berdewamî, guherîn. Ji klasîk ber bi nûjeniyê, ji xezel û qesîdeyê ber bi helbesta azad û ji mijarên evîn û tesewufê ber bi nasname, civak, siyasî, azadî û pirsgirêkên hundirîn ve, helbesta Kurdî her carê xwe bi şertên nû yên jiyanê re nû kiriye.
Ji ber vê yekê, dîroka helbesta Kurdî ne tenê dîroka guherîna form û şêwazê ye; ew di heman demê de dîroka ziman, bîranîn, nasname û hewldana mirovan e ku di şertên cuda de dengê xwe, biparêzin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



