Dema ku Thomas Jefferson yek ji bavên damezirîner ên Amerîkayê, sala 1787an di nameyekê de nivîsiye: "Heke biryar be ez di navbera hikûmeteke bê rojname yan jî rojnameyeke bê hikûmet de yekê hilbijêrim, ez bêyî dudiliyê ya duyem hildibijêrim."
Mebesta Jefferson tenê parastina pêgeha çîneke diyar nebû, wî û danerên destûra Amerîkayê baş dizanî ku azadiya rojnamegeriyê ne tenê mafek e, di heman demê de stûna bingehîn û motora her civakeke bipêşketî, dadperwer û zindî ye. Civakeke ku agahiyên rast jê re negihîjin û rojnamegeriyeke azad û wêrek çavdêriya desthilatê neke, ber bi pêş ve gavan navêje.
Lê anîna vî prensîbê gerdûnî ji bo nav rastiya Rojhilata Navîn, Îraq û herêmê karekî gelekî dijwar û tijî qurbanîdan e. Li vê derê xebata di qada medyayê de ne tenê pêşbaziya pîşeyî yan berhemanîna televîzyonê ye, beravajî rûbirûbûneke rojane ye bi guşarên siyasî, gefan, rêgiriya li ber bidestxistina agahiyan û wan xetên sor ên destçêkirî re ku dixwazin em tenê ji dûr ve li wan binêrin û qala wan nekin.
Di rewşeke bi vî rengî ya tijî astengî de, gelekî hêsan e ku mirov bi paş ve gavê biavêje û berhemên xwerû û bêsêrêş pêşkêş bike.
Lê pirsa me ya bingehîn a li Tora Medyayî ya Rûdawê her tim ev bûye: Heke em rûbirûyî van astengan nebin, kî dê çîrokên rastîn û dengê xelkê vebêje?
Di rojên borî de, li Festîvala Navneteweyî ya Cannesê ya ji bo Medya û Televîzyonê (Cannes Corporate Media & TV Awards) li Fransayê, bi fermî du xelatên navneteweyî pêşkêşî du beşên bernameya lêkolînî ya "Hîn jî Maye" ya bi pêşkêşvaniya Hêvîdar Ehmed hatin kirin.
Beşa "Paşeroja Hizbulahê" di beşa Kar û Barên Niha (Current Affairs) de Xelata Kasa Dolfînê bi dest xist û beşa "Dawiya Mezopotamyayê" ya li ser krîza hişkesalî û jîngehê ya li Îraq û herêmê jî bawernameya fînalîstiyê (Finalist) bi dest xist.
Girîngiya vê serkeftinê tenê di xelatê bi xwe de kurt nabe, di wê standardê bilind de ye ku ji aliyê pisporên navneteweyî ve hat pejirandin.
Birêvebirê Xelatên Cannesê yên ji bo Medya û Televîzyonê Alexander Kammel li ser xebatên me ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Standardên we gelekî bilind in. Dema min dît mijarên ew qasî hestiyar bi awayekî ew qasî pîşeyî hatine destgirtin, ez bi awayekî erênî gelekî matmayî mam, ne tenê ji aliyê pêşkêşvan ve, her wiha ji aliyê xebata kamerayê û vegotina çîrokê ve jî."
Kammel bi balkişandina ser wê yekê ku nêzîkî 100 jûriuên ji qenalên mezin ên cîhanê nirxandin ji bo berheman kiriye, got:
"Berhemên we di asteke gelekî bilind a belgefîlmên televîzyonî de ne, gelekî hevseng û bêalî ne û dikarin bi yên herî mezin ên cîhanê re pêşbaziyê bikin."
Ev pejirandina cîhanî di festîvalekê de ku salane berhemên saziyên mezin ên wekî Bloomberg, Al Jazeera, Deutsche Welle û Discovery tê de tên nirxandin, li kêleka xelatên me yên navneteweyî yên pêşerojê yên wekî Telly, Webby û Stevieyê, bersiveke teqez e ji bo wê nêrîna ku difikirî medyaya herêmî nikare di asta standardên cîhanî de bixebite. Lê beriya her tiştî, ev destkeftî berhema ked û hewldana bêrawestan a rojnameger, pêşkêşvan, kameramanên çavnebar, montajkar û derhênerên dilsoz ên Rûdawê ye, ew tîmên mandînebûyî yên ku şev û roja xwe dikin yek û bi jêhatîbûn û hunereke bilind dixebitin.
Azadiya rojnamegeriyê û lêkolîna kûr a wêrek, pêwîstiyeke vebir e ji bo dabînkirina dadperweriyê, rûbirûbûna gendeliyê û pêşxistina civakê, bêyî medyayeke azad, civak bi pêş ve naçe.
Tevî hemû rêgirî û astengan jî baweriya me ya xurt a bi wê yekê ku xebatên me jiyana me ya niha, paşeroja nifşên me û Kurdistanê ber bi baştirbûnê ve dibin, dê her tim bibe teşwîqkerê me yê sereke ji bo derbaskirina sînoran.
Pêdiviya civakeke zindî bi medyayeke çavnebar heye, ne bi deng û hewarên guhêrbar. Cannes tenê rawestgehek bû da ku em ji cîhanê re bibêjin heqîqeta vê axê hêjayî dîtinê ye, peyam gihîşt lê rê hîn dirêj e.



