Di salên nodî de li Kurdistanê seferberiyên siyasî û çandî bi hev re dest pê kir. Bi taybetî li Bakur pêngavên çandî li pey hev hatin û pêşeng jî qada muzîkê bû. Di nav çend salan de, bi alîkariya teknolojiyê, civakê berê xwe ji qeydên teyîb û radyoyan da TV, qadên mitîng, şev û pîrozbahiyên ku bi dehan muzîkjenên ciwan li wan stranên bi enstrumanên nûjen digotin û sehne digirtin. Muzîka Kurdî ji odeyên dengbêjan ber bi xebatên koman û tevkariya ciwanên mutewazî gihaşte werçerxeke çandî. Ciwanan li ser mîrasa kevn û di legaliyeke sînordar de; bi deng û şêweyên nûjen, gelek tişt li sektorê û siyaseta pişt sektorê zêde kirin.
Di van salan de çiya, zindan, hestên welatparêziyê, coş, wêrekî û afirînerî li ba herkesî dibûn dirûşm û kirasguhertineke neteweyî. Konserên di bin zextan de, albumên ku diketin korsanê û mitîngên bêdestûr û girseyên bi gef û gur, bayê dewrekê vediguherand helbest, kilam, gotin, deng û awazên neteweyî. Di nav xebatên muzîkê de, xortekî bejinzirav, narîn, meqûl û xweşdeng li gel gelek hevalên xwe stran digotin. Bê guman albuma ku koma vî ciwanî derxistibû jî teqdîrdar bû û peyamên wan jî kesan bêtir deng dida lê dîsa jî tona dengê wî stranbêjî jî rihekî din dida wan têgehên vexwendîdar.
Navê komê û paşnavê wî stranbêjê xort wek hev Rojhilat bûn û koma Rojhilat jî, di yekemîn (1997) albuma xwe de serweriya xwe îlan kiribû û hatibû hezkirin. Albuma wan a bi navê “Mezrabotan im ez” Kurd zû bi xwe dabûn hesandin. Lê bêşansiyek li pêşiya komên Kurdan hebû ku ew fikra komxebatî ber bi 2000î û piştî wê li tevahiya cîhanê de êdî ji holê rabûya. Ji ber şerê li Kurdistanê komên Kurd xebatên xwe dîsa jî domandin û di hêviyên xwe de israr kirin. Lê piştî 2004an di muzîka Kurdî de jî ev zincîr qetiya û daxwaza albumên şexsî hat qebûlkirin; gelek endamên populer ji komên xwe qetiyan û albumên solo derxistin.
Îbrahîm Rojhilat jî piştî belavbûna komê, rêwîtiya xwe ya muzîkjeniyê domand, du album (Bengî û Ji te dûr bûm) derxistin û guhdarên wî dîsa ew hembêz kir û eleqeya xwe jê kêm nekir. Kê navê komê di salên nodî de bijartiye nizanim lê navê Rojhilat 2026an de bû qulbegana siyaseta Kurd û partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Yanê dil û hişmendiya çandê li dijî zeman û tunekirina welat, her dem zindî ye. Lê, ew kesên ku 36 sal berê heman xwedîderketin bi bîr dianî li kû ne? Çend heb ji wan dijîn, sirgûn, xeyîdî yan girtî ne? Kariyera wan çawa bû, çi qasî pêş ve çûn an çima karê xwe yê çand û hunerê nedomandin? Çiraya wan a hunerheziyê ji ber çi vemirî? Ji bo vê yekê navê nivîsa xwe datînim, “Îbrahîm Rojhilat li kû ye?”
Bi rastî jî Îbrahîm Rojhilat li kû ye!
Di çend vîdeoyên ji konserên komê de Îbrahîm û Gulê (Mayera) tenê wek stranbêj dixuyên. Heta Gulê jî êdî pir naxuye. Lê ya xerîb ew e ku piştî belavbûna van koman çima gelek stranbêjan karên dûdirêj nekirin. Di nav wê jenerasyonê de (salên nodî û li Bakur) Rojda, Ayfer, Mehmet Akbaş û Mihemed Atli tenê albûm an jî coverên nû çêdikin, organîzasyon û konseran li dar dixin. Îbrahîm Rojhilat albuma xwe ya dawî di 2008an de derxistiye. Pişt re tenê di dawet û hin bernameyan de dixuye. Ji wê salê vir ve ti xebata wî ya berbiçav naxuye. Gelo mesela wî çi bû? Dengê wî westiyaye yan derfetên wî kêm bûn? Kê pêxim li karê wî xist? Çima ew şansê ku jiyanê dabûyê bi kar neanî-nayîne, tevî ew qas teknolojî û azadiyê? Van rojan ez dueta wî û Rojdayê a bi navê “Ha gula we me” guhdarî dikim û ji ber du dengên ew qasî lihevhatî mest dibim û li diskografiya Îbrahîm dinerim. Diskografiyeke ne temam û nîvco dibînim û mimkûn e bê temamkirin. Bi ya min, Rojdayê heta niha bi dehan kesan re duet çêkirine û dengê gelekan di siya xwe de hiştiye, lê tenê di dueta bi Îbrahîm re dengê xwe kontrol kiriye. Ev ji zexmiya dengê Îbrahîm nişan dide. Helbet dîsa jî biryar a guhdaran e. Lewra guhdarên stranbêjan dikarin bi dehan salan eynî album û kilaman guhdarî bikin, lê stranbêj xwediyê vê luksê nînin û nikarin heman tiştê bikin. Lazim e hewl bidin, bi demê re bidin berhev, bi bêîmkaniyê re şer bikin û hunera xwe ji kevir derxin. Tewr navê mirov Îbrahîm be, ji Kurdistanê û jî kûraniya dengbêjan Agiriyê be, gerek çakûç di dest de be; pût û pûtperest, asteng û astenghez li kû dibin bila bibin lazim e tu bixwazî wan parçe bikî.
Lewra risteyên jêr me ji dengê Îbrahîm Rojhilat bihîstine; “Mezrabotan im Ez!
Qerîna sê hezar salan veşartiye di dergûşa zarokên min de…”
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



