Xwînerê Hêja,
Mirov berhemên miletên din bes ji bo hînbûna çîroka wan naxwîne, gelek caran armanc ew e ku mirov çîroka xwe di neynikeke din de bibîne. Em dê îcar berê xwe bidin Kamerûnê û berhema Ferdinand Oyono, “Houseboy” an jî bi Kurmancî “Xulamê Malê.” Ka em bibînin gelo çîroka xulamê malê di derbarê me de çi dibêje.
Ev pirtûk cara pêşî di sala 1960an de li Fransayê çap bû. Min wergera wê ya bi Îngilîzî xwend.
Di pirtûkê de demeke dîyar ya çîrokê nayê gotin lê mirov ji bûyeran fehm dike ku çîroka Toundi di salên 1950î de derbas dibe. Kamêrûn di bin kontrola Birêvebiriya Mêtinger ya Fransiz de ye. Sazî dezgehên mîsyoneran li her dera Kamerûnê belav bûne. Li bajaran, serdest mirovê çêrmspî yî Ewropî ye, mirovê reşik jî wekî xulam li ber destê wan dixebite. Li heremên gundewar mirovê reşik mehkûmî jiyaneke xizan a zehmet bûye.
Toundi, di mala serdest de lê belê wekî xulam
Toundi Ondoua lawikekî nûcîwan e. Ew xizan in. Kulfetên malê pariyên hevdu dijimêrin, bavê malê mirovekî hişk î sar e. Qey ji ber vê sedemê Toundi ji malê direve û xwe diavêje ber bextê Mîsyone Katolîk. Li wê derê, Peder Gilbert wî wekî xulamê mala xwe hildide, xwendin û nivîsandinê ji wî fêr dibe. Toundi dest bi nivîsandine rojnivîskê dike û em çîrokê ji devê Toundi dixwînin.
Toundi ew zarokê mirovê bindest e ku ji mala xwe ye xizan direve û diçe ber deriyê serdestê miletê xwe. Mêtinkariya Fransizan wekî pergaleke xwînmêj hemû çavkaniyên Kamerûnê dimije û wan xizan dike. Mîsyona Katolîk gund bi gund digere da ku nirx û baweriyên dînê xwe bifroşe wî miletê xizan.
Lê Toundi lawikekî cahil û birçî ye û haya wî ji bayê felekê tune. Gava Peder Gilber kirasekî kevn û şortekî dide wî, ew li pey motorsîkleta Peder sîwar dibe û di nava gund re derbas dibin, hemû zarokên gund xweziya xwe bi Toundi dikin.
Gerçî belkî mirov nikaribe sebeba vê yekê bi tenê bi cahiltiya Toundi rave bike. Nexwe di nava Kurdan de gelek “zane” û “rûspî” hene ku pesnê xwe didin ku ew çawa baş zimanê tirkan dipeyivin yan jî çawa gelo tirk wan wek heval û hogirên xwe qebûl dikin. Pîvana hêjabûn û meqbûlbûna mirovê bindest di destê efendiyê wî de ye.
Ji ber ku di pergala mêtinkar de, serdest bes xakê û aboriyê kontrol nakin, ew her weha hiyerarşiya nirxan jî kontrol dikin. Ew biryarê didin gelo kîjan ziman, kîjan cil û berg, kîjan jiyan ji ya din xweşiktir û meqbûltir e.
Ya ku tê serê Toundi jî têkde ev yek e. Lê ew di destpêkê de pir geşbîn e. Peder Gilbert di nava gelek zarokên din ên reşik de ew hilbijartiye. Ew hildaye mala xwe, ew fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye. Lewma jî daxwaza dilê Toundi ew e ku malbata xwe ya xizan, ol û baweriyên wan li pey xwe bihêle û bibe kulfetê mala Peder, lê ew piştî demeke kurt dibîne ku ew xulamê malê ye û ew dê her wekî xulam bimîne. Roj derbas dibin û Toundi hêdî hêdî dikeve li nava pêwendiyê wan ên rojane û çavdêriya çanda wan a xwarinê, rabûn û rûniştina wan, pêwendiyên wan ên zayendî û aborî dike. Toundi dibîne ku mirovê mêtinkar di nava mala xwe de jî pergaleke hiyerarşîk ava kiriye. Pederê Katolîk sibê heya êvarê behsa hezkirin, wekhevî û duristbûnê dike lê belê ti kes ji kesî hez nake, wekhevî di navbera mirovê spî de tune û ew li rûyê hevdu dikenin lê li pişt hevdu dijmintiyê dikin.
Qey ji ber vê sedemê Toundi di despêkê de bi şanazî dibêje ku wî dev ji ol û baweriyên miletê xwe berdaye û bûye Xiristiyan. Lê piştî salan ev axaftin di navbera Toundi û xanima malê de derbas dibe.
”…Tu Xiristiyan î, ne wisa?”
“Belê, Madam, kêm zêde wisa.”
“Çawa yanê kêm zêde?”
“Ne pir Xiristiyan, Madam. Xiristiyan ji ber ku Peder avek ji ser serê min re ro kir û navekî Ewropî da min.”
“Ez nizanim gelo van gotinên te çawa fehm bikim. Fermandar ji min re gotibû ku tu oldarekî saxlem î.”
“Em neçar in ku ji çîrokên mirovê spî bawer bikin-kêm yan jî zêde.”
Di dawiya vê axaftinê de Xanima Malê dipirse gelo Toundi dîsa vegeriyaye li ser ol û baweriyên miletê xwe û bersiva Toundi gelekî balkêş e: “Robar nikare berevajî bikişe û vegere çavkaniya xwe.”
Ev gotina Toundi rastiyeke ne xweş tîne bîra xwîner, belê tu tişt venagere rewşa xwe ya berê. Lê dibe ku ji xeynî jiyana xulamtiyê îhtimaleke din jî hebe. Heya Toundi ji terka mala serdest nede, ew dê vê îhtimalê nizanibe.
Yan jî ji bo vê sedemê xulamê mala xelkê, heya terka wê malê neke û mala xwe ava neke, ew dê ti carî nikaribe serê xwe dekolonîze bike. Mirovê ducarî mêtinkariya çandî, kulturî, zimanî û olî bûye, divê nêrîna serdestan, pergala nirxên wan ji mala xwe û serê xwe biavêje da ku xwe li gorî nirxên serdest nenirxîne.
Ji ber ku mêtinkarî ne bi tenê kontrolkirina aborî û siyasî ye, ew diyarkirina nirxan e jî!
Mêtinkar nikare serdestiya xwe bes bi rêya tank û topan bidomîne. Pêwistiya wî bi destekî nerm jî heye. Birêvebiriya kolonyal niştecihên welêt ji war û karên wan diqehirîne, ol û baweriyên wan qedexe dike, lê pêwistiya heman pergalê ew e ku cihekî nû, ol û baweriyên xwe bide van mirovên li ser pêyan. Ev destê nerm li Kamerûna di 1950an de Dêra Katolîk e. Kiryar û polîtikayên Birêvebiriyên Mêtinkar ên Deryayî û kiryar û polîtikayên dewletên welatê me kontrol dikin ji gelek aliyan ve naşibin hevdu û mirov nikare wan rasterast bide hevberî hevdu. Lê encamên kontrol, tundî û birêvebirina hêzên kolonyal gelek caran dişibin hevdu. Ji bona xwînerê ku nikare baş fehm bike gelo ez behsa çi dikim, dibe ku nimûneyeke gelekî balkêş bûyerên salên 90î yên bakurê Kurdistanê be.
Di salên 90î de dewleta Tirk lê dixist, gund û warên Kurdan dişewitandin û nifûsa van deran ji neçarî koç dikir û diçûn qeraxên Stenbol, ÎzmÎr û Edeneyê. Koçberiya mecbûrî, koçberan bi zorê dixe nava pêwendiyên nû yên zimanî, çandî û aborî. Lê di nava hiyerarşiya zimanî, çandî û gelek caran aborî de cihê koçberan jixwe diyarkirî ye. Çawa ku Toundi xulamê malê be, “Kürt kardeşimiz” jî karkerê erzan e.
Dewlet bi destê hişk lê dixe dikuje, dişewitîne, çavkaniyên welêt dişêlîne. Bi destê nerm, perwerde dike, wargehên xwendekaran vedike û zikê wan têr dike, bursan dide xwendekarên xizan.
Bi vî awayî giyanê zaroka miletê bindest parçe parçeyî dibe. Ji aliyekî ve dibîne ku pergala serdest mala wî hilweşandiye, ew ji malbata wî newan kiriye lê ji aliyekî din ve jî heman sîstemê ew fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye, zikê wî yî birçî têr kiriye. Ev pergala qirêj wisa dike ku zarok nikare tevde ji serdest nefret bike, ji ber ku ew wefayê jî ji bona serdestê xwe hest dike. Dibe ku ji ber vê sedemê, gelek caran zarok nikare barê van hestên tevlihev hilgire û berê nefret û tundîtiya xwe vedigerîne xwe.
Bê guman di navbera çîroka Kamerûn û Kurdistanê de ciyawaziyên dîrokî û erdnigarî hene. Her weha şert û mercên kolonyalîzma wê dewrê ya li wê derê û rewşa Kurdistanê ji hevdu cuda ne. Lê gava mirov vê berhemê dixwîne, ew pêvajoya Toundi tê re derbas dibe, îsbat dike ku encamên pêwendiyên hiyerarşîk yên li ser giyanê mirovan dişibin hevdu.
Min gelek caran di bertek û gotinên Toundi de hindek mirovên Kurd ên nas anîn bîra xwe. Hinek ji van kesan gazinan ji nezanî û tundîtiya Kurdan dikin. Yên din bi Kurdî dizanin lê ti carî napeyivin ji ber ku şerm dikin. Çend kesên din jî xwe li hemberî Kurdan wek bavekî dilêş hest dikin, dixwazin hemû Kurdan ew perwerde bikin lê nikarin. (Gelo di giyanê her mêrekî kurd de Ocalanek heye?) Lê, li gorî çavdêriyên min, taybetiya sereke ya di navbera hemû van kesan de ew e ku ev kes ji xwe hez nakin, nikarin ji xwe hez bikin. Pergala mêtinkar giyanê wan xesandiye. Ew giyanê xesandî nikare hezkirin, fehmkirin û qebûlkirinê ji bo xwediyê xwe û kesên dişibin wî bi xwe hilberîne. Dibe ku sedema vê heznekirinê bikaranîna neynika/nêrîna serdest be. Heya roja ku mirov xwe li gorî nirxên miletê serdest, çîna serdest nirxand, dê ew mirov ti carî têr neke, her tim kêm be.
Piştî gelek serpehatiyên dijwar, Toundi ji mala serdestan direve. Wî wekî lawikekî dilsoz û hêvîdar bawer û hêvî kiriye ku xulamtiya mala Peder dê wî rizgar bike. Nasnameyeke serdest bide wî û ew dê di nava civaka xwe de bibe mirovekî rêzdar. Lê ew êdî kal û birîndar e. Di destê wî de rojnivîskek heye da ku şahidiya azmûna wî ya jiyanê bike û bibêje; ji bona terkdayina mala serdest jiyanekê dêrs neke.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



