Piştî şeş mehan ji şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibata 2026an dest pê kir, aboriya Îranê ji rewşeke hestyar a demdirêj a serdema cezayan, guherî rewşekê ku niha gelek saziyên navneteweyî wekî "herifîna temam" bi nav dikin. Derket holê ku qada sereke ya şer aborî ye. Dorpêça deryayî ya Tengava Hurmizê, rawestandina nêzîkî temamiya hinartina petrolê û daketina bilez a qîmetê pereyê Îranê, bi hev re qeyrana herî xirab a aboriya Îranê ya piştî salên 1980yî çêkir.
Herifîna tumen
Daketina qîmetê tumen bi eşkereyî qeyranê nîşan dide. Tumen ji şerê 12 rojî yê meha şeşan a sala borî û heta niha nêzîkî ji sedî 60ê qîmetê xwe ji dest daye. Îsal bihayê tumen bi berdewamî daket. Heta meha nîsanê ya îsal, dolarek bi nêzîkî 132 hezar-140 hezar tumenî dihat kirîn û firotin. Heta dawiya meha tebaxê, bihayê dolarekî 200 hezar tumen derbas kir. Ev jî ji ber gera nû ya cezayên Washingtonê û rawestandina bazirganiyê ya ji ber dorpêça Amerîkayê ye.
Enflasyon û herifîna hêza kirînê
Enflasyona salane ya ku beriya şer di ser ji sedî 50î re bû, niha ji aliyê Fona Diravan a Navneteweyî û çavdêrên serbixwe ve ji bo sala 2026an di navbera ji sedî 66-ji sedî 68,9an de tê texmînkirin ku ev ji sala 1979an ve asta herî bilind e. Raporên fermî yên hikûmeta Îranê amaje pê dikin ku di dema şeş mehên şer de biha nêzîkî ji sedî 6 bilind bûne lê heman rapor destnîşan dikin ku enflasyona di bihayê xwarinê de ya ku Çiriya Pêşîn a 2025an ji sedî 64 bû, meha sibatê derketiye ji sedî 105an.
Ji bo malbatên Îranî ev tê wateya bilindbûna ecêb a bihayên heftane û carinan jî rojane. Li Tehranê kîloyek kartol di nava hefteyekê de ji 0,39 dolaran derket 0,52 dolaran. Kartoneke hêkan a 30 libî ji 2,90 dolaran derket 4,15 dolaran. Bihayê nan jî li gorî sala borî du qatan bilind bûye. Mûçeyê herî kêm ê ku hikûmetê diyar kiriye niha mehane dike di navbera 82 û 108 dolarî de, vê yekê jî wisa kiriye ku baweriya bikarhêner û welatiyan bi temamî ji holê rabe û mûçeyê beşeke mezin a xelkê bê qîmet bibe. Dikandar didin zanîn ku firotina wan li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 40 kêm bûye û xwedîkarên biçûk jî hişyariya topavêtinê didin.
Firotina petrolê û guvaşa darayî
Petrol ew sektor e ku bandora darayî ya şer rasterast li ser diyar e. Îranê meha sibatê, beriya destpêkirina êrişan, rojane nêzîkî 2,1 milyon bermîlan petrol difirot derve. Li gorî raporên navneteweyî heta meha gulanê, di bin dorpêça deryayî ya Amerîkayê de hinartina petrola xav daket nêzîkî sifirê. Dahata firotina ya mehane ya ku berê di ser 4 milyar dolaran re bû, daket bin 200 milyon dolarî ku ev yek herifîneke zêdetirî ji sedî 95an e. Weqfa Parastina Demokrasiyan (FDD), texmîn dike zerera aborî ya rojane ya dorpêçê nêzîkî 435 milyon dolaran e. Axiosê jî bi awayekî cuda belav kir ku dorpêça Amerîkayê tenê heta meha gulanê herî kêm 4,8 milyar dolar zerer daye Îranê. Ji ber ku dahata petrolê heta beriya şer nêzîkî çaryekeke budceya hikûmeta Îranê dabîn dikir, niha ev valahiya mezin a di budceyê de bi rêya bacên navxweyî, hinartina derveyî petrolê û bikaranîna rezervên beriya şer tê dagirtin. Siyasetek e ku berpirs bi dizî qebûl dikin ku nikare berdewam bike. Serokkomarê Îranê Pizişkiyan ragihand ku bazirganiya derve bi rêjeya nêzîkî ji sedî 35an kêm bûye.
Berhema navxweyî û bazara kar
Texmînên Fona Diravan a Navneteweyî yên li ser aboriya Îranê, îsal du caran hatin guhertin û her du caran jî pêşbîniya şistbûna aboriyê ji bo Îranê kirine. Pêşbîniya geşbûneke kêm a aboriyê ya ji bo sala 2026an, meha nîsanê guherî bipaşveçûna bi rêjeya ji sedî -6,1ê, paşê meha tîrmehê wekî ji sedî -5,4an hat guhertin, ji ber ku piştî gihîştina lûtkeya dorpêçê rewş hinekî aram bû. Banka Cîhanî jî bi awayekî cuda ji bo sala darayî ya Îranê ya ku Adara 2026an bi dawî dibe, ji sedî 2,7 bipaşveçûn pêşbînî kiriye. Ji bo sala 2026an bêkarî ji sedî 9,2 tê pêşbînîkirin û ji ber êrişên li ser binesaziya petrokîmyayê û kargehan derfetên kar ên rasteqîn di sektora pîşesaziyê de kêm bûne.
Sê senaryo
Rojnameya aborî ya Îranê (Dunyayî Îqtîsad), 12-24 mehên paşerojê yên Îranê bi rêya sê senaryoyan şîrove kirine:
• Senaryoya geşbîn: Heta Îlona 2026an peymana dawî tê kirin, cezayên li ser Îranê tên rakirin û ji bo avakirina wêraniyên şer pere tên veqetandin.
• Senaryoya navîn: Memoranduma jihevtêgihîştinê ya di navbera Îran û Amerîkayê de dimîne lê peymana piralî heta sala 2027an bi paş dikeve.
• Senaryoya reşbîn: Berdewambûna dorpêçan û têkçûna memoranduma jihevtêgihîştinê ku dê li pey xwe enflasyoneke zêde û piştşikên (Hyperinflation) bîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



