Têkoşerê mezin ê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir. Jiyana wî ne bi postekî siyasî û ne jî bi çend salên zindanê dikare were kurtkirin ji ber ku ew hem şahid û hem jî beşdarê qonaxeke girîng bû ku tê de doza Kurdan li Bakurê Kurdistanê ji tirs û bêdengiyê derket û ber bi ragihandina nasnameya xwe û xwestina eşkere ya mafan ve çû.
Ew di temenê 85 salî de, piştî ku rewşa tenduristiya wî xerab bû û ji ber nexweşiya dirêjdem a tengbûna rêyên hewayê ket lênihêrîna taybet, jiyana xwe ji dest da.
Rêya jiyana wî ne ji malên serok û kesên navdar dest pê kir. Ew di sala 1940an de li Farqînê ji dayik bû. Xwendina xwe zû hişt û dest bi karê dirûtinê kir.
Lê dikana dirûtinê ji bo wî tenê cihê debara jiyanê nebû ew bû cihê axaftinên siyasî û fikrî, û hişmendiya wî ya siyasî jî li wir dest bi pêşketinê kir. Di sala 1963an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû, di damezrandina şaxa wê ya Farqînê de beşdar bû û serokatiya wê kir. Pişt re jî di Komelên Çandî yên Şoreşger ên Rojhilatê (DDKO) de çalak bû, wan komelan di destpêka bilindbûna hişmendiya siyasî û çandî ya Kurd de roleke girîng lîst.
Lê sala 1977an bû xaleke veguherînê ku navê Mehdî Zana xist nav dîroka siyasî ya Kurd. Ew wek namzedekî serbixwe ji bo serokatiya Şaredariya Amedê ket hilbijartinê û bi ser ket.
Lêkolînên zanistî yên paşê ev encam wek bûyereke awarte di siyaseta Tirkiyeyê de nirxand. Mehdî Zana ji nav karkeran hatibû, ne ji malbateke dewlemend an ji nav rûspiyên bajêr. Lê bi dengê gel karî pergala desthilatdariya partiyan, hêzên herêmî û dewletê, ku bi dehsalan siyaseta Amedê di destê xwe de girtibû, bişkîne.
Ew di wê demê de yek ji tenê du namzedên serbixwe bû ku di bajarên mezin ên Tirkiyeyê de serketin bi dest xistin.
Girîngiya serketina wî ne tenê di wê de bû ku bû serokê şaredariyê lê di nasnameya ku bi wê ket şaredariyê de bû. Wî di dema kampanyaya xwe de Kurdîtiya xwe eşkere kir û bi Kurdî axivî. Piştre jî bikaranîna zimanê Kurdî di encumena şaredariyê û saziyên wê de teşwîq kir, di demekê de ku dewlet dixwest zimanê Kurdî ji jiyana giştî rake. Ji ber vê yekê, şaredarî ji bo Mehdî Zana ne tenê saziyeke xizmetguzariyê bû, ew bû qadeke ku Kurd dikaribû bi nav û nasnameya xwe vegere nav jiyana siyasî, di demekê de ku ji wî dihat xwestin nasnameya xwe înkar bike.
Piştre derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an hat.
Çend roj piştî derbeyê Mehdî Zana hat girtin û birin Zindana Leşkerî ya Amedê, ew zindan ku paşê bû yek ji reştrîn nîşanên zordarî û şkenceyê di bîra Kurd de. Di qonaxên cuda yên jiyana xwe de nêzîkî şazdeh salan di zindanan de ma.
Li wir şkence dît û bandora wê bi salan li ser tenduristiya wî ma. Wî bi xwe tiştên ku di zindanê de dîtibûn û kişandibûn nivîsandin. Di sala 1998an de jî li ber civîneke mafên mirovan di Kongreya Amerîkayê de şahidiya xwe pêşkêş kir û destnîşan kir ku zindanîkirina wî encama parastina domdar a mafên Kurd bû.
Heta salona dadgehê jî ji bo wî veguherî qadeke berxwedanê. Dema ku girtiyên Kurd ji ber axaftina bi Kurdî li ber dadgehê dihatin cezakirin, ew jî bi israr bi zimanê xwe axivî. Ji ber vê yekê lêdan lê kirin û ew ji salona dadgehê derxistin.
Di şahidiya xwe ya paşê de got ku tevî ceza û lêdanê dev ji axaftina bi Kurdî berneda. Bi vî awayî, parastina ziman ji bo wî bû parçeyek ji berxwedana li dijî pergalekê ku dixwest Kurd hebin, lê nikaribin bêjin kî ne.
Bi derketina wî ji zindana derbeya leşkerî, şopandina wî jî bi dawî nebû. Di sala 1994an de careke din hat girtin û ji ber axaftinên xwe yên siyasî hat darizandin. Yek ji wan axaftinan li ber komîteya mafên mirovan a Parlamentoya Ewropî bû.
Amnesty International ew wek girtiyekî ramanê nas kir û daxwaza berdana wî kir, bi vê nêrînê ku zindanîkirina wî bi gotin û helwesta siyasî ya aştiyane ve girêdayî bû.
Yek ji aliyên herî biêş ên vê çîrokê ew e ku zindan tenê para Mehdî Zana nebû. Jina wî, Leyla Zana, jî heman rê derbas kir û ew jî bû yek ji navdartirîn sembolên doza Kurd li cîhanê. Bi vî awayî, zindan êdî ne tenê bûyereke di jiyana zilamekî de bû; ket nav malekê tevahî, û malbat bi xwe bû parçeyek ji dîroka têkoşîna ji bo naskirina nasname, ziman û mafên siyasî yên Kurd.
Piştî salên zindanê û dûrketina ji welat li Ewropayê, bi taybetî li Swêdê, ew bêdeng nema. Tecrûbeyên xwe nivîsandin û bîra zindanan di pirtûkên xwe de parast. Di nav wan de “Bisekine Amed”, “Rojnameya Hovîtiyê – Ji Zindanên Amedê” û “Leylaya Min a Hêja” û pirtûkên din hene.
Wekî ku wî baş dizanibû: tiştê ku neyê nivîsandin, dibe ku zalim rojekê înkar bike lê bîra nivîskî piştî koça nivîskarê jî dimîne û şahidiyê dike.
Ji ber vê yekê, ne rast e ku em îro bi Mehdî Zana re wek siyasetmedarekî kevn ku dema wî derbas bûye xatir bixwazin. Em bi parçeyek ji bîra têkoşîna nûjen a Kurd re xatir dixwazin, zilamekî ku wek dirûnekarekî sade li Farqînê dest pê kir, bi dengê gel gihîşt serokatiya Amedê, hewl da zimanê Kurdî bikeve saziyeke fermî, û paşê ji kursiya şaredariyê birin hucreya leşkeran, bê ku doza ku hilgirtibû biguherîne.
Nirxa zilamên wek wî ne bi wê tê pîvan ku çend serketinên siyasî yên dawî bi dest xistine. Nifşê wan Kurdistaneke azad nedît û doza ku temenê xwe li ser derbas kirin hê jî çareser nebûye. Nirxa wan di wê de ye ku doza Kurd zindî hiştin, di demên ku tenê gotina navê wê dikaribû mirov bibe dadgehê, zindanê, şkenceyê û sirgûnê.
Xwedê rehma xwe li Mehdî Zana bike; zilamê helwestên dijwar û xwediyê peyva ku tirs nikarîbû bikire. Zindan gelek sal ji temenê wî birin, dûrbûn ji welat jî salên din lê tu yek ji wan nekarî nasnameya wî jê bistîne û ne jî berxwedana wî veguherîne poşmaniyê.
Laş wê were veşartin lê ew qonaxa ku wî nûnertiya wê kir bi wî re nayê veşartin ji ber ku ew êdî bûye parçeyek ji bîra gelê Kurd.
Bi xatirê te, Mehdî Zana…
Tu ketî zindanê ji ber ku te got tu Kurd î lê tu ji zindanê derketî bi îradeyeke hîn jî xurtir da ku Kurd her dem bikaribe navê xwe bêje.
Û tenê ev yek bes e ku navê te ji navê zindanvanên te dirêjtir bijî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



