Le Monde, The Economist, Der Spiegel û Time ne tenê kovar in, di heman demê de prestîja rojname û rojnamegeriya cîhanê ne jî. Dosyayên taybet, nîqaşên polîtîk û agahiyên ji kulîsên ekonomî, teknolojî û îstixbaratê bi awayekî pisporane di van kovaran de tên parvekirin. Pir caran wêneyên peyamdar, sernavên provokatîv û hin komployên metirsîdar bi nûçeyên wan dikevin rojevê. Roja çarşemê (27ê Tebaxê) kovara “Time”yê bi manşeteka xwe yên herî bi îdia û polemîker derket. Di manşetê de karsazên ku di piyasa înternetê, dîjîtalîzmê, platformên medyaya civakî û hişê çêkirî de wek dewlemendên sektorê tên zanin ku di nav wan de Liz Shuler, Mira Murati, Jeff Bezos, Elon Musk, Dario Amodei, Larry Ellison, Yang Zhilin û 100 kesên din cih digrin.
Kovar balê dikişîne ser hişê çêkirî, pêşveçûn, rîsk, bandor û firsendên ku bi xwe re tîne û metirsiyên wê. Listeya ku ji 100 karsazên xwedî sermiyanên giran û kara erzan pêk tê, bûye mijara hin fikarên sosyo ekonomîk û ramanî jî. Helbet rêwîtiya hişê çêkirî hê nû ye lê bi leza birûskê hilberîn û kapasîteya xwe zêde dike û li dijî endustriya fabrîk serkeftinên berbiçav bi dest dixe. Ji niha ve wezaretên perwerdeyê, tenduristiyê, turîzmê, burokrasiyên hundir û derve yên welatan û medya karên xwe bi awantaj û alîkariya hişê çêkirî dikin hişê çêkirî dê di çend salan de wek pirtûkxaneyê di mal û jiyana me de xweseriya xwe ragihîne. Bê guman hişê çêkirî jî wek hemî şoreşan xwedî kar û zirarê ye û rola wî di carekê de nayê dîtin. Mînak di hefteya ku kovara “Time”yê ev dosya niqaş dikir li Çînê Olîmpiyadên robotan hebûn û robotan boks dikirin û direviyan.
Çendekî berê dîsa di medyaya Fransayê de behsa berhevkirina pirtûkên kevn û entîke hat kirin ku bikirên van pirtûkan bi xizmetkariya kompaniyên hişê çêkirî dihatin tewanbarkirin. Yanê hişê çêkirî her diçe dibe ekonomiyeke global û ritma afirandinê û kevneşopiya saziyan jî ji binî ve dihejîne. Çend roj in di nav Kurdistaniyan de mijareke nêzî vê meseleyê heye. Mesele li ser pêvajoya Bakurê Kurdistanê, bêdengiya entelektuelan û nêzîkatiyên akademisyenan e. Lê îronî ev e ku siyasetmedar, entelektuel û akademîsyenên gazinên xwe dikin li têkîliya civakê û hişê çêkirî nabînin ku xaliça binê dikteyên berê roj bi roj çawa xiş dibe.
Helbet entelektuelî û akademîsyenî du cureyên gelekî şênber in û dîrok bi xebat û lêkolînên wan tijî ye. Lê pîvanek heye ku van her du cîhanan ji hev diqetîne: ev jî mekan (cih) û zeman (dem) e. Bi taybetî mijara ku mekan tê de hebe, efendî, qanûn, qeyde û perwerdekirin an jî gotinên bi sansur lê heye. Lewma jî bi ya min akademî û akademîsyen ji entelektuelan zêdetir cînarê hêz, hiyerarşî û dilxweşkirina hin derdoran in. Bi taybetî piştî ku burjuwaziyê rola entelektuelan sînordar kir û akademî da destê dewletan, fikr û raman bûn amûrên hêza dewletê û dewletan entelektuelî bi çoyê akademiyê tehdît kir û entelektuel wek teyrên baskokî hiştin.
Di vir de tecrubeya herî mezin ji bo me sîstema Kemalîzmê ye. Kemalîstan rê neda entelektuelan lê zêde zêde akademîsyen perwerde kirin. Entelektuelên ku tewiz nedan jî li dijî demokrasiyê û binpêkirina mafên mirovan bê deng man. Bi taybetî li dijî Kurdistanê bi mesafe man û Kurd wek perçeyekî kozmopolîtiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dîtin û hîn dibînin. Tewr di akademî û xebatên akademîk de nebawerkirina ji Kurdbûnê û pîçûkditina wê bi salan wek disiplinekê hat teşwîqkirin. Kurdên ku ji wir xwedî dîplome jî wek lîstikvanên defansa futbolê, di tevahî jiyana xwe de di defansê de man û azad tevnegeriyan. Lewma dubendiya ku li ser navê entelektuel û akademîsyenan tên xurandin bi ya min şaşiyek e.
Lazim nîne akademîsyen û entelektuelên Kurd li dijî hev derkevin û hevdû tohmetbar bikin. Lewra entelektuelên Kurd piştî bêdengî û dorpêçeke dirêj û dijwar hatine ser hemdê xwe û haya wan ji rûpelên diroka bi sedan sala heye û di vê serdema hişê çêkirî de, ew ji akademîsyenan bêhtir azad in. Mafê rexne û balkişandina ser lezginiya şertên cîhanê û mîsyona siyasetê divê ji her demê zêdetir mijara entelektuelan be.
Entelektuelê heyî ku kêm û zêdebûna wan tiştekî din e lê hêza heyî jî wekî miletê Kurd, rawestandina şer, diyalog û şêwrê li cih dibînin û dixwazin ev trên ji rêya xwe dernekeve û siyaset hêz û kartên di desta winda neke. Lê mixabin siyaseta me dîsa berê xwe dide derdorên ku ji Kurdistanê re biyanî ne û ji wan alîkariyê dixwaze, yanê li derveyê welat ji bona welat li dermanan digere. Banga ji bo entelektuelên Tirk suc nine lê ne gor rihê zeman e. Ji xwe entelektuelên Tirk ên mayî li dijî vê pêvajoyê tevdigerin, hinek ji wan daxuyaniyan belav dikin, banga xwedîderketina li nirxên rejîma kemalîst dikin.
Di vir de rola herî mezin a akademîsyenên Kurd ên ji akademiyên Tirkiyeyê diplome girtin e. Lazim ew êdî wêrek û ji xwe bawer bin û ji defansê derkevin. Ew bibînin ku pergala cihanê ber bi netewedewletê û neteweperweriyê ve diçe. Ji bona vê ji heta guhdariya entelektuelên Kurd û pirdengiya miletê Kurd li pişt wan nebe ne dewlet ne jî siyaset wan ji nav û bernavkan zêdetir mixetab nagire.
Yanê bi îmzeyekê rola wan ji wan tê girtin û dayîn. Ne tenê dewlet, zeman û mekanî jî li dijî akademiyê dişixule û hişê çêkirî herî zêde ji giranî û gotinê dixwe.
Lewra entelektuel, akademîsyen û hişên çêkirî êdî mecbûr in hevdû bipejirînin!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



