Ev maweyek e di gotara siyasî de, di nav hin rewşenbîr, siyasetmedar û kesên pabendî îdeolojiyeke diyarkirî de diyardeyek peyda bûye ku li dahola derbasbûna dema modela dewlet-neteweyê didin. Ew li dijî her cure gotarê ne ku Kurdan mîna gelên din ên cîhanê mafdar û hêjayî dewletê bibîne.
Beşek ji van, pabend û girêdayî îdeolojiyeke kifşkirî ne û ew bi xwe ne xwediyê ti cîhanbîniyê ne; gava dibihîzin kesayetiyeke berbiçav a wê koma îdeolojîk gotarekê yan peyamekê bi çi alî de dide, êdî ev nola tûtiyan heman tiştî dubare dikin.
Di wextê xwe de bi laqirdî û henek dihat gotin ku hinek Marksîstan xwe ew qasî bi Sovyetê ve girê dabûn ku heke li Moskowa baran bibariya, wan dê li nav çolterê jî sîwana xwe vekira.
Lê ji bo nîşandana kesên ku koratî li dû kesekî din diçin, ji vê henekê rasttir, berî demekê Kemal Cemal Muxtar di gotarekê de ji bo sêwirandina nelojîkiya pabendbûna korane û girêdana bi îdeolojiyekê ve, têgeha “reşmelojî”yê afirand.
Pareke dîtir a wê elîtê jî ew kes in ku dixwazin xwe gelekî ronakbîr nîşan bidin; qaşo bîr, hiş û aqilê wan ji çarçoveya berteng a neteweyekê gelekî mezintir e û ew di wê asta bilind û hizrî ya mirovahiyê de ne ku cîhanê wekî yek girse dibînin.
Di heman demê de haya wan jê nîne ku li tu dera cîhanê milet dev ji xislet, taybetmendî û nasnameya xwe bernadin. Ev kes dewletê mîna modaya kinc û bergan dibînin û wisa pê dihesin ku dewlet wekî “kurtik û êlekê” ye ku êdî rewaca wê nemabe û ji modayê ketibe.
Qet nebe ew alî û kesên ku li Neteweyên Yekbûyî xwedî kursî û ala ne, nêzîkî du sed dewletan in. Para wan a herî zêde li ser bingeha dewlet-neteweyê hatine avakirin. Ji van dewletan tu yekê tenê ji ber vê hizra ku “modela wê kevn bûye” dev ji nasnameya xwe bernedaye.
Berevajî vê, hemû hewldana wan ji bo parastina nasnameya wan a neteweyî ye. Gelo qet kesî ji we bihîstiye ku miletekî dewleta xwe hilweşandibe û gotibe modela wê nema ye?
Welatên Ewropayê wekî dergûşa şaristaniyê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hin partî lê peyda bûn ku armanca wan ew bû nasnameya neteweyî derbas bikin û têgeha hevwelatîbûnê, nirxên mirovî, azadî û takekesiyê bixin şûnê.
Lê niha li hemû welatên Ewropayê ew partî ber bi paş ve diçin û hemû ketine ber bahoza pêla rastgir û neteweperwerên xwe; sal bi sal jî rêje û pêgeha neteweperweran bilindtir dibe.
Kurdên bêqidoş di hemû qonaxên dîrokê de heta îro jî, her gava bûyerek an bipêşketinek li herêma wan rû dabe û îhtîmal û hêviya wê yekê çêbûbe ku derfeteke biçûk ji bo rizgarî û serxwebûnê peyda bibe, hin kom di nav wan de derketine ku yan bi navê biratiya olî, yan biratiya gelan, yan jî bi vê tez û qewana nû ya ku dibêje “dema modela dewlet-neteweyê qediyaye”, ew derfet ji holê rakirine û beravêtî kirine.
Îro bi saya amûrên teknolojiyê dîtina cîhanê û xwendina dîroka netewe û welatan gelekî hêsan bûye. Hêvîdar im ku takekesê Kurd hinekî bi çavekî vekirîtir li dinyayê binêrin; bibînin bê gel û neteweyên din ên cîhanê ji bo parastina nasname, xislet, taybetmendî û serweriya xwe ya neteweyî bi çi ve mijûl in.
Şer, pevçûn û nakokiyên mezin ên cîhanê hemû li ser berjewendî û misogerkirina serweriya neteweyî ne. Ti dewlet li cîhanê bi ti hawî ne amade ye dev ji tiştekî ji nasnameya xwe berde û bihosteke axa welatê xwe bi destê kesên din ve berde.
Tewra ew dewletên ku îro di nav yek bereyê de ne bi navê Yekîtiya Ewropayê û sînorê navbera hin welatên wan tenê xêzek an boyaxa ser kolanekê ye, heke sibe yek ji wan welatan bixwaze tenê metreyekê ji axa welatê cîranê xwe bixe nav çarçoveya nexşeya welatê xwe, dê şer derkeve. Ew bi tu awayî ne amade ne dev ji nasname û axa xwe berdin.
Êdî ez nizanim ev Kurdên me van dahênanên sosret û ecêb ji ku derê tînin: Ax ne girîng e, nasname ne girîng e, dewlet ne girîng e; ya girîng tenê biratiya olî û biratiya gelan e!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

