Xwînerê hêja;
Hefteya borî min hewl da ku em pêwendiya dê-keçê di Beloveda Toni Morrisonê de binirxînin. Pirsa hefteya dawî ev bû: Dayik xwedî, xwedêya dergûşê ye, lê dema xwebûna dayikê ji destê wê tê girtin, ew dayik dê çawa dergûşa xwe biparêze?
Vê hefteyê em berê xwe didin Zîmbabweyê û romana Nozipo Maraireyê, “Zenzele, A Letter for My Daughter/ Zenzele, Nameyek ji Keça Min re.”
Ev pirtûk di sala 1996an de çap bûye û 193 rûpel e. Nivîskar, Nozipo Maraire ji Zîmbabweyê ye.
Vêbêjera berhemê, dayika Zenzeleyê li Zîmbabweya azad wekî jineke xwendî ya bajarî dijî. Wê di cîwaniya xwe de piştgirî daye tevgera serxwebûnê ya welatê xwe, Zîmbabwe ji desthilata mêtingeran rizgar bûye û niha ew li maleke xweşik digel du zarokên xwe û hevserokê xwe yî şoreşger dijî. Keça wê, Zenzele dê biçe Amerîkayê û li wê derê zanîngehê bixwîne. Dilê dayikê bi serfirazî û endîşeyê dikele: Gelo keça wê ya jîr û jixwebawer dê karibe xwebûna xwe biparêze?
Ka zaroka dîroka miletê xwe nizane, haya wê ji têkoşîna dê-bavê xwe tune, dê çawa xwe nas bike? Ev zarok dê xwe wekî kê bibîne û pênase bike? Yan jî ka werin em pirsa xwe hinekî bêtir ji xwe bipirsin: Ew zaroka tu dişinî dibistana Tirkan, dê wekî kê vegere mala te?
Wekî çawa dayik xwarinên xwe bikin tûr û torbeyan ji zarokên xwe yên xwendekar re bişînin, dayika Zenzeleyê dîroka miletê Zîmbabweyê, xweşikiyên çanda wan û hindek destketiyên dîroka xwe ya şexsî ji keça xwe re dişîne. Nexwe, dayika Zenzeleyê keseke xwendî û zane ye. Ew baş dizane ku mirov xwarinê li her derê dibîne lê ya esasî bingeheke saxlem, fehm û feraset e.
Dayika Zenzeleyê bi nameya yekem dest pê dike ku rexne û bertekên keça xwe yên li hemberî çand û kulturê bibersivîne. Ew balê dikişîne li ser rolê malbatê û dibêje, “Malbata mezin komeleya te ye, ew tora ewlehiya hestyarî, aborî û çandî ye. Malbata mezin çavkaniya bihêztirîn a Afrîkayê ye.” Rpl, 31
Heya vê derê, xwîner dibîne ku dayik dixwaze Zenzele ji malbat û miletê xwe newan nebe, xwe wekî parçeyekî wan bibîne. Lê gava dayik, hewl dide ku di her hêmaya çandî de xweşikbûnekê, tişteke baş bibîne, wê demê çand dibe alava kontrolê yan jî fonsîyoneke xeternak a çandê derdikeve holê. Ji ber ku çand bes bi tiştên xweş ên wekî mêvanperwerî, kubarî, comerdî pêk naye, di heman demê de desthilatdariya baviksalar, kevneşopiyên kêrnehatî, zirbawerî jî parçeyekî çandê ne.
Gava min beşa yekem a pirtûkê xwend, bi min wisa hat ku dayik dixwaze keça xwe qane bike da ku Zenzele bibêje: Çanda me xweş e û ez ji vê çandê hez dikim.
Gelo pêwist dike ku mirov ji çanda miletê xwe hez bike?
Heke mirov ji çanda miletê xwe hez neke yan jî hin aliyên çanda miletê xwe rexne bike û hewl bide ku wan biguherîne, wê demê mirov têra xwe neteweperwer nabe?
Ji bona bersivandina van pirsan divê pêşiyê çand bê pênasekirin. Bê guman pênaseya her mirovî dibe ku hinekî cudatir bibe lê ya ku ez behs dikim ev e.
Çand ew tevahiya rêbazên tevgerê, ramanê û watedanê ye ku mirov di nav jiyana hevpar û têkiliyên xwe de, li gorî pêdiviyên madî û manewî, şertên aborî û têkiliyên hêzê, ava dikin, hîn dibin, dubare dikin, diguherînin û ji nifşekî vediguhêzin nifşekî din.
Yanê dema malxweyekî Kurd ji bona serleşkerê tirk nêriyê herî baş diqelîne lê zarokên wî bi xwe zikbirçî li ber dêrî disekinin, ev jî çanda Kurdan e. Ev çanda belengazî û bindestiya Kurdan e. Belê, em dizanin ku ev çand li gorî pêwendiyên hêzê yên hegemonîk çê bûye. Ew malxwe ji bona parastina can û malê xwe vê dêldoşaniyê dike. Lê heya em bi awayekî eşkere behsa van yekan nekin, dê miletê me navê vê yekê wekî mêvanperwerî dayne û pesna wê bide.
Lewre maf û pêywira her Kurdê tendurist ew e ku vê çandê rexne bike û biguherîne.
Ez bi zanetî nimûneyan ji berhemê nadim lê ji jiyana xwînerê Kurd didim da ku mabesta xwe eşkeretir rave bikim lê di berhemê de jî nimûneyên balkêş ên vê yekê hene.
Bo nimûne, dayik behs dike ku Zenzele gazinên xwe ji kalemêrekî gundî dike ji ber ku ev kalemêr ji keça çardeh salî re dibêje, “Tu çendî xweşik î, bibe bûka min.”
Zenzele wek keçeke cîwan aciz dibe ku mirovên civaka wan jinan bes wekî bûk, jin, dayik dibînin lê nikarin wan wekî mirov bibînin. Di çanda miletê Ewropî de heke kalemêrek ji keçeke cîwan re tiştekî wiha bibêje, îhtimaleke mezin ew e ku ev gotina kalemêr wekî tacîzê bê fehmkirin.
Dayik bi zar û zimanekî şirîn, hewl dide ku ji keça xwe re rave bike ku di çanda wan de asta herî bilind ji bo jinekê bûktî ye, lewre ev kalemêr dixwaze pesna wê bide, dilê wê xweş bike.
Wek xwîner, bendewariya min ew bû ku nivîskar cudahiya navbera fehmkirin û hezkirinê rave bike da ku Zenzele karibe çanda xwe fehm bike, wî kalemêrî nede ber mamosteyê xwe yî çêrmspî û ji çand û miletê xwe nefret neke. Lê di heman demê de ji bo guherîna cihê jinan di nava civaka xwe de jî bixebite.
Dema mirovê mêtinkirî sekna xwe li gorî êrişên mêtinger diyar dike û çanda xwe diparêze, wê demê çand êdî dibe warê parastinê û nikare biguhere. Lê pêwistiya civaka mêtinkirî ya guherînê ji pêwistiya mêtinger jî gelekî mezintir e. Ji ber ku her forma jiyanê bi xwe re çandekê çê dike û bindestî, belengazî, bêçaretî jî çandek e. Heya miletê bindest vê çandê neguherîne û xwe bi çandeke çalak, guherbar, bi hêz û şoreşger nexemilîne, dê nikaribe çarenivîsa xwe bi hêza xwe diyar bike.
Dibe ku rexneyeke din a derheqa vê mijarê de jî ev be; nivîskara pirtûkê, Nozipo Maraireyê li zanîngehên Harvard û Columbiayê xwendiye û dayika di pirtûkê de jî jineke bajarî ye. Yanê dema ku mirov ji gundê xwe derdikeve, êdî li gorî nirxên civakî yên kevneşop nayê nirxandin, hêsatir dibe ku mirov çanda berê romantîze bike. Lê ji bo mirovên di nav wê de dijîn, jiyana wan bi nirxên civakî tê kontrolkirin, wateya çanda malxweyî cuda ye.
Dayika Zenzeleyê dixwaze ku keça wê biçe bixwîne, ji zanista çêrmspiyan îstifade bike lê vegere welatê xwe û ji bo xêra miletê xwe bixebite. Bê guman ev yek hêvî û daxwaza hemû miletên derveyî Ewropa û Amerîkayê ye, lewma jî salane ji her dera dinyayê gelek xwendekar berê xwe didin van deran. Lê belê ew cîwanên tên çawa dikarin çand û kultura xwe winda nekin, li hemberî hegemonyaya çandî-kulturî ya Ewropa û Amerîkayê li ber xwe bidin?
Dayika Zenzeleyê bi çîroka Byron Makonî gotinê tîne ser vê mijarê û ji keça xwe re dibêje: Mebe Byron Makonî!
Byron Makonî lawikekî jîr û serketî ye. Ew ji ezmûna zanîngehê bi notên baş derbas dibe û bûrsê qezenc dike ku biçe li Oxfordê tibê bixwîne û bibe doxtir. Gava payîz tê, gundî di nav xwe de pereyan top dikin û ji Byron Makonî re du cot sol dikirin û kalemêrek jî çakêtê xwe dide wî. Bi vî awayî gundî, lawikê xwe yî jîr, hêvî û miradê dêya xwe, Byron Makonî dişînin Oxfordê. Byron Makonî diçe Oxfordê û di destpêkê de sozên xwe digire û nameyên dirêj dişîne. Ew di nameyên xwe de behsa vê çanda nû, cudahiya mirovên wê derê, hestên xwe yên tevlihev dike. Vebêja çîrokê, yanê dêya Zenzeleyê van nameyan bi kêfxweşî dixwîne lê nikare bibersivîne ji ber ku ew tiştên Byron Makonî behs dike ji bo wê keçika gundî tiştên biyanî ne. Piştî demekê êdî Byron Makonî nameyan naşîne. Di ser çûyina wî re duwanzdeh sal derbas dibin, dayika wî nexweş dikeve, lê ti xeber ji Byron Makonî tune. Dayika nexweş her tim dibêje û dibilîne; gazî lawikê min î doxtir bikin, doxtirên vê derê tiştekî nizanin, lawê min li Oxfordê xwendiye, bila ew bê û min pak bike! Axir lawê wê, Byron Makonî derdikeve tê, digel wî jineke çêrmsipî heye, xuya ye ku ew ji dêya xwe, ji gundiyan, ji derdorê şerm dike. Naxwaze jina wî bê, gund û dêya wî nas bike. Dema ew diçe gund da ku dêya xwe ya li ber zikratê bibîne, dixwaze ku gotinên wî ji Îngilizî werin wergerandin çunkî qaşo wî navbera duwanzdeh salan de zimanê xwe yî zikmakî ji bîr kiriye.
Min ev beş bi dilekî kelogirî xwend ji ber ku çend hevalên min ên xwendî jî digotew ku ew bi Kurdî nizanin lê piştî demekê min dît ku dêyên wan jî bi tirkî nizanin. Gava min pirsî, madem tu Kurdî nizanî, tu bi dayika xwe re bi kîjan zimanî dipeyivî? Nikaribûn bersivê bidin.
Texmîn dikim ev fenomena trajîk bi nezanîn an jî jibîrkirina zimên nayê ravekirin. Byron Makonî wekî xortekî nûcîwan ji mala xwe derdikeve û duwanzdeh salan li malê dûr dimîne. Îhtimala wî bi rastî jî zimanê zikmakî ji bîr kiribe tune, lê wî xwestiye ku mîna marekî kirasê xwe biguherîne û bibe kesekî nû. Ji ber ku kesê berê, zimanê malê, çand û kultura Zîmbabweyê li Oxfordê temsîla tiştekî paşvamayî, ne şaristanî, nexweşik dike. Jixwe dema Byron Makonî xeber dide, dêya wî ya nexweş dibêje lêvên lawikê min dilivîn lê ji wî dengê mirovê spî tê.
Byron Makonî û dayika Zenzeleyê ji heman gundî ne. Dema ew ji gund vedigere tê bajêr, digel jina xwe ya spî dibe mêvana dêya Zenzeleyê. Di vê beşê de çend xalên pir girîng tên ronîkirin; belê, Byron Makonî hêviya dê û gundiyên xwe pûç derxistiye, wî nikaribûye zanîngehê biqedîne lewma wî şerm kiriye ku vegere gund, li wir maye û hewl daye ku bi rêya zewaca keseke spî, zimanê Îngilîzî, guherîna nav, ew bibe Îngilîz. Lê gelo sucê vê yekê bes di stûyê Byron Makonî de ye? Ma dayika Bryon Makonî jî nabêje: Doxtirên vê derê tiştekî nizanin, ji min re doxtirê zanîngeha çêrmspiyan bînin?
Yan jî gelo ew miletê bindest çi dide zarokên xwe ku dema ew zarok berê xwe didin zanîngehên mêtingeran, ew karibin ji xwe re bikin pişt, jixwebawer bin, saxlem li ser koka xwe bimînin?
Gelo dema zarok ji zimanê dê û bavê xwe şerm dike, ji çanda miletê xwe direve, hewl dide ku ji aliyê miletê desthilat ve bê qebûlkirin, ev yek bes sucê zarokê ye yan divê em li mal û malbata zarok jî binêrin?
Wê demê em dîsa tên li ser heman mijarê: Gelo em çi bidin zarokên xwe da ku pişta wan saxlem be?
Gelo em ji rabirdûya xwe birevin, behsa gundên şewitî, bi sed hezar cîwanên kuştî, ziman û çand qedexekirî nekin û berê wan bidin dibistanên baştirîn?
Heke na, wê demê çawa serê xwe dekolonîze bikin da ku em karibin çanda xwe bi çavên xwe ji nû ve binirxînin, cewherên di nav de derxin û bidin zarokên xwe?
Di pirtûka hefteya borî de dayika me hewl dida ku ji rabirdûyê bireve û zarokên xwe ji êş û kederên wê rabirdûyê biparêze.
Lê di vê berhemê de dayika me, hewl dide ku vegere rabirdûyê, vegere dema beriya hatina mêtingeran û cewherên di nav çanda malxweyî ya miletê xwe de bibîne û van cewheran bide keça xwe. Heke Zenzele karibe hezkirinê, civakîbûnê, comerdiyê, jixwebaweriyê, xebatkariyê ji çanda miletê xwe fêr bibe, ew dê xwe li hemberî hegemonyaya çandî û kulturî ya mêtingeran rût û tazî hest neke. Ew dê her zanibe ku maleke wê bi xwe heye û ew dê rêya vegerê bibîne.
Xwendina vê berhemê ji bo min pir zehmet bû. Xwendina beşa yekem zehmet bû ji ber ku heke mirov navên Afrîkî ji pirtûkê derxe û navên Kurdî ji dewsa wan binivîse, dê ti kes fehm neke. Koletîya mêjûyî, xwepiçûkdîtina gelê reşik, zilm û zordariya mêtinkaran dişibe azmûna Kurdan. Lê xwendina beşa dawî zehmettir bû ji ber ku vê beşê de min dexesiya wan kir, dilê xwe avêt dîroka wan a serxwebûnê, çîna wan a xwende ya neteweperwer. Wan pêlî gora bi sed hezaran zarokên xwe yên şehîd nekir û li ber deriyê dagirkerên welatê xwe neketin dorê.
Pîroz be ji wan miletên serfiraz re!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



