Di felsefeya siyasî ya Thomas Hobbes de, yasa û destûr ji exlaqê çênebûne, ew berhema tirsa rût a ji alozî û wêraniya giştgîr in. Sala 1947an Japonyayê stûyê xwe li ber vê hevkêşeyê xwar kir; bi xwesteka xwe kelebçe xist dest û pêyên "Levyatana leşkerî" ya xwe û mifteya wê avêt kûrahiya Okyanusa Pasîfîkê, bi wê hêviyê ku siya parastina Amerîkayê û destûreke aştîxwaz, wê ji rewşa hov a xwezayê biparêzin. Lê belê nehevsengiyên jeopolîtîk ên rojhilatê Asyayê îsbat kirin ku exlaqê navneteweyî tenê xeyalek e dema ku berjewendiyên mezin rûbirûyî hev dibin.
Îro rêya Tokyoyê ya ber bi hilweşandina dorpêça çekdarî, bilindkirina xerciyên leşkerî ji bo asteke dîrokî û êrişa li ser "bendava atomî", ne tenê tetbîqateke parastinê yan pêdaçûneke rût e, serhildaneke xwebexş e li dijî zincîrên rabirdûyê. Ew dewleta ku rojekê ji rojan bi agirê atomê şewitî, îro gihîştiye wê hişyariya tal ku eger Levyatana wê bi vîna xwe ranebe, wê demê bi hukmê bêsînor ê cografyayê dê were daqurtandin. Piştî îmzekirina peymana aştiyê ya sala 1945an û dariştina destûra sala 1947an, Japonya wekî dewleteke bêçek û dûrî milmilaneyên leşkerî hat naskirin lê belê sala 2024an wekî werçerxeke metirsîdar di dîroka vî welatî de tê tomarkirin. Niha Tokyo ne ku tenê qala "xweparastinê" dike, bi awayekî pratîkî gavan ji bo guherîna hevsengiya hêzê li parzemîna Asyayê jî diavêje.
Dawiya serdema "aştîxwaz" û bilindbûna budceya leşkerî
Japonyaya ku berê tenê ji sedî 1ê Hemû Berhema Navxwe (GDP) ji bo kar û barên leşkerî terxan dikir, niha planeke 5 salî (2023-2027) ragihandiye ji bo xercikrina 320 milyar dolarî (nêzîkî 43 trîlyon yen) ji bo sektora parastinê. Ev pere mezintirîn budceya leşkerî ya Japonyayê ye piştî Şerê Duyem ê Cîhanê û armanc jê ew e ku asta xerciyên leşkerî bigihîne ji sedî 2yê Hemû Berhema Navxwe, wekî welatên NATOyê.
Çavdêr di wê baweriyê de ne ku meşandina siyaseteke tund ji bo ducare çekdarkirina Tokyoyê ku ji aliyê wan karakterên siyasî yên bi navê "Bazan" (Hawks) tên naskirin, wekî "Sanae Takaichi" tê piştgirîkirin, dikare wê pêkhateya ewlehiyê ya herêma Asya-Pasîfîkê bi temamî têk bide ku piştî sala 1945an çêbûye. Ev siyaseta radîkal dikare aramiya herêmî têk bide û herêmê ber bi pêşbirkeke çekdarkirinê ya bêhempa ve bibe.
Guherîna nasnameya atomî û têkçûna sîstema kontrolê
Yek ji mezintirîn dilgiraniyên Çîn, Rûsya û Koreya Bakur, bi şiyana teknîkî û asta teknolojiyên atomî yên Japonyayê ve girêdayî ye. Her çi qas Japonya yek ji îmzekarên Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî (NPT) ye û bi awayekî dîrokî pêbendî "3 prensîbên neguher ên sala 1967an" bûye ku ev in: Nebûna çeka atomî, çênekirina wê û rênedana anîna wê ya nav axa welêt lê belê ji aliyê pratîkî ve Japonya xwediya xelekeke sotemeniya atomî ya sivîl a gelekî bipêşketî ye û nêzîkî 45 ton plutonyuma veqetandî stok kiriye; miqdarek ku li gorî raporên teknîkî têra çêkirina zêdetirî 5000 serikên atomî dike.
Ev pîşesaziya bipêşketî wisa dike ku Japonya di zanista jeopolîtîkê de wekî "dewleteke li pişt deriyê atomê" (Virtual Nuclear State/Breakout Capability) were dîtin; bi wê wateyê ku tenê biryareke siyasî ya bilez û demeke teknîkî ya gelekî kurt jê re lazim e da ku ji welatekî bêçek bibe hêzeke atomî ya pratîkî. Li gel vê yekê jî, derketina gotûbêjan li nav parlamenoya Japonyayê ya li ser pêdaçûna bi pêgeha "dewleta bêçeka atomî" û anîna rojevê ya teza "parvekirina atomî" (Nuclear Sharing), ku tê wateya rêdana bicihkirina çekên atomî yên Amerîkayê li ser axa Japonyayê, wekî modela NATOyê, rasterast metirsiyeke cidî dixe ser berdewamiya Peymana NPTyê.
Di heman demê de li gel hewldanên Tokyoyê yên ji bo hinartina çekan û rakirina astengiyên yasayî yên li pêşiya pîşesaziya parastinê, ev gav aloziyeke nû dixin nav sîstema kontrolkirina çekan a li cîhanê. Ev guherîn dibin sedema têkçûna wê hevsengiya stratejîk a hestyar ku bi dehan sal in aramî û aştiya herêmî li herêma Asya-Pasîfîkê parastiye.
Eger em hûrtir li ser mijarê lêkolînê bikin, dibe ku gihîştina Tokyoyê ya bi çeka atomî piştî van hemû salên bêçekbûnê, tenê bi faktora demê ve girêdayî be. Ji bo çespandina vê rastiyê jî 3 nîşaneyên sereke hene:
Yekem: Daxuyaniyên Serokwezîrê Japonyayê yên di salvegera bombebarankirina Hîroşîmayê de, dema ku amade nebû bersiva rasterast a wê pirsê bide bê ma dê Japonya pêbendî wan prensîban bimîne ku rê li ber çekdarbûna atomî digirin an na.
Duyem: Daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Shinjiro Koizumi, dema ku amaje pê kir ku divê gotûbêjeke vekirî û bêqedexe tevî hewldanên ji bo gihîştina bi çeka atomî were kirin.
Sêyem: Biryara fermî ya Japonyayê ji bo pêdaçûneke radîkal a di stratejiya xwe ya leşkerî de.
Ev nîşane bes in ji bo ku tirs û dilgiraniyeke kûr bixin dilê welatên cîran ên Japonyayê. Her ji ber vê yekê di gelek merasîm û platformên cuda de, eşkere hişyarî li ser metirsiyên vî arasteyê nû dane.
Taywan: Xefika îzolekirinê ji bo Japonyayê
Her çi qas Japonya Taywanê wekî welatekî serbixwe nas dike jî lê aramiya serweriya welatê wan bi Taywanê ve hatiye girêdan, gelek sedemên vê hene, yek ji wan nêzîkbûna sînorê navbera wan e, ew jî girava Yonaguniyê ye ku tenê 110 kîlometreyan ji sînorê Taywanê dûr e, ev jî di dema her tevgereke leşkerî ya asmanî yan deryayî ya ji aliyê Çînê ve, rasterast ax û asmanê Japonyayê dixe bin metirsiya êrişê. Lê belê ev ne tenê tirsa Japonan e, dema ku mijar tê ser rêya avê, bi taybetî piştî şerê Amerîka û Îranê û dorpêç û astengiyên Tengava Hurmizê, tîne bîra Japonan ku çawa ji sedî 80yê rêyên avê yên bazirganî yên Japonyayê ku di Tengava Taywanê re derbas dibin, dê rasterast bikevin bin serdestiya Çînê.
Di demekê de ku cîhan ji destê nearamiyê dinale, piraniya welatên Asya-Pasîfîkê hewl didin ewlehî û bipêşketinê biparêzin. Di vê rewşê de, tekezkirina "Sanae Takaichi" û tîma nû ya desthilatê ya li Japonyayê li ser dabînkirina piştgiriya leşkerî ji bo Taywanê dikare bibe sedema îzolekirina Tokyoyê li herêmê. Berdana ji pêgeha "bêalîbûnê" û gavavêtina ber bi mîlîtarîzmê ve, îhtimala derketina milmilaneya çekdarî li herêmê bi awayekî metirsîdar zêde dike.
Faktora Amerîkayê û metirsiya "sotemeniya şer"
Xala herî girîng di van guherînan de, pêwendiya bi Washingtonê re ye. Di lûtkeya vê dawiyê ya Çîn û Amerîkayê ya meha Gulanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje pê kiriye ku dibe ku Washington nexwaze hêzên xwe yên leşkerî bi awayekî rasterast tevlî bike di egera milmilaneyeke leşkerî ya li Tengava Taywanê de.
Ev peyam xwedî wate û şiroveyeke kûr a ji bo Japonyayê ye. Di dema meşandina siyaseteke leşkerî ya tund de, dibe ku Japonya xwe di nava qeyranekê de bibîne ku tê de tenê rola "sotemeniya şer" (Cannon Fodder) dilîze. Wate Japonya dibe eniya pêş a şer ku hevpeymanê wê yê mezin (Amerîka) ji dûr ve li rewşê temaşe dike. Ev jî ewlehiya Japonyayê naparêze, bi ser de wê dike armanca yekem a mûşekên atomî yên Çîn û Koreya Bakur. Di demekê de ku di dema borî de gelek caran mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur di ser asmanê Japonyayê re çûne, di egera peymaneke sêalî ya stratejîk a di navbera Koreya Bakur, Rûsya û Çînê de, rasterast Japonya tê kelepçekirin û êdî ewlehiya paşerojê ya Japonyayê di destê wan de namîne.
Dawî
Japonya ji sala 2024an ve li ber devê biryareke çarenivîssaz e. Guherîna destûrê û gavavêtina ber bi çekdarkirina atomî û êrişkarane, ne tenê guherîneke navxwe ye, teqandina wê bermîla barûdê ye ku bi dehan sal in li herêma Asya-Pasîfîkê vemirî maye. Eger Tokyo li ser vê rêyê berdewam bike, dibe ku baca van serkêşiyên siyasî, ji destdana wê aştî û xweşguzeraniyê be ku piştî sala 1945an bi keda nifşan bi dest xistiye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



