Xwînerê hêja,
Veca piştî xwendin û rexnekirina romana Chinua Achebe, dor hat berhema Toni Morrisonê ya bi navê “Beloved.” Cara yekem di sala 1987an de ji weşanxaneya Alfred A. Knopf çap bû û ji 320 rûpelan pêk tê.
Bi vê berhemê em berê xwe didin Ohioyê û salên 1855an da ku rêç û bandorên koletiyê yên di rihê mirov de bi saya çîroka Setheyê fehm bikin. Koletî êdî hatiye hilweşandin lê belê bandorên wê hê jî bi awayekî eşkere xuya dikin.
Texmîn dikim min heya niha di hemû nivîsên xwe de bi awayekî mijar aniye li ser wê pirsa girîng: Gelo nivîskar çîroka xwe ji kê re dibêje? Lewma min hefteya borî derheqa Things Fall Apart de gotibû ku Chinua Achebe çîroka xwe bi dengê kesê sêyem, ji xwînerekî derveyî re dibêje. Ew bi vî awayî dixwaze nîşanî xwîner bide gelo mêtinkarî çawa civakekê dirizîne, pergalên navxweyî hildiweşîne û mirovên bê ser û ber ji civakbûnê derdikevin û dibin dijminên hevdu.
Tam ji ber vê sedemê min xwest ku ez vê hefteyê Belovedê bixwînim da ku karibim van her du berhemên girîng bidim ber hevdu.
Di berhema Achebe de mêtinkarî ji derve tê û dikeve nav civakê.
Lê di berhema Morrisonê de koletî heya piştî hilweşandina pergala mêtinger jî di rihê mirov de hebûna xwe didomîne. Yanê Morrison çîrokê ji Achebe digire û dibêje: Belê mêtingeran em kirin kolê û me koletî hilweşand lê ew pergala wan a giyanmij hê jî li vir e, di me de dijî.
Lewma jî ev roman bi wê hevoka navdar dest pê dike: 124 tijî bi kîn bû!
Bîra Parçebûyî û Hebûna Fragmental
Judith Herman di pirtûka xwe ya navdar “Trauma and Recovery: The Aftermath of Violence -From Domestic Abuse to Political Terror/ Trawma û Pakbûn: Encama Tundiye- Ji Êrişkariya Navmalê Heya Terora Polîtîk” de dibêje;
Bûyerên trawmatîk wekî çîrokeke yekpare di bîra mirov de namînin. Berevajî vê, wekî hêmayên parçebûyî, hestên bedenî û bertekên sext ên hestî di hişê mirov de dicemidin û dimînin (Herman, 1992, rûpel. 38).
Lehengên vê berhemê jî eynî wiha tevdigerin, dipeyivin, carna gotinê nivco dihêlin çunkî dizanin ku her çîrok bê rêya peyvan nayê vegotin, gotin têra hin êşan nake. Cihê ku gotin nîvco dimîne, bêdengî dest bi kilama xwe dike. Carna reaksiyoeneke bedenê, hêsirek an jî kenek gotinê didomîne.
Lehenga sereke Sethe ye. Setheyê bi awayekî xwe ji koletiyê rizgar kiriye û ew êdî wek jineke azad, digel keçeke xwe dijî. Lê xeyalên berê, yên koletiyê hê li pey wê ne. Sethe mîna çawa ku bilorîne, xwe bi xwe re bipeyive wisa hêdîka, parçeparçeyî di navbera doh, îro û sibê de diçe û tê.
Dema leheng digirî, dilorîne, xwe bi xwe dipeyive, carna dengê sêyem dikeve navberê û şahidiya lehengê dike. Ev yek ji bona xwîner carna mijarê tevlihev dike ji ber ku xwîner nizane gelo kîjan gotin aniha pêk tê, çi berê qewimîbû, aniha kîjan leheng dipeyive û hwd.
Wekî Van der Kolk (2014) dibêje, dema bûyereke trawmatîk diqewime ev yek zexteke giran diavêje ser beja mêjî yî hîppocampusê, lewre ev zext nahêle ku bîrhatin di çarçoveya dem û mekanê de bi cih bibe. Mohra demê (timestamp) navek e li ser bîrhatina travmatîk û wekî encama vê yekê bîrhatin nabe çîrokeke bi destpêk, navend û encam, lê wekî hestên cemidî yên bêdem û parçebûyî dimîne (Van der Kolk, B. A., & Fisler, R. (1995).
Lehengên Toni Morrisonê koleyên berê ne, dayikên birîndar, xeyaletên dergûşên mirî, mêrên şikestî ne. Ew ne mirî ne lê najîn. Di navbera mirin û saxmayinê de, li cihekî asê mane. Lewma mijar û vegotina berhemê bi awayekî tekûz hevdu temam dikin. Ji ber ku dema mirov bi bûyerên tûj, bobelatên mezin ji jiyana rojane ya heyî tê qutkirin, êdî vegotineke lîneal/rastkêş têr nake ku mirov behsa çîroka xwe bike. Gelek caran sînorên navbera dema berê û dema niha şêlû dibin. Mirovê birîndar nikare behsa hebûneke xwe ya sabit bike, li dewsa wê mirov di her serpehatiyê de, di her çîrokê de fragmenteke din a hebûna xwe derdixe pêş. Vegotina Beloved ya parçeparçeyî tam jî parçeparçebûna bîra trawmatîk nîşan dide.
Gelo Rabirdû li Dema Borî dimîne?
Çîroka Setheyê,
Sethe li mala koletiyê “Sweet Home/Mala Şirîn” reviye û êdî rewşa wê ya koletiyê bi rêya zagonê jî qediyaye. Ew wekî jineke azad, li maleke bi navê 124 dijî. Bê guman, navê mekanan derbarê rewşê de gelek tiştan dibêjin. Bo nimûne, warê koletî, her cure tundî û dehşetê “Mala Şirîn” e, ev zimanê îronîk careke din tîne bîra xwîner ku desthilatdariya navlêkirinê ya mêtinkar e. Ew mirovê reş wekî kole dikire û difroşe lê heman demê de dîsa ew nav û naveroka van kirinan diyar dike. Belê, koletî bi awayekî fermî diqede lê ew di rih û canê mirovê reş de berdevam dike. Sethe wekî keçeke sêzdeh salî tê li Sweet Home, hejdeh salan wekî kole li wê derê dixebite, wekî encama destdirêjî gelek caran pêgiran dibe, hinek ji van zarokan dimirin û hinek jî sax dimînin. Ew piştî hejdeh salan qaşo azad dibe û tê li mala 124 dijî. Di vê malê de Sethe digel xeyaletên rabirdûya xwe dijî, şopên tundîtiya li Sweet Home di bedena wê de diwerimin, xwîn dibin, ti carî tev de pak nabin û nayên jibîrkirin.
Bûyerên berê, rûyên hevalên ketî, bîrhatinên parçebûyî dor bi dor dibin xeyalet û didin pey Setheyê. Yanê rabirdû û dema niha hema bibêje tevli hevdu dibin û bi hevdu re dijîn.
Ve-bîranîn; rabirdû hê jî li cihekî dijî û dibe ku em careke din rastî hevdu bên!
Beloved vedigere malê,
Toni Morrison di vê berhemê de têgiha ku Morrison ji wê re dibêje “rememory” bi kar tîne. Wekî tê zanîn “memory” yan jî bi Kurdî “bîr” ew e ku bûyer û hestên rabirdûyê hê jî bi awayekî zindî bin an jî bi awayekî hê jî bandorê bikin.
Lê “rememory” an jî bi wergera min bi xwe “ve-bîranîn” tê wê wateyê ku rabirdû hê jî li cihekî hebûna xwe didomîne û bêyî daxwaz û destûra te dikare careke din vegere û bê dema niha.
Rojekê dema Sethe ji cihekî vedigere, li ser pirekê rastî keçeke şil û birçî tê. Keçik xama ye lê bi dest û pêyên cemidî, cendekekî jarik û çêrmekî mîna çêrmê dergûşan, dişibe hebûneke nexweş. Keçik dide pey Setheyê û tê malê.
Ev keçik, Beloved e. Beloved, yanê dergûşa Setheyê ya mirî, niha wekî keçeke xama vedigere malê. Ew çavên xwe yên reş zoq dike û li nava rûyê dêya xwe dinêre. Beloved mîna çawa ku hîç têr nebe, her tiştên şirîn dixwe ku ew bihêztir, qelewtir dibe, Sethe jî wisa jartir, nexweştir dibe. Yanê her ku hêza rabirdûyê zêde dibe, bandora dema niha jî kêmtir dibe. Rabirdû mîna siyeke reş hêdî hêdî dikeve ser dema niha û Sethe, êdî li berê, li rojên koletiyê dijî.
Di vê navberê de em fêr dibin ku dema Sethe ji Sweet Homê direve û tê herema azad Ohioyê, li mala 124 dijî, koledarê Sweet Homê tê ber dêrî da ku Sethe û zarokên wê bi zorê hilde û bibe, careke din wekî kole bide xebatê lê Sethe gewriya dergûşa xwe, Belovedê bi birekê dibire û dixwaze zarokên xwe yên din jî bikuje. Lê zarokên din direvin, xwe vedişêrin, dema koledar dibîne ku Setheyê dergûşa xwe kuştiye û xwe jî bi xwînê hatiye şûştin, dibêje ku ev jinik êdî dîn bûye û bi kêrî min nayê, lewma dihêle û diçe.
Sethe dizane ku mirin ji koletiyê çêtir e. Wê koletî tecrube kiriye û ti carî naxwaze ku zarokên wê jî heman tiştî bijîn. Lê niha, ew dergûşa kuştî niha vegeriyaye malê.
“…piştî hemû wan axaftin, girîn û lorînan, Setheyê nedixwest ku Beloved wê bibexşîne, lê dixwest ku ew wê ceza bike. Belovedê jî çi ji destê wê bê ew dikir.” (rûpel, 271)
Rabirdûya Setheyê, di şexsê Belovedê de tê û şkenceyê li Setheyê dike. Ev yek diqewime ji ber ku Sethe jî bawer dike ku ew sûcdar e, wê zarokên xwe neparastine. Lê di şert û mercên koletiyê de wê çawa dikaribû zarokên xwe biparasta? Beriya jina koledar destûrê bide Setheyê ku ew bizewice, zewac ji bo koleyan qedexe ye, ew bi tenê ji hevdu zêde dibin da ku koledar zarokên wan bifiroşin an jî bidin xebatê. Yanê koledarî mafê dayiktî, mêr û jintiyê nade koleyan. Ew milkê xwediyên xwe ne. Ev yek pêwendiyên navxweyî yên mirovê reş tev de hildiweşîne. Mirovbûna wan ji destê wan hildide û wan wekî xeyaletên şêlandî, perîşan dihêle.
Cîvak pak dike; Baby Suggs û Denver
Di pirtûkê de lehengeke din heye ku ew hêviyê dide mirovê kole. Ev kes Baby Suggs e. Baby Suggs jî koleya berê û dayika gelek zarokên mirî û kole ye. Lê ew piştî koletiyê jiyana xwe ji bo alîkariya koleyên berê bi kar tîne. Baby Suggs dixwaze ew mirovbûna ji wan hatiye dizîn, ji nû ve ava bike. Lewma jî Baby Suggs civakê li daristanê kom dike û ji wan re dibêje “Destên xwe bi hez bike, piyên xwe bi hez bike, bedena xwe mîna dergûşa te be bi hez bike…”(rûpel, 88) Ew baş dizane ku pergala koletiyê xwe li ser xwenefretê ava bûye. Heke mirovê reş ji nû ve ji xwe hez bike, ew dê karibe ji hevdu û ji zarokên xwe jî hez bike. An na, ew dê her wekî xeyaletên perîşan bê mal û war bigerin.
Lehengeke din a balkêş jî keça Setheyê ya zindî, Denver e. Dema Beloved, yanê rabirdû Setheyê hêdî hêdî dimije, jar dike û ber bi mirinê ve dibe, Denver berê xwe dide derve. Heya hatina Belovedê, Denver li malê dijî û bi alîkariya dêya xwe, Setheyê dijî. Lê dema ku ew dibîne êdî ev yek wiha naçe, heke ew tiştekî neke, Beloved wê Setheyê tune bike, Denver berê xwe dide Baby Suggsê û ji civakê alîkariyê dixwaze. Ev yek dibe destpêka serxwebûna wê. Cîvak alîkariya wê dike ku ew karekî bibîne û xwarinê bîne mala xwe.
Gelo Mirovê Mêtinkirî Dikare ji Hevdu Hez Bike?
Dema mirov behsa xeyaletê perîşan î bêmal dike, bê guman lehengê pirtûkê yî mêr Paul D tê ji bîra xwîner. Di pergala koletiyê de, laşê mêr wekî makîneya kar û xebatê tê bikaranîn. Koledar wan dikute, dide xebatê, dikire û difiroşe. Her wiha koledar destûrê dide ku ew bi jinên reşik re razên da ku zarok, yanê koleyên nû çê bibin lê belê ew destûr tune ku mêr xwe wekî hezkiriyê jinekê hest bike yan jî bavtiya zarokên xwe bike. Di pirtûkê de gelek caran derbas dibe ku mirovê kole divê ti tiştî yan jî kesekî hez neke, ji ber ku hezkirin bi tenê êş û kederê tîne. Lewma jî Paul D ji dilê xwe re dibêje “ev tîtika bafûn” û baweriya xwe bi hezkirina xwe nayîne.
Ew ji Setheyê hez dike lê dema rabirdûya Setheyê derdikeve û tê, Paul D ji malê direve. Yanê ew nikare barê rabirdûya giran hilgire. Ew ji hestên xwe û berpirsiyariya van hêstan direve.
Paul D êş û kederên koletiyê dijî, lê hestên xwe red dike, hewl dide ku ji şikestinê û şîngirtinê bireve. Lewma jî ew nikare bi jinekê re pêwendiyeke nêzik dayine ji ber ku ev yek wî neçar dike ku ew dîsa dilê xwe ji bo hezkirinê veke.
Trawmaya Setheyê û dayiktiya wê ya şikestî gelekî diyar e. Sethe ji xwe û êşa xwe nareve. Belê, dibe ku ew bi qasî Baby Suggsê nikare mirovbûneke nû ava bike yan jî hebûneke azad a nû biafirîne lê hîç nebe ji rabirdûyê nareve û hestên xwe venaşêre. Lê dema Paul D ji rabirdûya xwe direve ew di heman demê de ji potansiyela jiyaneke nû jî direve. Ji ber ku heya mirovê mêtinkirî hemû parçeyên xwe yên berê neyîne û nede li kêleka hevdu, ew nikare mirovbûneke nû ya tekûz ava bike.
Dema Paul D hîn dibe ku Setheyê dergûşa xwe bi destên xwe kuştiye, vê yekê wekî “liderveyî mirovbûnê” pênase dike.
Lê Sethe vê yekê ji bo parastina zarokên xwe dike. Ew naxwaze ku wekî wê tecawizî keça keça wê jî bê kirin, keça wê bê firotin, şkence lê were kirin.
Paul D newêre giraniya rabirdûya xwe hilgire û ji xwe û ji hezkirîya xwe direve. Ev yek nahêle ku ev yek potansiyela wî nîvco dihêle.
Sethe di nava wê êşê de ji xwe re hêlînekê ava dike, li wir disekine, dergûşa xwe bi destên xwe dikuje lê dema xeyaleta wê dergûşê piştî salan derdikeve û tê, wê demê Sethe wê bi can û gihanê xwe dimijîne. Lê belê ev yek Setheyê diwestîne û nahêle ku ev vegere roja îroyin û bijî.
Pirseke girîng a divê em bipirsin ev e: Gelo mêr dikare dikare trawmaya jinekê bi rastî jî fehm bike?
An jî gelo mêrek dikare biryara dêyeke di bin şert û mercên koletiyê de darizîne?
Toni Morrison, mêrbûn û jinbûnê bi awayekî hêsan nade ber hevdu û kiryarên wan rexne nake. Lê bele bi rêya her lehengî careke din nîşan dide ku koletî dînamîkên mirovî tev de hildiweşîne. Nahêle ku ew mirovbûneke kûr, tevlihev, dewlemend tecrube bikin.
Bo nimûne, mêrê Setheyê yî dema koletiyê Halle, her wiha lawê Baby Suggsê bi salan dixebite û azadiya dêya xwe dikire. Yanê Baby Suggs bi saya keda lawê xwe dikare jiyaneke azad bijî û alîkariya koleyên berê bike. Lê Halle nikare jina xwe, Setheyê biparêze, hêza wî têr nake. Paşê Paul D hewl dide ku bi Setheyê re dest bi jiyaneke nû bike, lê dema ew êş û kederên rabirdûyê dibîne, ew direve û diçe. Yanê mêr, di pergala koletiyê de heke karibe, dixwaze bi keda xwe jiyana malbat û hezkiriyên xwe rizgar bike lê dema dor tê ser hezkirinê, dilê xwe vekirinê, fehmkirinê wê demê ew gelek caran ditirsin û direvin.
Belê Sethe û Paul D koletî tecrube kiriye lê wan heman trawma nejiyane. Heman bobelatê bi awayekî cuda li ser her duyan bandor kiriye. Lewma jî heya ku ev bersiva pirsa jor nedin, ew dê nikaribin hevdu fehm bikin û ji hev bawer bikin.
Mêtinkarî pergaleke wisa çê dike ku mirovê mêtinkirî ji bona derfetekê, karekî, piçek azadî ji mêtinkar re bazirganiyê dikin. Di vê pêvajoyê de gelek caran, mirovê mêtinkirî çi qasî xwe li hemberî berjewendiyên civaka xwe saz bike, mêtinkar ew qasî wî xelat dike.
Chinua Achebe jî dîsa, di Things Fall Apart de gotinê tîne ser heman mijarê û pêvajoya hilweşîna vê baweriya navxweyî rave dike. Bo nimune, lehengê sereke Okonkwo dibîne ku pergala mêtinkar zirarê dide civaka wî û dixwaze ku bi hemû hêza xwe li hemberî vê yekê derkeve, şer bike. Bê guman Okonkwo dixwaze pergala heyî biparêze ji ber ku ew di vê pergalê de xurt e û li hemberî endamên din ên civakê heya rêjeyekî serdest e. Lê lawê wî bi xwe, Nwoye, ji bavê xwe û civaka xwe direve, derbasî aliyê mêtinkaran dibe. Bi vî awayî, mêtinkarî dikeve nav pêwendiya bav û kur û cudahiyeke siyasî û civakî dikeve nava pêwendiyeke hestyarî.
Lewma jî belê, mêtinkarî zirarê dide her endamê wê civakê lê di heman demê de mirov li gorî kiryar û helwestên xwe yên li hemberî mêtinkariyê ji hevdu dûr dikevin. Gelek caran ew nefret û hêrsa li hemberî mirovê xwe, civaka xwe ji ya li hemberî mêtinkariyê mezintir e.
Toni Morrison heman yekê bi saya çîrokên lehengên xwe yên şikestî, perîşan û kûr dibêje. Her lehengek di bîr û bedena xwe de encamên mêtinkarî û koletiyê dijî. Xwîner bi saya hurgilîyên rojane ya her lehengî careke din dibîne ku mêtinkarî û koletî bi awayekî yasayî biqede jî ew hê jî berdevam dike.
Gelo rabirdû li dû dimîne? Morrison dibêje na. Rabirdû di bedenê de, di bîrê de, di dêbûn, bavbûn, mêrbûn, evîn û pêwendiyan de dimîne. Dive ku mirov wê veşêre, înkar bike, ji wê bireve, lê bes ji ber ku pergala mêtingeriyê li gor zagonê qediyaye ev nayê wê wateyê ku encamên mêtingeriyê jî êdî nemane. Mirov dîroka hezar salan di awireke xwe de, di sewteke xwe de, carna di bilêvkirina peyvekê de bi xwe re digerînin.
Wekî William Faulkner jî carekê gotibû: Rabirdû ti carî ne mirî ye. Ew tewr hê ne boriye jî!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



