Tê gotin ku gava Anton Çexov di rojên xwe yên dawî û herî ne xweş de bûye, hevjîna wî xwestiye ku hebek cemedê bide ser dilê Çexov da ku êşa wî kêm bike lê Anton Çexov ev daxwaz red kiriye û ji xanima xwe re gotiye: “Cemedê nede ser dilê vala.”
Helbet mebesta nivîskarekî wekî Çexov ne neçariya tibî ye, qesta wî kêmbûna hestan an jî xilasbûna emr e. Yanê nexweşiya tibî jî û bêhestî jî ji dil re mirinayî ye û “dil” bi her awayî girîng e. Wer neba, Feqiyê Teyran wê negota “Dil ji min nakit xeyalan” û Îngilîzan jî ji qralê xwe yê şervan re negota Richardê Dilşêr. Helbet dil û dilşêrî tenê para mêran e û girêdayî şerkirinê nîne. Kurdan dil û dilşêrbûn wekhev kiriye û gotiye: “Şêr şêr e, çi jin e ha çi mêr e.”
Jinên dilşêr an jî yên ku bi qesta Çexov dil ji perçeyekî laş zêdetir wek barkêş û parvekarê hebûnê hesibandine, bi hezaran in û her yek li gor xwe jî xwedî dîrokê ye. Nizanim ez bêjim êdî bendewarî û qelewbûna dilan nemaye, dê pir şaş be. Her ku teknolojî bi pêş de diçe, psîkolog û şêwirmendên online derketine û pêwendî hêsan bûne, hestewarî jî dimiçiqe û romantîzm dimire. Takekesiyeke egoîst û bi qisasî di nav têkiliyan de bi cih bûye û li şûna sosyalîtiyê çandeke sanal tê jiyîn. Ew gotin, xeyalkirin û kesîretiyên ku bi hest û ramanan romantîze û destanî dibûn, êdî nemane. Lewma jî em gava berhem an jî gotinên li ser dil dibihîzin, nabza me hevekî zêde lê dixe, xem û merezên kewgirtî çîk dikin û dilê me diêşînin.
Stranek, nameyek, sohbetek an jî hevokeke edebî bi pir caran rê li mijûliyên dil dilî vedikin lê êşbirîn û aşkirina helbestan hîna heye. Lewma jî helbestkar di vê sedsalê de hunermendên bi şans in û dîsa dikarin agirê romantîzmê geş bikin. Ji biharê ve ez helbestên jinên Kurd ên hevsalên xwe dixwînim û qasê ku demê dibînim li ser van hin gotaran jî dinivîsînim. Ez li benda gotara xwe ya nû bûm, Cemîl Turan Bazîdî li hewariya min hat. Helbet nivîskar, konsul û dîplomatekî wek Bazîdî tevî berhemekê û tewr bi antolojiya jinên Kurd bibe mêvanên mirov, ev jî miyaserbûnek e. Cemîl Turan Bazîdî zêdetir bi romannivîsî û dîplomatbûna xwe tê naskirin lê piştî çend salan, ew bi xebateke bijare û dîsa bi zimanê Yewnanî vegeriya nav cîhana me ya edebiyatê. Bazîdî berhemên xwe bi Yewnanî dinivîse û paşê berhemên wî li Kurdî tên wergerandin. Lê wî dîsa berhemeke Kurdî wergerandiye Yewnanî û gelek jî wext dayê. Ew bi xwe, armanca vê antolojiyê di pêşgotina pîrtûka xwe da wiha pênase dike: “Antolojiya li ber dest ne sozek bû lê mecbûriyetek bû ji bo van jinan ku ji bo wan peyva ‘azadî’yê ne tenê dirûşmek e, lê nefesek e, şertekî jiyanê ye. Ew çîroka dapîr û dayikên wan e ku bi wêrekî lûleyên çekên xwe li dijî dagirkeran zivirandine; ew çîroka jinên ku ji bo ku nekevin destê dijmin ji zinaran ketine xwarê.”
Bi ya min, ev pêşgotin ne tenê ya antolojiyê ye, di heman demê de ya dîroka jinên Kurd ên ku nivîskariyê dikin e jî. Jinên Kurd, her çi qasî bi şer û koçberiya li hundir û derveyê welat werin naskirin jî xebat û cehda wan a di nav jiyanê de ji şer û qeyranan zêdetir e. Bi taybetî mirov dikare ji bo dîroka jinên Kurd ên hunermend behsa du serdeman bike. Serdema yekemîn û herî dirêj serdema bênivîsîn û nenivîsînê ye. Jinên Kurd di van deman de çi gotine û çi hilberandine, bûne malê mêran û li ser navê wan hatiye qeydkirin, lewma jî di dîroka nivîskariya Kurdistanê de nav û berhemên jinan gelekî kêm in. Di serdema duyemîn de ev kêmasî serûbin bibe jî hîna ked û mafên jinên Kurd nayên dayîn û dîtin. Hîna cihana entelektuelan, partî, sazî û raya Kurdan bi piranî di destên mêran de ne; ew biryaran didin û neyê hesabê wan jî karê jinan piçûk dibînin. Lê Antolojiya Cemîl Turan Bazîdî û nivîskarên di vê antolojiyê de, vê mantiqê hevkî vala derdixin û xebatên jinan rave dikin.
Antolojî xwedî hinek taybetiyên din e jî. Risteyên jinên Kurd tevê wêne û kurteçîroka jiyana wan bi helbestên wan re cih digirin û di bergê pirtûkê de jineke Kurd pişta xwe daye tava ala Kurdistanê û li me dinerê. Helbestvanên ku di vir de cih girtiye bi pîranî modernîst in û nîvê wan li diyasporayê dijîn. Hinek ji wan gelekî naskirî ne, hinek jî li ser rêya naskirinê ne. Helbestvanên ku beşdarî antolojiyê bûne: Hîcran Aslan, Sultan Yaray, Narîn Yukler, Dilşa Yûsif, Gulîzer, Kejal Ehmed, Vejîna Kurd, Tara Mamedova, Gohar Mamo, Mîdiye Merwan Berekat, Merwa Birîm, Karîna Osêyan, Reşê, Fatma Savci, Bayan Salman, Narîn Omer Seyfedîn, Evîn Şikakî, Helale Sohrabî, Beyan Sohrabî, Dîmen Sohrabî, Hinara Tajdin, Boniye Suad Cegerxwîn, Yildiz Çakar, Venus Faiq, Mizgîn Hesko, Behar Hisênî. (Navên wan li gor rêza alfabeya Yewnanî hatine nivîsandin)
Bazîdî antolojî diyarî Rewşen Bedîrxanê kiriye û di destpêkê de cih daye wê û dibêje: “ Çîroka jiyana Rewşen Bedirxanê, jineke pêşeng di ronakbîriya neteweyî ya Kurd de, di bin sernavê ‘Zarokê Sirgûnan’ de hatiye vegotin û ev antolojî ji bo bîranîna wê hatiye veqetandin.”
Tevî hemî derengî û ser û tevliheviya entelektuelîzma Kurdan jî, xebatên edebî û çandî yên li derveyî Kurdistanê girîn in û pêwîst e her kes piştgiriyê bide berhemên li diyasporayê. Ne tenê kombûn, daxuyanî, mîtîng û festîvalên partîzanî; lazim e wergerên ji edebiyata welat û li derveyî welat tên kirin, di navbera rewşenbîrên me û cihanê de wek diplomasiya çandî bên teşwîqkirin. Lewma antolojiya ku Cemîl Turan Bazîdî, amade kiriye ji bo min jî mijara spasiyê ye. Bi taybetî antolojiya jinên Kurd û wergera zimanê Yewnanî ne helwesteke piçûk e ku mirov li ser nesekine. Li Yewnanistanê Kurd gelek in û wek gotina Akademîsyen Murad Issiyê ku li wir kar dike: “Ji Skenderê Mezin û vir ve di nav 2000 salên derbasbûyî de, di navbera her du civakan de ji ber hinek sedeman têkilî pir caran qut bûne.”
Ev antolojî piştî gelek nakokî, qutbûnên siyasî û pêşdarazên ji bo raya Yewnanî yan jî wek silavekê ye ji Kurdistana modern re. Lewra jinên Kurd ji her kesî bêtir xwedî xeyal û daxwazên welatekî serbixwe û dostaniya bi dewlet û miletên qedîm re ne. Wek gotina Cemîl Turan Bazîdî, “Kinên Kurd manîfestoyeke jiyanê didin” û ew ji dixwazin cihê xwe di edebiyata cîhanê de bigirin û azad binivîsin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



