Sosyal medya-tevnên civakî gelek qehremanên kartonî afirandine. Li ser arîşeyên nayên çareserkirin kîn û nefretê belav dikin.
Mixabin siyaseta xetimî rê dide ku birînên trawmatîk vê rewşa kambax roj bi roj xeternaktir bikin. Her wiha civaka di nav xwe de parçe û nakok baweriya bi kesayet û doza xwe winda dike. Dest ji doza maf û azadiya xwe berdide û şer û kîna navxweyî gurtir dike.
Ev yek dike li şûna ava bibe, bêhtir parçe bibe.
Her gotina "rast" ne ji mirovên rast û dilsoz tê. Ew kes pirsgirêkan ji bo xwe û qehremanitiya kartonî û vîrtuel bi kar tînin.
Em baş dizanin ku kîn û nefret ne çareserî ye û nikare tiştekî çareser bike ji bilî xirabtir bike.
Helbet mafê wan qehremanên kartonî ye jî vê yekê ji bo xwe bi kar bînin û em pê re bin an ne pê re bin, dê bikin jî.
Lê em hatine wê astê êdî ne pêwîst e dewlet û xelkên din dijmintiya me bikin, em ji wan bêhtir û çêtir şerê hev dikin.
Berê jî rojnameyên gotegotê û yên derewan têra xwe hebûn lê îro her yek ji me dikare kanaleke xwe ya medyaya civakî veke û bi peyvên kirêt, zivir û ne rast bêje.
Mixabin ma dadgehên me hene ku meriv doza mafê xwe bike? Helbet na.
Ne jî tevnên civakî di kontrola yasayên me de ne. Ew jî na.
Lewma rastî û derew, heqî û neheqî, qehreman û tirsonek, dilsoz û neyar di heman paceyê de ne.
Haya we ji mirovên bi dev dost û di dil de neyar hebe.
Ne hemû gotinên xweş û rijd li xêra civaka me ne.
Yên dijminan li dijminê me zêde dikin ne ji xêra me re dikin.
Kîn û nefret ne karê mirovên qenc e.
Nabe mirov bi çêran û heqaretê bête dîtin. Nabe kesên xirab bi xerabiya xwe û çêrên xwe yên hin aliyan bibin qehreman. Yê îro çêra bi aliyekî dike û hûn jê re li çepikan didin, dê sibê ji we re jî bidin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



