Şeva 3yê Tebaxa 2014an, telefona min zengil lê da û qet ranewestiya. Bîst telefon, paşê pêncî, belkî sed carî lê da. Hevalên min digiriyan û di telefonê de diqîriyan: “Li vê derê tiştekî ku nayê vegotin diqewime. Ew mirovan dikujin. Ma kes nîne alîkariya me bike?”
Min telefonî her kesê ku min nas dikir kir. Ez bi rojan li ser telefonê mam. Û hema bêje li her derê, ez pêşî rastî heman pirsê dihatim: Bi rastî Êzidî kî ne?
Jenosîd hîn bi dawî nebûye
Piştî 12 salan, bersiva vê pirsê hat dayîn. Dîmenên gorên bikom, mirovên xaçkirî û serjêkirî û keçên ku hatine kolekirin bersiva vê pirsê da. Êdî cîhan Êzidiyan nas dike.
Lê belê rastiya tehl a vê salvegerê tiştekî din e. Jenosîd xelas nebûye. Tenê şiklê wê guheriye. Nîsana 2015an, ez li ofîseke demkî ya li Dihokê dixebitîm. Min dinirxand bê ka ji 1000 jin û zarokên Êzidî kîjan ji wan herî zêde hewcedarî rizgarkirin, tedawiya bijîşkî û tedawiya derûnî ne. Heta piştî nîvro, min jixwe qala îdamên bikom, şkence û destdirêjiyan bihîstibû.
Zarokek û du dayîkên wî
Piştre du jin û kurekî biçûk hatin hundir. Kurik nêzîkî 5 salî bû û li ser çoka yek ji wan rûniştibû. Ez dê navê Cemîl lê bikim. Dema min li ser her du jinan pirsî, wî bi şermokî îşaret bi yekê kir û got: “Ev dayîka min e.” Paşê îşaret bi ya din kir û got: “Û ev jî dayîka min e.”
Gelo çawa du dayîkên zarokekî çêdibin?
Dema çekdarên DAIŞê êrişî gundê wî yê li nêzîkî Şingalê kir, Cemîl di nav dûman û guleyan de ji dayîka xwe veqetiya. Di nav wan dîlên ku bi zorê li otobusekê hatibûn siwarkirin de, keçeke 16 salî jî hebû. Ez dê navê Sara lê bikim.
Xeyala wê ew bû ku rojekê bixwîne û bibe mamoste. Wê her wiha dizanîbû ku DAIŞ çi bi keç û jinên nezewicî dike.
Sarê kurikê ku digiriya dît. Çû cem wî, ew hilda ser çoka xwe û bi dengekî bilind got da ku çekdar bibihîzin: “Kurê min, were vir.”
Ev tiştê ku ji bo rizgarkirina canê xwe dest pê kir, veguherî rastiyekê. Ew her du, şeş caran hatin firotin.
Sarê lêdan xwar, rastî destdirêjiyê hat û hat şikandin. Şevên ku wê dixwest dawî li jiyana xwe bîne, tenê ramanekê ew li paş digirt: Ew kurikê ku pê ve girêdayî bû.
Wê ji bo ku dengê qîrîna keçên din bibire, lorîkên Kurdî ji wî re digotin. Tenê piştî 8 mehan, mamekî wan karîbû wan bikire û azad bike.
Dema mam kurik dît û pirsî ka ew kî ye, Sarê ew hilda hembêza xwe û got: “Ev kurê min e. Ez tenê bi saya wî sax im.”
Ez qala vê çîrokê dikim ji ber ku ew du tiştan bi hev re dihundirîne: Hovîtiya temam a vê jenosîdê û hêza temam a wan mirovên ku jê rizgar bûne.
Her kesê ku bixwaze fêm bike bê ka 3yê Tebaxê tê çi wateyê, divê vê yekê bizanibe: Li pişt her hejmarekê Cemîlek û Sarayek hene.
Hejmarên jenosîdê û trajediya Çiyayê Şingalê
3yê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrişeke plankirî bir ser herêma Şingalê ya ku piraniya wê Êzidî ne. Bi hezaran kes hatin kuştin. Rêxistinê 6 hezar û 417 Êzidî revandin.
DAIŞê destdirêjî li jin û keçan kir, ew kirin koleyên seksê, bi zorê bi wan re zewicîn û bazirganiya wan kirin. Wan her wiha zarok ji malbatên wan veqetandin. Hîn jî nêzîkî 2 hezar û 600 Êzidî winda ne.
Li Çiyayê Şingalê, malbatên ku ji tîna dimirin, neçar man temaşe bikin bê ka ew ava ku ji asman dihat avêtin çawa li erdê diket, diteqiya û diherikî xwarê.
Cîhan, wekî gelek caran, mîna ku felc bûbe tenê li bendê ma û temaşe kir. Êzidî qala êrişên qirkirin û jiholêrakirinê wekî "ferman" bi nav dikin. Gelek kes qala êrişa DAIŞê wekî Fermana 74an bi nav dikin.
Ev hejmar ne tenê tomarkirineke dîrokî ye. Ev yek bîreke komî îfade dike ku tê de her êrişên nû yên kevn hişyar dike.
Di xebata xwe ya wekî derûnnasekê de bi rizgarbûyan re, min dît bê ka tundî çawa ne tenê dikeve jiyana kesan, dikeve nav bendewariyên tevahiya civakekê jî. Tirsên bapîr û dapîran dibin kabûsên neviyan. Travma bi guleya dawî ya şerekî bi dawî nabe.
Êş û azar li kampan didomin
Bandorên piştî jenosîdê li seranserê Kurdistan û bakurê Îraqê tên dîtin. Di rastiyê de ev yek, bi rêyên din domandina jenosîdê ye. Zêdetirî 200 hezar Êzidî hîn jî koçber in. Gelek ji wan zêdetirî deh salan piştî reva xwe hîn jî li kampan dijîn.
Hinekên din vegeriyane Şingalê lê rastî malên wêrankirî, kêmasiya dibistanan û xizmetên tenduristiyê hatine.
Ax qirêj bûye û herêm di navbera lîstikvanên çekdar û siyasî yên hevrik de hatiye dabeşkirin. Ev koçberiya dûdirêj ne tenê rawestanek e. Ew malbat, debara jiyanê û jiyana komî hildiweşîne.
Li klînîk û kampên ku ez û hevkarên xwe lê dixebitin, em depresyonên giran û krîzên xwekuştinê dibînin. Em zarokên ku mezinbûna wan di bin siya dîltî, mirin û bêewlehiya bi salan de çêbûye dibînin.
Xeterî ne tenê mirovî ye. Êzidî civakeke olî ya kevnar a xwemaliyê Mezopotamyayê ne. Kevneşopiya wan bi salan bi rêya qewl, rîtuel, çîrok û bîra komî hatiye parastin. Ya ku wan ew qasî qels dike jî tam ev e.
Çandeke ku di nav stran, rîtuel û çîrokan de dijî, gava çîrokbêjên wê dimirin û civaka wê belav dibe, ew jî dimire. Parçekirina nasnameya wan û koçberiya wan a bi zorê, tiştê ku bombe bi tenê nikarin bikin bi dest dixe: Qirkirina bi rêya helandinê.
Pêwîstiya vegerê û avakirina Şingalê
Şingal li ser nexşeyê ne tenê cihek e. Ew welatê Êzidiyan e: Cihê zeviyên wan, perestgeh, goristan û dîroka malbatên wan e.
Nabe ku ti kes neçar bimîne axa xwe biterikîne. Nabe mala xwe, zeviyên xwe, gorên dê û bavên xwe biterikînin. Êzidî dixwazin vegerin. Lê belê divê ne her û her di konan de werin hiştin, ne jî ji kampan ber bi wêranî û xeteriyê ve werin derxistin.
Welatê wan hîn jî di nav xirbeyan de ye. Binesazî bi piranî wêran bûye, ax bi mînan tije ye û herêm ji aliyê mîlîsên hevrik ve veguheriye qada şer. Di navbera sirgûniya daîmî û vegera bi zorê de tenê yek tişt heye ku girîng e: Vegereke bi rûmet û di nava ewlehiyê de.
Ji bo vê yekê ji axaftinên salvegeran zêdetir tişt pêwîst in. Divê Bexda û Hewlêr nakokiyên xwe yên li ser Şingalê çareser bikin.
Divê Êzidî di biryarên li ser birêveberiya xwecihî, perwerde û ewlehiyê de bi awayekî watedar cih bigirin. Divê mal, dibistan, nexweşxane, pergalên avê û rê ji nû ve bên avakirin. Pêwîst e paşmayên teqemeniyan bên paqijkirin. Divê ewlehî li şûna berjewendiyên hêzên hevrik, xizmetê ji niştecihan re bike.
Naskirina jenosîdê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û parlamentoyên gelek welatan ve gaveke dîrokî bû. Lê belê naskirineke ku çalakî li pey neyê, wekî peyveke vala dimîne.
Pêwîstiya bi dadperwerî û tenduristiya derûnî
Dadperwerî jî heman qasî girîng e. Tîmeke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî gihîşt wê encamê ku DAIŞê li dijî Êzidiyan jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer kirine.
Dadgehên li çend welatên Ewropayê dest bi cezakirina tawanbaran kir ji ber jenosîdê. Lê belê piraniya rizgarbûyan hîn jî bêcezabûnê dibînin, ne hesabpirsînê.
Lêgerîna li windayan, naskirina terman û darizandina berpirsan divê bidome. Divê Îraq Qanûna Rizgarbûyên Êzidî bi tevahî bi cih bîne. Rizgarbûyî hewcedarî gihîştina demdirêj a lênêrîna bijîşkî, perwerde, qerebûkirin û tedawiya derûnî ne.
Tenduristiya derûnî ji bo nûavakirinê ne tenê tiştekî dildarî ye. Ew beşek ji ewlehiyê ye. Malbatek nikare di nava tirs û xofeke berdewam de malekê ji nû ve ava bike.
Civakek dema ku bêhêvîtî bûye tiştekî asayî, nikare xwe bi rê ve bibe. Ji bo başbûnê dadperwerî, aramî û zanîna wê yekê hewce ye ku dê rê li ber fermaneke din neyê dayîn.
Evîn ji terorê bihêztir e
Ez dizanim ku bangeke wiha çawa xuya dike: Hestiyar e, belkî jî bêhêvî ye. Lê min fêr bû ku mirov ne pêşeroja xwe ye. Ne travmaya xwe ye. Ne ew tişt e ku bi serê wî de hatiye. Mirov her tim ji van zêdetir e.
Min her wiha dît dema ku rizgarbûyî parastin û paşerojekê werdigirin, çi pêk tê. Û li cihekî Kurdistanê, Sara û Cemîl dijîn. Dayîk û kur in, xwîna wan ne yek e lê ew malbatek in. Ew delîlê zindî ne ku evîn dikare ji terorê bihêztir be.
Eger Êzidî ji holê rabin, ne tenê Îraq yan jî Kurdistan winda dike. Mirovahî perçeyekî cihêrengiya xwe ya çandî wenda dike. Û Kurd jî perçeyekî nasnameya xwe wenda dikin, çimkî Êzidî bi kokên herî kevnar ên wê çandê ve girêdayî ne.
3yê Tebaxê tîne bîra me ku gotina “êdî ti carî” tenê hingî wateyekê dide ku em dem dema wê ye tevbigerin.
Nabe ku berxwedanî bibe hincetek ji bo paşguhkirina siyasî. Nabe ku rizgarbûyî ji bo parastina tiştên ku cîhanê nekarîbû biparêze, mucîzeyan biafirînin.
Beriya 12 salan, xelkê ji min dipirsî: Êzidî kî ne? Îro pirs cuda ye.
Gelo civaka navneteweyî û Îraq dê tevbigerin, beriya ku civakeke ji jenosîdê rizgarbûyî bi temamî ji holê rabe?

.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)