Di salên dawî de, gelek caran hatiye gotin ku romana Kurdî hîn negihîştiye xwendevanên cîhanê. Ev gotin bi tevahî ne şaş e lê bi tevahî ne rast e jî. Ji ber ku di van salan de hinek romannivîsên Kurd bi berhemên xwe derbasî sînorên zimanên din bûne. Ev yek nîşan dide ku romana Kurdî dikare bi zimanên din re jî were naskirin lê heger şert û mercên pêwîst peyda bibin û derfetên guncav li qada wêjeyê hebin.
Di nava van mînakan de, Helîm Yûsiv cihê wî yê taybet heye. Ji aliyê min ve, piştî Mehmed Uzun, ew yek ji romannivîsên Kurd e ku min berhemên wî bi kêfxweşî xwendine. Hinek romanên wî ji Kurmancî ji bo Soranî û ji bo Tirkî, Farisî, Almanî, Îngilîzî û Îtalî hatine wergerandin. Ev yek nîşan dide ku dema şertên profesyonel peyda dibin, bi vê yekê re romana Kurdî dikare derbasî sînorên pirzimanî bibe.
Helîm Yûsiv di romanên xwe de bi taybetî balê dikişîne ser jiyana Kurdan, trajedî,koçberî, windabûn, nasname, têkoşîna mirovan ji bo hebûnê û têkiliya kes a bi welat û bîranînan re. Karakterên wî di nav şert û mercên dijwar de têdikoşin ku hebûna xwe biparêzin û ev yek romanên wî ji aliyê mirovahî ve jî nêzîkî xwendevanên zimanên din dike. Belkî yek ji sedemên ku berhemên wî gelek caran hatine wergerandin jî ev e ku mijarên wan bi tevahî Kurdî ne û belkî xwedî aliyekî gerdûnî ne.
Wek ku Helîm Yûsiv dibêje: “Dema ku wergêr di her du zimanan de serwext be û wergerandinê bi awayekî profesyonel pêk bîne, asta deqa wergerandî nêzîkî asta deqa orîjînal dibe.” Ev gotin bi rastî bingeheke girîng a hunera wergerandinê ye.
Şêrzad Hesen jî cihê xwe heye. Hinek romanên wî hatine wergerandin ji bo Almanî, Erebî û Farisî. Di romanên xwe de, Şêrzad Hesen bi taybetî balê dikişîne ser aliyên sosyolojîk ên civaka Kurdî. Karakterên wî pir caran di nav guherînên civakî, nakokiyên kesane û pirsgirêkên rojane de tên avakirin. Ev şêwazê nivîsandinê derfetê dide xwendevanan ku civakê ne tenê ji aliyê bûyeran lê ji aliyê mirovan û têkiliyên wan jî nas bike.
Romannivîsekî din ku berhemên wî min pir xwendine bala min kişandine Fêrgîn Melîk Aykoç e.
Romanên wî, bi taybetî yên dîrokî, hewl didin bîra civakî ya Kurdan bi hunera romanê ve zindî bikin. Ji bo gelê ku gelek qonaxên dîroka xwe bi nivîsê tomar nekiriye, roman dikare bibe rêyek ji bo naskirin û vegotina wê dîrokê. Wek ku Fêrgîn Melîk Aykoç dibêje: “Dema ku dîroka me bi romanê were nivîsandin, wê tirs li ser windabûna dîrok û zimanê me kêm bibe.”
Li aliyê din, Bextyar Elî jî bi romanên xwe navê xwe li derveyî Kurdistanê derxist. Berhemên wî ji bo Îngilîzî, Almanî, Erebî, Tirkî, Farisî û gelek zimanên din hatine wergerandin.
Li kêleka van navan, romannivîsên nifşê nû jî hewl didin ku bi mijarên dîrokî û hunerî cihê xwe di wêjeya Kurdî de bigirin. Mînak, Mîran Ebraham sala 2019an romana Niştimanî Sara weşand. Ev roman bi vegotina qonaxên dîrokî û bi teknîkên vegêranê balê dikişîne ser têkiliya dîrok û romanê. Berhemên wî yên din ên wekî Şewgerekan, Xemî Mestûre û Xaneqay Mîrza jî nîşan didin ku di romana Kurdî de nifşekî nû heye ku bi mijarên dîrokî û hunerî dixebite. Heger ev berhem bi awayekî profesyonel bên wergerandin, ew jî dikarin bigihêjin xwendevanên zimanên din.
Berî wan jî Mehmed Uzun bi romanên xwe deriyek ji bo nasandina romana Kurdî li Ewropayê vekiribû. Ev mînak nîşan didin ku romana Kurdî dikare ne tenê were wergerandin, her wiha di nav xwendevanên cîhanê de jî cihê xwe bigire.
Lê li vir pirseke din derdikeve holê: Kî biryarê dide ku romanek were wergerandin?
Gelek kes difikirin ku heke romanek baş be, wê bixwe bigihêje xwendevanê cîhanê. Di rastiyê de ne wisa ye. Li pişt her wergerandinekê xebateke dirêj heye. Wergêr, weşanxane, edîtor, saziyên çandî û carinan hin aliyên wêjeyî bi hev re dixebitin da ku berhemek bigihêje destê xwendevanekî din. Ji ber vê yekê, serkeftina romanekê ne tenê bi hêza nivîsandinê tê pîvan.
Lê divê em tiştekî din jî ji bîr nekin. Wergerandin ne tenê karê wergêran e. Heger romana Kurdî bixwaze li bazarên navneteweyî cihê xwe bigire, pêdivî bi saziyên çandî, fonên wergerandinê, ajansên wêjeyî û weşanxaneyên profesyonel jî heye. Li gelek welatan dewlet an saziyên çandî pereyan didin da ku berhemên neteweyî werin wergerandin. Wêjeya Kurdî jî hewcedarê pergaleke wiha ye.
Li gelek welatan wezaretên çandê, enstîtu, weqf û weşanxane projeyên taybet ji bo wergerandina wêjeya neteweyî didin pêş. Armanc ew e ku ziman û çanda wan bi rêya pirtûkan bigihêje gelên din. Di vî warî de, wêjeya Kurdî hîn hewcedarê plan û piştgiriya domdar e. Ji ber ku berhemeke baş têrê nake, divê ew aliyên pêwendîdar derfeta gihîştina xwendevanên din jî bibîne.
Her wiha, divê em ji xwe jî bipirsin: Em ji bo wergerandinê kîjan berheman amade dikin? Tenê navdarbûna nivîskar ne bes e. Berhem divê ji aliyê hunerî, avakirina romanê, ziman û mijarê ve jî xwedî astekê be ku bikare xwendevanekî ji çandeke din bikişîne. Ji ber vê yekê, wergerandin bipêşketina romana Kurdî re têkiliyeke wan a rasterast heye.
Di heman demê de, wergerandin rêyeke dualî ye. Wekî ku em dixwazin cîhanê bi romanên Kurdî bidine xwendin, pêwîstî heye ku klasîk û nûjenên cîhanê jî bi Kurdî bixwînin. Ji ber ku her wergerandinek di heman demê de, dibistanek e ji bo nivîskar, wergêr û xwendevanan. Ew ziman dewlemend dike, têgehên nû tîne nav nivîsê û asta wêjeyê bilindtir dike.
Belkî niha pirs ne ew be ku “Ma romana Kurdî dikare were wergerandin?” Pirsa rastîn ev e: Em çawa dikarin vê ezmûnê firehtir bikin da ku ne tenê çend navên naskirî, belkî gelek romannivîsên din jî bi zimanên cîhanê bên xwendin?
Di dawiyê de, her romanek ku ji Kurdî ji bo zimanekî din tê wergerandin, tenê çîrokekê venaguhêze. Ew beşek ji bîra gelê Kurd, ziman, çand û awayê ramana wê jî digihîne cîhanê. Ji ber vê yekê, her wergerandineke pirtûkekê tenê derbasî zimanekî din nake, ew deriyekî nû li ber pencereya wêjeya Kurdî vedike.
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
