Di dîroka wêjeya cîhanê de, gelek berhemên ku îro wek klasîk tên naskirin û xwendin, ne tenê bi hêza nivîsandinê, bi gotûbêj û rexneyên ku li ser wan hatine nivîsandin jî gihiştine vê astê. Romanên ên mîna Leo Tolstoy, Fyodor Dostoevsky, Victor Hugo, Franz Kafka, Gabriel García Márquez, George Orwell, bi dehên salan li zanîngehan, di kovaran de û di nav rexnegiran de hatine xwendin û nîqaşkirin. Her nifşî ji wan berheman ji nû ve xwendine, nirxandine û ji aliyekî din ve rave kirine. Ev pêvajoya rexneyê bûye sedem ku ev berhem tenê pirtûk nemînin, her wiha bibin beşek ji bîra wêjeya cîhanê.
Wek ku min berê jî gotibû, di van salên dawî de, wêjeya Kurdî ji aliyê çapkirina pirtûkan û derketina nivîskarên nû gavên girîng avêtine. Lê pêşketina wêjeyekê tenê bi zêdebûna berheman nayê pîvan. Pirs ev e ku piştî çapbûna berhemekê çi diqewime? Yan çi pêwîst e gelo? Ma ew dikeve nav gotûbêja wêjeyî? Yan bê deng li ser refên pirtûkxaneyan dimîne?
Di gelek zimanan de, pêvajoya rastîn a pirtûkê piştî çapbûnê dest pê dike. Xwendevan wê dixwîne, rexnegir wê dinirxîne, rojname û kovar li ser wê dinivîsin, civîn û nîqaş li dora wê tên lidarxistin. Bi vî awayî berhemek ji hiş û sînorê nivîskar derdikeve û derbasî nav jiyana civakê dibe. Lê di wêjeya Kurdî de ev qonax hîn gelekî lawaz e.
Rexne gelek caran bi şaşî wek dijminatiya nivîskar tê fêmkirin lê di rastiyê de, rexneya rast ne şikandina nivîskar e; ew hunera xwendin û nirxandina berhemê ye. Rexne hêz û qelsiyên berhemekê nîşan dide, lê di heman demê de rê ji bo pêşketina nivîskar û xwendevanan jî vedike.
Rexnegir di her wêjeya pêşketî de tenê xwendevanekî din nîne. Ew navbeynkarê berhem û civakê ye. Ew alîkariya xwendevanan dike ku kûrahiya berhemekê şîrove dike û di heman demê de nivîskaran jî ber bi xebatên nû ve teşwîq dike. Ji ber vê yekê, hebûna rexnegir yek ji şertên bingehîn ên pêşketina wêjeyê ye.
Her wiha, divê em cudahiya di navbera rexne û rexnegirtinê de baş bizanin. Armanca rexneyê têgihiştin û nirxandina berhemê ye; rexnegirtin gelek caran tenê li ser qelsiyan radiweste. Rexne bi arguman, mînak û xwendineke kûr ava dibe lê rexnegirtin dikare tenê bibe ravekirina hestên kesane. Ji ber vê yekê, nivîskar divê rexneyê ne wek êrişekê, wek derfeteke pêşketinê bibîne.
Di nav wêjeya Kurdî de gelek caran pesn û rexnegirtin li şûna rexneya rast cih digirin. Hinek berhem bêyî xwendin û nirxandineke kûr tenê tên pesnkirin, hinek jî bêyî arguman tên rexnekirin. Lê ne pesnê bê bingeh û ne jî rexnegirtina bê bingeh sûdê nagihînin wêjeyê. Rexneya rast divê bi xwendineke kûr û nirxandineke dadmend were avakirin. Armanca wê ne şikandina nivîskar e, berevajî vê fêmkirina berhemê, nîşandana hêz û qelsiyên wê û vekirina asoyên pêşketinê ye. Rexne tenê bi vî awayî dikare hem ji bo nivîskar û hem jî ji bo wêjeya Kurdî bibe xizmetek.
Di wêjeya cîhanê de gelek roman ne tenê bi hêza nivîsandina xwe, bi gotûbêj, rexne û vekolînên ku li ser wan hatine nivîsandin jî bûne klasîk. Heke rexne tune be, gelek caran berhemek bêdeng tê û bêdeng jî diçe.
Di heman demê de, berpirsiyariya rexneyê tenê li ser milê rexnegiran nîne. Divê medya, kovarên wêjeyî, zanîngeh, saziyên çandî û xwendevan jî cih bidin gotûbêja li ser berhemên nû. Heta ku roman tenê were çapkirin û paşê bêdeng bimîne, çandeke rexneyê nikare bi pêş bikeve. Her berhem hewcedarê xwendevanekî baş û rexnevanekî baş e.
Ji ber vê yekê, pêşketina romana Kurdî ne tenê ji nivîsandina romanan pêk tê. Ew bi xwendin, gotûbêj û rexneya azad jî pêk tê. Wêjeya ku li ser berhemên xwe nîqaş nake, hêdî hêdî di cihê xwe de radiweste. Lê wêjeya ku xwendevan, rexnevan û nivîskar di nav gotûbêjeke rast de dicivîne, her roj xwe nû dike. Belkî pirs ne tenê ew e ku “Çend roman hatine nivîsandin?”, dibe ku pirsa sereke “Çend roman hatine rexnekirin û çend gotûbêj li dora wan çêbûne?” ye. Ji bersiva vê pirsê re, pêşeroja wêjeya Kurdî jî tê dîtin.
Belkî roja ku em li ser her romanekê bi heman cidiyetê nîqaş bikin, rexneyan binivîsin û berheman bi kûrahî bixwînin, dê paşaroja wêjeya Kurdî jî qonaxeke nû dest pê bike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



