Roja 19ê Tîrmehê, tîma neteweyî ya Spanyayê li stadyuma MetLifeyê ya li eyaleta New Jerseyê di dema zêdekirî de 1-0 zora tîma Arjentînê bir. Bi vê yekê dawî li hevrikiya pênc hefteyan hat. Di vê tûrnûvayê de hema bêje hemû rekor hatin şikandin.
Lê encama maça fînalê tenê beşek ji rûdanan vedibêje. Çîroka sereke li derveyî stadyuman û li wan bajarokên biçûk qewimî ku berê piraniya cîhanê qet navê wan nebihîstibû.
Li wan deran welatiyên Amerîkayî havîna xwe bi fêrbûna sirûdên niştimanî, xwarin û naskirina alayên welatên din derbas kir.
Tûrnûvayeke ji her demê mezintir
Ev yekemîn Kupaya Cîhanê bû ku bi mazûvaniya hevpar a Amerîka, Meksîka û Kanadayê hat lidarxistin. Her wiha cara ewil bû ku li şûna 32 tîman 48 tîmên neteweyî beşdar bûn. Ev guherîn bi wateya 104 maçan bû.
Ev maç li ser 16 bajarên mazûvan û bi dehan bajarokên biçûktir hatibûn dabeşkirin. Ji maça vekirinê ya 11ê Hezîranê ya li Mexico Cityê heta maça fînalê ya 19ê Tîrmehê ya li New Jerseyê ev coş berdewam kir.
Rekor bi lez hatin tomarkirin. Heta 25ê Hezîranê, ango beriya bidawîbûna qonaxa yekem a maçan, zêdetirî 3 milyon û 600 hezar alîgir çûn stadyuman. Vê yekê rekora berê ya amadebûyiyan şikand.
Rekora Kupaya Cîhanê ya 1994an a li Amerîkayê 3 milyon û 570 hezar kes bû. Stadyum 5 hefteyan li pey hev hema bêje her şev bi alîgiran tije bûn.
Rêjeya temaşevanên televizyonê jî bi heman awayî bi lez zêde bû. Di maça ku Amerîka li hemberî Belçîkayê têk çû de, zêdetirî 33 milyon temaşevan hebûn.
Bi vê yekê bû weşana fotbolê ya herî zêde ku di dîroka televizyonên Amerîkayê de hatiye temaşekirin. Heta maça di navbera Îngilistan û Norwêcê de jî 21,8 milyon temaşevanên wê li Amerîkayê hebûn ku ev jî rekoreke nû bû.
Dahat jî bi qasî beşdariya alîgiran zêde bû. Li gorî texmînên aborînasên Amerîkayê, vê tûrnûvayê di navbera 17 û 30 milyar dolarî de qezenc xistiye nav aboriya Amerîkayê.
Tevî vê yekê çend bajarên mazûvan ragihand ku lêçûnên asayîşê, veguhastin û paqijkirina bajaran ji wî pereyê ku organîzatoran soz dabû zêdetir bûye. Bihayê bilêteke maça fînalê li bazara reş bi zêdetirî 11 hezar dolaran hat firotin.
Her wiha li gorî hinek raporên medyaya Amerîkayê, hinek bilêtên cihên taybet (VIP) bi zêdetirî milyonek dolarî hatin firotin. Ev yek jî wê dike bilêta herî giranbiha ya ji bo bûyereke werzîşî ya di dîroka Amerîkayê de.
FIFAyê nûjeniyeke din jî zêde kir. Ew jî pêşkêşkirina gustîlka qehremaniyê ji bo tîma serkeftî bû. Ev wekî wan gustîlkan e ku didin serkeftiyên Super Bowla ku tûrnûvaya fotbola Amerîkî ye.
30 lîstikvan û endamên tîma Spanyayê gustîlkên taybet wergirtin ku li ser aliyekî wê wêneya Kupaya Cîhanê hatibû neqişandin. Nêzîkî 2 hezar gustîlkên din jî firotin alîgiran. Bihayê her yek ji wan zêdetirî 150 hezar dolaran e.
Bajarokê ku xwe fêrî zimanê Erebî kir
Lawrence bajarokekî biçûk ê naverasta Amerîkayê ye. Ev bajarok bi piranî bi tîma basketbolê ya zanîngeha xwe tê naskirin. Bi destpêkirina Kupaya Cîhanê ya 2026an re ev bajarok bû binkeya rahênanên tîma neteweyî ya Cezayîrê.
Çend meh beriya hatina alîgirên Cezayîrê, du profesorên Zanîngeha Kansasê dest bi amadekariyan kir da ku pêşwaziya mêhvanan bikin.
Wan her du profesoran tabloyên ser cadeyan û hişyariyên keşûhewayê wergerandin Erebî. Her wiha sirûda neteweyî ya Cezayîrê wergerandin Îngilîzî da ku şêniyên bajarok karibin ji peyvan fêm bikin. Tîma marşê ya zanîngehê jî fêrî lêdana awazê bû. Wan di dema rahênana tîma Cezayîrê de mûzîka wan lêdida.
Restoranên herêmê jî xwe li gorî rewşê guncand. Çend restoranan menuyên xwe guherandin û xwarinên helal amade kirin. Yek ji kafe û xwaringehan ku berê xwarina helal pêşkêş dikir, bû cihê kombûna alîgirên Cezayîrê ji bo temaşekirina maçan.
Dema balafira tîma Cezayîrê piştî nîvê şevê daket, şêniyên herêmê di nav bager û birûskan de bi alaya Cezayîrê çûn balafirgehê û pêşwaziya wan kir. Paşê serokê şaredariya bajarok ragihand ku alîgirên Cezayîrê "germahî, enerjî û coş bi xwe re anîne." Bajarokê Lawrenceyê jî bi heman awayî bersiv da wan.
Chattanooga; Bajarê biçûk ê ku mazûvaniya Spanyayê kir
Chattanooga bajarokekî li eyaleta Tennesseeyê ye. Nifûsa wî kêmtirî 200 hezar kesî ye. Ev bajar pênc hefteyan bû cihê mana tîma Spanyayê. Ew tîma ku şampiyona Ewropayê ye û di fînalê de jî Kupaya Cîhanê bir.
Tîma Spanyayê li dibistana lîseyê ya bi navê Baylorê ya li navçeyê rahênanên xwe kirin. Li oteleka li nava bajêr bi cih bû. Dema rojnamegerekî bajêr vîdeoya gihiştina otobusên tîma Spanyayê ya otelê belav kir, vîdeo 8,6 milyon carî li ser medyaya civakî hat dîtin.
Xwendekarên dibistanê karîbûn ji nêzîk ve li stadyuma xwe ya dibistanê li rahênanên lîstikvanên herî baş ên cîhanê temaşe bikin.
Her wiha restorantên herêmê jî ji bo demsala havînê xwarina Paellaya Spanî xist nav menuyên xwe. Medyaya Amerîkayê ew bajarokê aram wekî "çeka nihênî" ya Spanyayê bi nav kir. Cihê bêqelebalix û bêdeng wiha kir ku tîm bala xwe bide ser maçan û di navbera maçan de bêhna xwe vede.
Bajarê ku formayê Skotlandê li xwe kir
Alîgirên Skotlandê bi awayekî berçav bajarê Bostonê tije kiribû. Di nav alîgirên din ên biyanî de ev dîmen bêhempa bû. Bi hezaran alîgir bi cilên xwe yên klasîk ên Skotî (kilt) û bi lêdana amûra muzîkê ya neteweyî tûlûmê, cadeyên bajêr xemilandibûn. Li gorî raporan, ji ber xwesteka zêde li barên herêmê bîra nemabû.
Çûna alîgirên Skotlandê ya Bostonê ne tenê ji bo ahenggêranê bû. Komek ji alîgiran çû serdana stargeheke zarokên sêwî. Wan bi qasî 1200 dolarî bexşandin û li wir ji bo zarokan tûlûm lêdan.
Seroka Şaredariya Bostonê Michelle Wuyê li barekê formayê tîma Skotlandê li xwe kir. Wê peymanek îmze kir ku li gorî wê peymanê bajarê Glasgowê yê Skotlandê dibe destbirakê fermî yê Bostonê.
Alîgirên Skotlandê ragihand ku ti bajar berê pêşwaziyeke bi vî rengî li wan nekiriye. Her çend tîma Skotlandê di qonaxa yekem de ji tûrnûvayê derket jî Bostonê girîngî neda vê yekê û hevaltiyeke nû bi Skotiyan re ava kir.
Wêneyên li ser dîwaran wekî sembola pêşwaziyê bûn
Li bajarê Dallasê yê li eyaleta Texasê taxa Deep Ellumê ku wekî navenda hunerên kolanan tê naskirin, daxwaz ji hunermendan kir. Wan xwest bi wêne û xêzên li ser dîwaran pêşwaziya tîmên neteweyî bikin ku beşdarî Kupaya Cîhanê bûbûn. 8 wêneyên dîwaran ji bo tîmên Arjantîn, Awisturya, Xirwatistan, Îngilistan, Japonya, Urdin, Holenda û Swêdê hatin xêzkirin.
Hinek ji wan hunermendan bi xwe ji wan welatan bûn. Wan wêneyê welatê xwe ji bo wan alîgiran çêdikir ku ji bo piştgiriya tîma xwe geşteke dûr û dirêj kiribûn. Li bajarê New Yorkê jî serokê şaredariyê projeyeke wekî vê ragihand. Ev proje ji girtina 12 wêneyên dîwaran li 5 navçeyên cuda yên bajêr pêk dihat.
Çîroka alîgirê Alman
Sebastian Krauss alîgirekî Alman bû. Ji ber dîtina wî ya derbarê rêjeya tawanê li Amerîkayê ew bi dilgiraniyê çûbû wî welatî. Dema ku ew û hevalên xwe li bajarê Bostonê rastî qezayeke trafîkê hatin, welatiyekî Amerîkayî yê ji Bostonê bi navê Bob û hevjîna wî ew dîtin. Wan bêyî dudiliyê Krauss û hevalên wî gihandin cihê mana wan.
Paşê Krauss di hevpeyvîneke zindî ya televizyonê de behsa rûdanê kir. Ew dema axaftinê giriya û got: "Ez ketim xefika evîna Amerîkayê. Amerîkayî ne bêrêz in. Eger em yekgirtî bin, em dikarin destkeftên mezin bi dest bixin."
Krauss çend hefteyên din li Amerîkayê ma, tevî ku Almanya ji tûrnûvayê derketibû jî. Her wiha roja 4ê Tîrmehê, Roja Serxwebûna Amerîkayê jî wî bi hevalên xwe yên nû yên Amerîkî re aheng gêra.
Ti yek ji van rûdanan bi awayekî fermî ji aliyê FIFAyê an jî ti hikûmetê ve nehatibû organîzekirin. Ti kesî daxwaz ji tîma marşê ya Lawrenceê nekiribû ku sirûda neteweyî ya Cezayîrê fêr bibin. Her wiha ti kesî ji Bobî re jî negotibû ku otomobîla xwe ji bo welatiyekî Alman rawestîne.
Ew welatê ku bi dehan salan bû Kupaya Cîhanê wekî boneyeke taybet a ji bo xelkên din ên cîhanê didît, vê havînê bajar bi bajar û bajarok bi bajarok, hembêzeke germ ji bo alîgir û tîmên 48 welatan vekir.
Tîma Spanyayê Kupa bi dest xist û bû xwediya 30 gustîlkan ku berê di dîroka fotbolê de qet mînaka wê tune bû. Lê belê Kupaya rasteqîn a vê Kupaya Cîhanê ji bo wê seroka şaredariyê bû ku formayek li xwe kir û ne formaya tîma welatê wê bû. Her wiha ji bo wî mamosteyê zanîngehê bû ku bajarokekî Amerîkayê fêrî sirûda neteweyî ya welatekî din kir.
Derket holê ku wî welatê ku her kesî digot ji ber karên xwe dema fotbolê nîne, pênc hefte terxan kirin. Wan nîşan da ku pêdiviya wan tenê bi derfetekê hebû.
Dema ku derfet ji wan re hat, Amerîkayê bi dengekî bilind û bi coş îsbat kir. Wekî wî mêhvandarê ku beriya tu sêniya xwe ya yekem xilas bikî, sêniyeke din ji te re tije dike û bi ken ji te dipirse, "Erê gelo em dê kengî dîsa hev bibînin?"
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.jpg&w=3840&q=75)
