Niha ku hûn vê nivîsê dixwînin, ez wekî Birêvebirê Pêwendiyên Giştî yên Tora Medyayî ya Rûdawê, bi vexwendineke fermî ya Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê, di nava wê balafirê de me ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî û şandeya wî ber bi Washingtona paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve dibe. Beşdariya saziyên medyayî yên girîng û şirketên mezin ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve pêngaveke nû ya dewletdariyê ye li Îraqê û girîngiya wê cihê destxweşiyê ye.
Berbanga îro, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yekemîn sefera xwe ya navneteweyî û derve wekî Serokwezîrê nû yê Îraqê ji bo paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike. Şandeya fermî ya Îraqê ji hinek berpirsên payebilind ên Îraqê, kesayetî û bazirgan û nûnerên saziyên bibandor ên Îraqê pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê bi awayekî fermî hatiye vexwendin û bi Elî Zeydî re ye û beşdarî vê serdana dîrokî ya Serokwezîrê Îraqê dibe.
Çûna Serokwezîrê Îraqê ya Washingtonê, ne tenê gotûbêjkirina dosyeyên siyasî yên di civînên girtî de li xwe digire, ew nexşerêya hevbeş a ewlehî, aborî û veberhênanê di navbera Îraq û Amerîkayê de ji bo salên bê diyar dike. Amadehiya temam ji bo serdanê hatiye kirin û ew piştgiriya ku ji aliyê Amerîkayê ve li Elî Falih Zeydî tê kirin, berê ji bo ti serokwezîrê din ê Îraqê nehatiye kirin.
Di serdaneke li ser vê astê de, amadebûn tenê ji bo wan aliyan pêk hatiye ku peyîtandiye hevparên cihê baweriyê ne û bi bandor in û li Îraq û herêmê xwedî şiyan û pêgeheke diyar in.
Beşdariya Rûdawê peyameke girîng hildigire ku ew jî ev e ku Bexda Tora Medyayî ya Rûdawê wekî dezgeheke medyayî ya profesyonel û pêbawer dibîne ku şiyana nûnertiya dîmena medyayî heye di girîngtirîn lûtke û civînên navneteweyî de, ji ber vê yekê jî dike hevalseferê Serokwezîr di serdana wî de ya ji bo welat û hêza herî mezin a cîhanê.
Tora Medyayî ya Rûdawê, wekî yekemîn dezgeha medyayî ya li Herêma Kurdistanê ku di vê serdanê de bi şandeya fermî ya Îraqê re ye, ev beşdariya wê ne tenê vexwendineke protokolî ye, ew nîşaneya wê pêgehê ye ku Rûdawê di dema zêdetirî dehsalekê de li herêmê û cîhanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ava kiriye.
Ji sala 2013an ve dema ku Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi karê xwe yê li Amerîkayê kir, rêyeke hêsan û amadekirî li pêşiya wê nebû. Destpêk ji xala sifirê bû, avakirina bingeha karkirina medyakarên Kurdistanê bû li Washingtonê. Karê Rûdawê li ser bingeha wê baweriyê bû ku paşeroja Îraq û Kurdistanê ne tenê ji Bexda û Hewlêrê tê dariştin, belkî Washington wekî yek ji girîngtirîn paytextên bibandor ên cîhanê ji bo herêmê dimîne û hebûna dezgeheke medyayî ya profesyonel a Kurdistanî li wir, veberhênaneke stratejîk e ji bo paşerojê. Ji 2013an ve ew pirsa ku li cem xelkê Kurdistanê û Îraqê hebûye li Koşka Spî û li Neteweyên Yekbûyî ji aliyê nûçegihanên Rûdawê ve ji Serokê Amerîkayê û serok û nûnerên welatan hatine kirin.
Di salên borî de, rola Rûdawê ne tenê di çarçoveya veguhastina nûçeyan de bûye, ew rol bûye beşek ji dîmena medyayî ya Amerîkayê. Nûçegihanên Rûdawê, di çarçoveya karê xwe yê medyayî de serok û wezîr û endamên Kongreyê dîtin, ew pirs arasteyî wan kirin ku pirs û dilgiraniyên Îraq û Kurdistanê vediguhastin astên herî bilind, heta di hinek rewşan de bûn sedema wê yekê ku balê bikişîne ser wan pirsên ku di nav xelekên biryardanê de li Amerîkayê girîngiya pêwîst bi wan nehatibû dayîn.
Îro, pêwendiyên Tora Medyayî ya Rûdawê li Amerîkayê derbasî qonaxeke nû dibin. Rûdaw ber bi pêwendiya berdewam li gel biryarder, sazî, navendên lêkolînê û navendên bibandor ên Amerîkayê gavan diavêje.
Beşdariya Tora Medyayî ya Rûdawê li gel şandeya fermî ya hikûmeta Îraqê di serdana Amerîkayê de, xwedî girîngiyeke piralî ye. Ew jî ev e ku li Herêma Kurdistanê saziyeke bihêz û bibandor heye ku şiyana avakirina hegemonyayê bi rêya pîşebûn û baweriyê heye.
Rûdaw her tim di navenda bûyerên girîng û dîrokî de dibe û beşdareke rasteqîn a medyayî ye di guherînên bingehîn de.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)