Êdî kaset, plak û dengên xweş û xwezayî pir dernakevin, çanda albûmên muzîkê her diçe kêm dibe. Ji ber vê yekê jî guhdarkirina melodî û stranên teze ji bo dema me henasedariyeke piçûk e. Ez bawer im li ser rûyê erdê li gorî hewesa her kesî stran û awaz hene. Çi qas ziman û çand hebin, ew qas melodî û hest hene. Lê dîsa jî hin melodî û deng global dibin û bi awayekî sînoran nas nakin. Ev stranên sînornenas li her aliyên cîhanê tên guhdarîkirin, bi sed hezaran qailiyan digrin û tên jiberkirin.
Bandora deng û gotinê tiştekî din e lê di cîhana çandê de hunermendên herî bi şans jî muzîkjen in. Helbet piştî ku dîjîtalîzm zêde bû, xebatên bi kalîte kêm bûn û sektor bi temamî guherîn. Konserên girseyî, berhevdanên piyasê û organîzasyonên mezin pir neman. Lê dîsa jî dijitalîzekirina arşîvên berê feydeyek e. Qe nebe stranbêjên hatine jibîrkirin tên naskirin û yên dijin jî mafên telîfa xwe dixwazin. Derketina albûman lewma hîna tiştekî lazim e. Bi albûmên xwedî kalite re guhê me ji zingara xwe diavêje û em jî di dilê xwe de hin hestan ji nû ve dijîn. Lewra stran weke mehzenê ne. Tu hestên xwe yên nû lê dadigirî û yên berê jî tam dikî û pê re jî hin heyfanînên wekî filan salê, li filan derê, bi û bo bêvankesê bi gotina Şakîro “îzê tînin ser me.”
Celine Dion, stranbêja Frankokanadî û yek ji stêrên serdema me ye, piştî nexweşiyeke bêwext covera xwe ya bi navê Bonjour, Pardon, Merci (Roj baş, Bibûre, Spas) weşand. Ev her sê peyvên ku em rojane ji hev re dibêjin, di vê coverê de bûne stran. Teksta stranê ji aliyê Ycar û Renaud Redillard ve hatiye nivîsandin. Stran di nav toz û dûmana hişê çêkirî, dengên sanal û muzîka bê enstruman de careke din bandora mûzîkê tînin bîra mirov. Lewra îkoneke wek Dionê nikare bi kalîteya xwe bilîze, ji asta xwe dûr bikeve û li gorî piyase xebatan bike.
Dion yeka perfeksiyonîst dixûyê û di vî karî de jî serkeftî ye. Piştî tedawiyeke demdirêj, yekem car di Olîmpiyadên Parîsê (2024) de sehne girtibû. Îsal jî dest bi amadehiyên konserên xwe yên Parîsê kiriye. “Bonjour Pardon Merci” ji bo van konseran hatiye amadekirin û yek ji stranên Dionê yên mîstîk xuya dike. Ji xwe stranên Dionê, yên bi zimanê Fransî pir nakevin lîsteyên mûzîka popê û piraniya wan slow in. Diona ku klasîkên wekî “It’s All Coming Back to Me (Her Tişt Dîsa Tê Bîra Min) û “To Love You More (Hezkirina Pirtir a Ji Te)” diyarî hezkirên xwe kiriye, vê carê fokusa Fransî derxistiye pêş. Pîştî “Dans un autre monde”
(Di nav cihaneke din de) û “Je lui dirai” ( Ez ê jê re bêjim) di vê coverê de teseliyeke sofiyane daye şîroveya xwe. Bonjour Pardon Merci, hefteya borî li ser YouTubeyê hate parvekirin.
Li pey vê coverê çi heye hê ne diyar e lê fransî ji Celine Dionê pir hez dikin û ew jî zêdetir xwe li Fransayê digire. Lewra bilêtên konserên wê yên Parîsê di nav çend rojan de qediyan û her du alî jî li benda 3yê Îlonê ne. Celinê, hezkirên xwe yên welatên din ji bîr nekirine û dibe ku hin konser, album û coverên bi Îngilîzî jî derxe.
Lê vê gavê, “Bonjour Pardon Merci” li van rojên me xweş tê.
Wekî gotina seydayê Tîrêj;
“Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev e.
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e.”
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
