Hinek karesat xwe bi xwe eşkere dikin. Ew bi teqînan, tankan û dengê dîrokê tên. Herêma Kurdistanê bi dehan sal in vî cureyê tundiyê dizane û ji piraniya welatên cîhanê baştir pê dizane. Kêm civakan ew qasî şer, koçberiya bi zorê û rûxîna siyasî dîtine.
Lê belê îro her kesê ku di nav kolanên Hewlêr an jî Dihokê de bimeşe û tenê li nîşanên berçav ên aramiyê binêre, dikare bi hêsanî bawer bike ku rojên herî xerab li pey xwe hiştine. Ev dê bibe şaşiyeke mezin.
Krîza herî metirsîdar a ku Îraq û Kurdistan di van deh salan de rûbirûyê wê dibin cilên leşkerî li xwe nake. Bi tankan sînoran derbas nake. Di nav hebên biçûk, krîstalên spî û kapsulên rengîn de tê.
Li hewşên dibistanan tê firotin, li ser medyaya civakî tê belavkirin û di jûrên nivîstinê de tê veşartin. Îraq û Kurdistan dibin şahidê destpêka belavbûna madeyên hişbir û wekî civak qet ne amade ne ji bo wê.
Ji welatê transîtê ber bi civaka bikarhêner ve
Tenê çend sal berê, ev nirxandin dê wekî mubalaxeyekê bihata dîtin. Madeyên hişbir wekî pirsgirêkeke rojavayê dihatin dîtin. Di nêrîna giştî de Îraq herî zêde welatekî transîtê bû.
Eroîn ji Efxanistanê dihat. Kaptagon ji Sûriyeyê dihat. Her du jî bi rêya Îraqê diçûn welatên Kendavê. Wisa xuya dikir ku xelk ji vê rewşê dûr e.
Lê ev nêrîn êdî guheriye û amar rastiyê bi eşkereyî dibêjin. Li gorî rapora dawî ya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Madeyên Hişbir û Sûcan, desteserkirina Kaptagonê li Îraqê di navbera salên 2019 û 2023yan de zêdetirî 34 qatan zêde bûye.
Cara yekem, li navxweyî welêt laboratuwarên hilberîna madeyên hişbir ên kîmyayî hatin dîtin. Ew tiştê ku berê tenê di nav Îraqê re derbas dibû, niha li nav welêt tê hilberanîn, firotin û bikaranîn.
Sala 2023yan tenê li Herêma Kurdistanê ji ber sûcên madeyên hişbir 2 hezar û 482 kes hatin girtin. Ji wan zêdetirî hezar û 400 kes bikarhênerên madeyên hişbir bûn.
Sala 2025an li Hewlêr û Dihokê hezar û 708 kesên din hatin tomarkirin. Di nîvê yekem ê heman salê de 744 bûyerên din hatin tomarkirin. Ev rewş gelekî eşkere ye. Bi lez û berdewamî zêde dibe û gelekî cihê dilgiraniyê ye.
Lê belê amara herî xeternak tiştekî din e. Hema bêje ji her du bikarhênerên tomarkirî yek ji wan di navbera 18 û 30 salî de ye. Ji sedî 35ê wan jî di navbera 30 û 40 salî de ne.
Ev ne komeke paşguhkirî ye ku ketiye nav xefika tîryakkêşiyê. Ev ew nifş e ku tê çaverêkirin vê civakê ber bi paşerojê ve bibe.
Dema ku trawma bê peyv dimîne
Her kesê ku bixwaze fêm bike çima ciwan berê xwe didin metamfetamîn an Kaptagonê, divê pêşî wê civakê fêm bike ku ew tê de mezin bûne.
Di nav çend deh salan de, Îraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê rastî şer, cezayên navneteweyî, derketin û têkçûna DAIŞê, komkujî, hilweşîna aborî û krîzeke siyasî ya berdewam hatin.
Milyonan kesan endamên malbata xwe, malên xwe û debara xwe ji dest dan. Gelek dê û bav hîn jî ji ber nexweşiyên trawmayê, depresyon û dilgiraniyê dikişînin.
Zarok di wan malbatan de mezin dibin ku êş gelek caran bê peyv dimîne. Ev ne ji ber bêxemiyê ye lê ji ber ku ziman bi xwe têra îfadekirina wan tiştan nake ku wan jiyane.
Trawma bi bidawîbûna şer re winda nabe. Ew şêweyê perwerdekirina zarokan, têkiliyan û pêkhateyên malbatê diguhere. Gelek caran bêyî ku kes pê bihese, derbasî nifşê nû dibe.
Dema ku mirov êdî hêviya paşerojekê nakin, têgihiştina wan a li ser demê diguhere. Kêliya niha ji plansaziya demdirêj girîngtir dibe. Tam di vê valahiya derûnî de madeyên hişbir hêza xwe ya wêranker nîşan didin.
Ji aliyê derûnî ve ev şert û merc ji bo tîryakkêşiyê zemîneke guncav ava dikin. Ciwan rastî bêaramiya hundirîn, tirs û bêhêvîbûnê tên. Ew fêm nakin ku ev hest ji ku tên.
Madeyên hişbir ên kîmyayî tam tiştê kêm soz didin: Li şûna westiyanê enerjiyê, li şûna kêmasiya baweriyê baweriyê û li şûna valahiyê kêfxweşiyê didin. Têkçûna ku piştî wê tê tenê wê êşa bingehîn kûrtir dike.
Rewşeke civakî jî heye ku vê mekanîzmayê xurttir dike. Zêdetirî nîvê nifûsa Îraq û Kurdistanê ciwan in. Di heman demê de, bêkariya ciwanan û kêmbûna derfetên aborî berbelav in. Medyaya civakî wêneyên serkeftin û dewlemendiyê nîşan dide.
Ev wêne bi rastiya rojane ya piraniya ciwanan re qet naguncin. Hewlêr bi avahiyên xwe yên bilind, navendên kirînê û veberhênanên navneteweyî xwe wekî semboleke nûjenbûna aborî nîşan dide. Lê ev dewlemendiya berçav tenê beşeke biçûk a rastiya welêt nîşan dide.
Li pişt van dîmenan, newekheviya civakî her ku diçe mezin dibe. Bi wê re bêhêvîbûn jî zêde dibe. Gelek ciwan hest dikin ku ew ji vê bipêşketinê hatine dûrxistin. Di navbera tiştê ku jiyan soz dide û tiştê ku bi rastî pêşkêş dike de valahiyeke mezin derketiye holê. Ev valahî roj bi roj bi madeyên hişbir tê dagirtin.
Civakeke neamade
Tiştê ku vê krîzê ji rûdanên mîna yên li Ewropa yan jî Amerîkaya Bakur cuda dike, ne tenê leza wê ye. Rastî ev e ku ew rûbirûyî civakekê dibe ku hema bêje ti ezmûneke wê ya giştî di rûbirûbûna bi tîryakkêşiyê re nîne.
Dê û bavên ku ti carî bi xwe rastî vê pirsgirêkê nehatine hene. Mamosteyên ku ji bo dîtina nîşanên destpêkê qet nehatine perwerdekirin hene. Bijîşkên ku di warê bijîşkiya nûjen a tîryakkêşiyê de gelekî kêm perwerde dîtine hene.
Encam derengketineke metirsîdar e. Bêxewî, lawazbûn, reftarên tund û dûrketina ji civakê gelek caran wekî beşek ji xortaniyê tê dîtin û şaş tê fêmkirin. Gelek caran tenê piştî sûcên qanûnî, têkçûna derûnî ya giran yan jî hilweşîna fîzîkî li alîkariyê tê gerîn. Di wê demê de jî êdî nexweşî bûye kronîk.
Ev rewş bi du faktorên ku hevdû xurt dikin xerabtir dibe: Şerm û darizandina qanûnî. Di gelek malbatan de tîryakkêşî hîn jî wekî têkçûneke exlaqî tê dîtin. Li şûna ku bê dermankirin, di nav malbatê de tê veşartin.
Kesê ku piştî çûna klînîkekê ji darizandinê bitirse, dê xwe ji dermankirinê dûr bixe. Xeleka xitimî temam dibe. Tirs û ceza çi qasî zêde be, dermankirin ew qasî dereng dest pê dike û encam jî ew qasî xerabtir dibe.
Pêdivî bi bersiveke niştimanî heye
Avakirina yekem Klînîka Psîkoterapî û Nexweşiyên Tîryakkêşiyê ya li Enstîtuya Psîkoterapî û Psîkotrawmatolojiyê (IPP) li Zanîngeha Dihokê, bi piştgiriya Almanyayê, gaveke girîng bû ku gelekî dereng mabû.
Ew terapiya nûjen a trawmayê û bijîşkiya tîryakkêşiyê bi hev re girê dide. Ev nîşan dide ku dema zû dest pê bike û bawerî hebe dermankirin pêkan e. Lê belê klînîkeke bi tenê nikare berpirsyariya welatekî bi milyonên ciwanan hilgire.
Pêdiviya Îraq û Kurdistanê bi stratejiyeke niştimanî heye. Stratejiyeke ku ji operasyonên polîsan û kontrolên sînoran wêdetir be. Darizandin bi tenê pirsgirêka tîryakkêşiyê çareser nake. Ew tenê pirsgirêkê vediguhêze, vedişêre û xerabtir dike. Divê bersiveke bi bandor di heman demê de li ser sê aliyan bixebite.
Ya yekem xweparastin e. Divê zarok hîn di salên xwe yên dibistanê de dest pê bikin û berxwedana derûnî, hişyariya hestyarî û têgihiştineke bingehîn a li ser tîryakkêşiyê bi pêş bixin. Ev yek bi qedexekirin an jî bangên exlaqî bi dest nakeve. Jixwe berê jî hat dîtin ku ev rêbaz bêbandor in. Ji bo vê yekê pêdivî bi bernameyên zanistî û li gorî temenê heye ku dê û bavan jî li xwe bigirin.
Ya duyem dermankirin e. Her kesê ku bi dildarî li alîkariyê digere, divê bi qanûnê were parastin. Bawerî bingeha her terapiyeke serkeftî ye. Tîryakkêşî nexweşiyeke kronîk e. Cihê wê li cem bijîşk û psîkoterapîstan e, ne li salonên dadgehan. Ev yek jî pêwîstî bi perwerdeya sîstematîk a bijîşkên malbatê heye. Bi vî awayî tîryakkêşî di qonaxeke zû de dikare were dîtin û çareserkirin.
Ya sêyem jî rakirina şermê ye. Civakên olî, medya û civaka sivîl hemû berpirsiyar in. Bêdengiya li ser tîryakkêşiyê ti kesî naparêze. Ew tenê rê li ber dermankirinê digire. Gotûbêjeke giştî ya vekirî û rastbîn ne nîşaneya qelsiyê ye. Ew ji bo guherîneke mayînde şertekî sereke ye.
Krîza bê ji hundir ve tê
Kurdistanê di dirêjahiya dîroka xwe de hema bêje hemû karesatên mezin ji derve dîtine. Lê ev krîz ji hundir ve mezin dibe. Ew di nav malbatan, di nav dibistanan û di nav wî nifşî de mezin dibe ku heq dikir di nav aştiyê de bijî. Lê li şûna wê, ew fêrî cureyên nû yên bêhêvîbûnê dibin.
Hîn jî derfetek heye ku em gavan biavêjin. Lê derfet roj bi roj kêm dibin. Eger em îro dereng bimînin, di nav çend salan de em dê êdî qala çend hezar bûyeran nekin.
Em dê qala nifşekî bikin ku tenduristiya wan a fîzîkî û derûnî bi temamî têk çûye. Lêçûnên civakî yên li ser pergala tenduristiyê, malbat, aborî û hevgirtina civakî dê gelekî mezin û demdirêj bin.
Civakek paşeroja xwe tenê wê demê ji dest nade gava ku bajarên wê wêran dibin. Gava zarokên wê hêviya xwe ji dest didin, wê çaxê paşeroja xwe ji dest dide.
Dîrok dê nepirse bê çend ton madeyên hişbir hatine desteserkirin. Dîrok dê bipirse bê gelo kesên berpirsyar ew wêrekî nîşan dan ku nifşekî biparêzin berî ku her tişt dereng bibe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



