Piştî Kongreya Yekemîn a Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî li Dusseldorfa Almanyayê, qonaxeke nû dest pê kiriye. Heke kongre cihê nîqaş, gotûbêj û biryardanê bû, niha qonaxa cîbicîkirina, xebat û bicihanîna wan biryaran e. Nirxa rastîn a her kongreyekê ne tenê bi gelek axaftin û beşdaran tê pîvan, bi wê re tê pîvan ku encamên wê çi qas dikarin bibin projeyên pratîk û xebatên demdirêj.
Di kongreyê de careke din hate xuyakirin ku zimanê Kurdî hîn jî li gelek deveran ji mafê xwe yê bingehîn, ango statuya fermî û perwerdehiya bi zimanê dayîkê dûr e. Lê her wiha hate dîtin ku di nav rewşenbîr, akademîsyen û saziyên ziman de îradeyek heye ku ev valahî bi xebata hevpar wê were dagirtin.
Niha pirs ne ew e ku “Em çi dixwazin?” pirs ew e ku “Em ê çawa van armancan pêk bînin?”. Bersiva vê pirsê hewcedariya planeke dirêj, koordînasyona saziyan û beşdariya hemû kesên ku li ser zimanê Kurdî dixebitin heye.
Federasyona nû divê tenê wekî navek an çarçoveyeke rêxistinî nemîne. Ew divê bibe navendeke ku xebatên li ser ferheng, rêzimana ziman, termînolojiya zanistî, teknolojiyê, weşangerî, wergerandin û perwerdehiya mamosteyan bi hev ve girê bide. Her wiha divê di navbera hemû zaravayên Kurdî de pirên têkiliyê ava bike, ne ku cudahiyê di navbera wan de deyne.
Di vê qonaxê de rola nivîskar, mamoste, akademîsyen, rojnameger, hunermend û weşangeran jî zêdetir dibe. Bipêşxistina zimanê Kurdî tenê berpirsyariya federasyonekê nîne; ew berpirsiyariya civakekê ye. Ger em dixwazin zimanê me di jiyana rojane de bi hêz be, divê ew di malan, dibistanan, zanîngehan, medyayê, şanoyê, sînemayê û cîhana dîjîtal de cihê xwe bigire.
Di heman demê de divê em ji hest û sloganan derbas bibin û bi rêbazên zanistî bixebitin. Cîhana îroyîn cîhana teknolojî, arşîvên dîjîtal û zanîngehên vekirî ye. Heke zimanê Kurdî dixwaze di vê cîhanê de cihê xwe biparêze, divê beşdarî van qadên nû bibe.
Kongreya Dusseldorfê dikare bibe destpêka qonaxekê nû. Lê tenê wê demê ku biryarên li ser kaxezê bibin projeyên pratîk, komîteyên xebatê bi rêkûpêk bixebitin û encamên wan ji aliyê civakê ve bên hîskirin. Milet tenê bi konferansan bi pêş nakeve; bi xebata berdewam, plan, rêxistin û berpirsyarî bi pêş dikeve.
Ji ber vê yekê, piştî kongreyê divê hemû aliyên ku beşdar bûne ji xwe bipirsin: Di salekê de em ê çi bikin? Di 5 salan de em ê li kû derê bin? Heke ji bo van pirsan bersivên pratîk werin amadekirin, wê demê em dikarin bibêjin ku Kongreya Dusseldorfê ne tenê bûyerek e û bû destpêka qonaxeke nû ya di dîroka zimanê Kurdî de.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



