Li Amedê di rojên 27-28.06.2026an de Konferansa Zimanê Kurdî ku ji aliyê saziyên ziman ve bi dirûşma “Ji statûyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû” hat organîzekirin, ne tenê civîneke akademîk an çandî ye, lê di heman demê de bangeke giştî ye ji bo nirxandina rewşa zimanê Kurdî û diyarkirina paşeroja wî di çarçoveya maf, statû û perwerdehiyê de.
Di salên derbasbûyî de zimanê Kurdî gelek caran bû armanca qedexe, asîmîlasyon û siyaseta tunekirinê. Yanî bi gotinek din! Zimanê Kurdî di gelek deman de rastî sansor û qedexeyan hatiye.
Ji ber vê yekê, her civîn û konferansa ku li ser ziman tê lidarxistin, di heman demê de beşek ji têkoşîna parastina hebûna neteweyî û çandî ye. Ji ber ku ziman tenê alavekî ragihandinê nîne ew bîr, dîrok, çand, nasname û bîranîna neteweyekê ye.
Yek ji xalên herî girîng ên konferansê daxwaza statûya zimanê Kurdî ye. Di gelek welatan de statûya fermî ya zimanê dayikê şertê bingehîn e ji bo perwerdehî, dadgeh, birêvebiriya giştî û medyayê. Heta ku zimanekî statûya qanûnî nebe, mafên wî her dem di bin metirsiyê de dimînin. Ji ber vê yekê daxwaza statûyê tenê daxwazeke sembolîk nîne lê daxwazeke mafê bingehîn e.
Di axaftinên roja yekem a konferansê de hate diyarkirin ku pirsgirêka zimanê Kurdî ne tenê pirsgirêkeke çandî ye, belkî pirsgirêkeke siyasî û mafî jî ye. Ev nêrîn tîne bîra me ku gelek polîtîkayên asîmîlasyonê li ser zimanê Kurdî hatine avakirin. Dema ku ziman ji qada perwerdehiyê, birêvebiriyê û jiyana fermî tê dûrkirin, ne tenê peyv têne windakirin lê şêwaza ramandinê, bîranîn û çanda civakê jî di bin bandorê de dimîne.
Di heman demê de konferansê bal kişand ser yekîtiya hemû zaravayên Kurdî. Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Goranî hemû beşên dewlemendiya zimanê Kurdî ne. Parastina van zaravayan ne merc û şertê cudakirinê ye, belkî şertê dewlemendkirina ziman e. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku di navbera van zaravayan de têkilî, wergerandin, xwendin û hevkariyê zêdetir bike.
Yek ji mijarên ku divê li ser zêdetir were rawestan, perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Lêkolînên gelek sazî û zanîngehên cîhanê nîşan didin ku zarok dema xwendina xwe bi zimanê dayikê dest pê dike, hem di hînkirinê de zîrek û serkeftîtir dibe û hem jî paşê zimanên din bi hêsanî fêr dibe. Ji ber vê yekê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne daxwazeke siyasî tenê ye lê daxwazeke zanistî, pedagogîk û mafê mirovan e.
Her çend statû û qanûn girîng bin lê berpirsiyariya civakê jî hindik nîne. Parastina ziman ji malê dest pê dike. Dema dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, pirtûkên Kurdî bên xwendin, nivîsandin û huner bi Kurdî bi pêş ve biçin, ziman hêzdartir dibe. Heke civak zimanê xwe di jiyana rojane de bi kar bîne, ew ziman dikare metirsî û dijwarîyan derbas bike.
Îro roja duyemîn û dawî ya konferansê ye. Tê hêvîkirin ku nîqaş û gotûbêjên vê rojê bi encam û pêşniyarên pratîk bidawî bibin û rêxistek ji bo statû, perwerdehiya bi zimanê dayikê û pêşxistina hemû zaravayên Kurdî were diyarkirin. Ev konferans divê ne tenê wek bûyerek du-rojî were dîtin, belkî wek destpêkeke nû ji bo xebateke berdewam a akademîk, civakî û siyasî li ser mafên zimanê Kurdî.
Konferansa Amedê careke din nîşan dide ku ziman mijarek tenê ya akademîsyenan an saziyan nîne. Ew berpirsiyariya hemû kesên ku bi vî zimanî diaxivin e. Paşeroja zimanê Kurdî ne tenê bi biryarên siyasî, lê bi xebata mamoste, nivîskar, hunermend, dê û bav û her kesê ku bi Kurdî diaxive tê avakirin.
Parastina zimanê Kurdî di heman demê de parastina dîrok, bîranîn, çand û hebûna gelê kurd e. Ji ber vê yekê, her gavek ku ji bo statû, perwerdehî û pêşxistina zimanê Kurdî tê avêtin, gavek e ji bo parastina hebûna neteweyekê. Hêvî ew e ku deng û encamên vê konferansê ne tenê di koçk û salonan de bimînin, lê bibin beşek ji polîtîka ziman, perwerdehî û jiyana rojane ya civaka Kurdan.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



