Xwînerê Hêja;
Mêvana min î vê carê Balsam Karam û pirtûka wê ya duyem “The Singularity” ye. Min ev pirtûk cara pêşî du salan berê xwend. Wisa tê bîra min ku min ji hevaleke Kurd a Swedî re behsa koçberî, xerîbî û trawmayên piştî koçberiyê kiribû û gotibû “Sûrîn ez carna wisa hest dikim ku zimanekî, şêwazeke, rêyeke vegotina êşê tune!” Sûrînê wê çaxê behsa vê pirtûkê kiribû û gotibû; ji bo pakbûn û dîtina rêyên saxmayînê pêwistiya mirov bi cimaetekê, mirovên hevderd heye. Piştî vê axaftinê min pirtûka Balsam Karamê xwend.
Wê demê, xwendina vê pirtûkê wekî sohbeteke kûr a li ber agirê çirê bû. Lê piştî du salan, dema min hefteya borî pirtûk careke din hilda destê xwe, di serê min de ti bûyer, leheng an jî çîrok nemabû. Bi tenê bîrhatinên demeke gelekî zehmet û êş…
Balsam Karam 1983yan li rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê û wekî zarok, digel malbata xwe koçî Swedê kiriye. Li Swedê mezin bûye û xwendiye. Berhema wê ya nûxurî “Event Horizon” di 2018an de çap bû û Yekaneyî bi navê resen, bi Swedî “Singulariteten” jî di 2021ê de çap bû. Balsam Karam, pirtûkên xwe bi zimanê Swedî dinivîse, lewma min ev berhem, The Singularity bi zimanê İngilîzî, bi wergera Saskia Vogelê xwend.
Belê, Singularity yan jî Yekaneyî çi ye?
Yekaneyî têgiheke fizîkê ye. Çalereşekê bibîne ji bîra xwe. Li dewr û dora wê çalereşkê kêşaneke wisa xurt heye ku êdî rêgez û zagonên li ser kêşana demê, tevgerên made/bûjenê, rêgezên pergala fezayê bi kêrî tiştekî nayên. Yanê li wê derê hemû tiştên em nas dikin, em dizanin ku ew dê çawa bandor û bertekê bikin, dibin yek. Zanist ji vê yekê re dibêjin yekaneyî.
Balsam Karam, vê têgiha fizîkê bi awayekî gelekî serkeftî wekî metafor bi kar tîne da ku behsa wî cihî bike ku êş êdî naêşîne, jîn û mirin yek in. Li wê derê êdî ti wateya cudatiyên wekî neteweyî, zimanî, çandî, çînî û zayendî tune. Bobelateke mezin, êşeke kûr mirov ji hemû van taybetiyên qelp tazî dike û li meydanê bi tenê êş dimîne.
Dibe ku ji ber heman sedemê di romanê de navê bajaran, kesan, zimanan, welatan tune. Wekî çawa di wan rojên pêşîn ên pêvajoya şîngirtinê de mirov ji pişt perdeyeke gewr li cihanê temaşe dike, nikare navê hestan, bûyeran, kesan li wan bike, ev berhem bi wî awayî tê xwendin. Heke xwîner bêhna xwe teng bike, bixwaze ku bi lez û bez zanibe gelo li ku derê, çima, çi qewimiye, dê nikaribe azmûneke baş û hêsan a xwendinê bike. Ji bona min ev xwendina duyem, azmûneke gelekî balkêş bû, ji ber ku ez bi saya xwendina cara duyem, vegeriyam wî cihê ku ez du sal berê lê bûm; li wir rastî xweyeke berê hatim, ketim li pey şopa hestên xwe yên wê demê û min bandora wan rojan a li ser xweyê niha çavdêrî kir.
Di romanê de çîroka du dayikan tê vegotin.
Dayika yekem li bajarekî li qeraxa deryayê penaber e. Keça wê ya mezin winda bûye, kes nizane gelo çi hatiye serê wê. Dayik ji sibê heya êvarê li dora deryayê digere, navê keça xwe diqîre, ji mirovên li derdorê dipirse, wêneyê keça xwe nîşanî mirovan dide, pirsa keça xwe dike. Dayik hema her roj li wê derê ye, bi heman awayî digirî, dilore, navê keça xwe diqîre, wêneyê wê nîşan dide û bi wî awayî hebûna dayikê dibe parçeyekî kaosa bajêr û winda dibe. Dema ku hebûna wê êdî normalîze dibe ku ti bandorê nake, ew xwe davêje deryayê û dikûje. Ji ber ku xwekuştîn protestoya dawî ye li hemberî xemsariyê.
Dayika duyem pêgiran e. Ji ber civîneke kar hatiye wî bajarê dora deryayê. Ew dikeve temaşeya penaber û turîstan û dibe şahidê vê xwekuştina dayika yekem. Ev şahidbûn êşa van her du dayikan, bi awayekî tevlihev dike. Ew bêyî ku hevdu nas bikin, dibin parçeyekî êş û çiroka hevdu. Ji ber ku dayika duyem ne bi tenê şahîda xwekuştina dayika yekem e, her weha şahîda sedemên dîrokî û siyasî yên penaberiya wê, sedemên xwekuştina wê ye. Di êşa dêya yekem û ya penaberên şerpeze de zarokatiya xwe û penaberiya dê û bavên xwe dibîne. Wisa hest dike ku zaroka di zikê wê de naxwaze were vê cîhanê. Zarok di zikê wê de dimire.
Êşa her du dayikan tevlihev dibe. Penaberiya wan dibe yek. Sînorên navbera dema berê û dema niha, jîn û mirin, hebûn û tunebûn şêlû dibin.
Min heya niha derheqa trawmayê de gelek pirtûkên baş xwendine ku rave dikin gelo şer, penaberî, mirin li ser mirov çawa bandorê dikin. Lê ev pirtûk hewl nade ku trawmayê rave bike û behsa rê û rêbazên pakbûnê bike. Berevajî vê yekê, nivîskar dizane ku trawma ne tiştekî wisa ye ku kesê birîndar êşa xwe ji bîr bike, pak bibe û biçe. Nivîskar baş dizane ku trawma nayê li serê kesê birîndar, di hindurê birîndar de diqewime. Trawma mirov diguherîne, wî/wê dixe kesekî din. Ji ber vê yekê, ti pakbûna ku kesê birîndar xwe ji birîna xwe bişo, wê li pey xwe bihêle û wekî berê berdevam bike tune. Kesê birîndar neçar e ku “xwe”yê piştî bobelatê ji nû ve nas bike, wî qebul bike da ku rêyên jiyînê peyda bike.
Balsam Karam hewl nade ku ti rêbaz an jî çareyan bide destê xwîner, lê ew ji destê xwîner digire û wî dibe wê derê, wî cihê ku mirovê penaber war û welatê xwe winda dike, zarok li serê rêyan perîşan dibin, dê û bav li bajarên biyanî mîna siyên birçî dilikijin. Li wê derê, cihêrengiyên neteweyî, çînî, zimanî, zayendî êdî bandorê nakin, bi tenê êş heye ku her mirovekî xwedî can û cesed wê êşê hest bike. Li wê derê yekaneyî pêk tê.
Çawa ku jîyana penaberan wekî çîrokeke yekpare nayê gotin, ji ber ku her guherîna mezin a ji nişkê ve birekê dide hemû tiştên heya niha û ji “penaberiyê pê ve”yê dide destpêkirin, Balsam Karamê jî pirtûka xwe wisa nivîsandiye. Em ji jiyana her du lehengan fragmantan dibînin, ji ber ku çîrokeke wan a yekpare tune.
Vegotina pirtûkê poetîk e. Gotin carna ducare, sêcare, çarcare dibe mîna dia an jî lorîkekê tên lorandin. Carna navbiriyek di dema niha de çê dibe û em xwe dîsa berê, li salên zarokatiyê dibînin.
Ez dema pirtûkên nivîskarên Kurd dixwînim, bibe nebe xeyal dikim gelo ev gotin dê bi Kurdî çawa bihatana gotin? Gelo Kurdistaneke serbixwe hebûya û van nivîskaran perwerde bi zimanê xwe bidîta, li zankoyên Kurdistanê mezûn bibûna, berhemên xwe bi Kurdî binivîsanda me yê niha behsa wêjeyeka Kurdan a çawa bikira? Lewma jî, bi min wisa tê ku dema wergera Kurdî ya pirtûkeke nivîskarekî Kurd tê kirin, zarokekî winda yê Kurdistanê vedigere malê. Robîn Şahîn ev berhem wergerandiye û Pall Weşanê jî ew çap kiriye. Ji kerema xwe pirtûkê bikirin û bixwînin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
