Hejmarên darayî yên ku di peymana çaverêkirî ya di navbera Amerîka û Îranê de qala wan tê kirin, di nava 24 demjimêran de bi awayekî berçav guherîn.
Di heman demê de, cudahiya di navbera Washington û Tehranê ya li ser mijarên lihevkirinê mezintir bû.
Tiştê ku sibeha roja înê wekî nakokiyekê li ser 24 milyar dolar mal û milkên blokekirî dest pê kir, heta êvara heman rojê veguherî daxwazeke gelekî mezintir.
Hinek medyayên Îranî behsa pakêteke 300 milyar dolarî ya ji bo avadankirina Îranê dikir.
Vê yekê jî hişt ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bertekeke tund nîşan bide û wan îdiayan red bike.
300 milyar dolar ji bo avadankirinê
Belgeya ku medyaya nîvfermî ya Îranê, Ajansa Nûçeyan a Mehrê roja îniyê belav kir, hejmarek li xwe digirt ku ji 24 milyar dolarên berê gelekî zêdetir bû.
Li gorî deqa Ajansa Mehrê, ji bilî berdana 24 milyar dolaran di du qonaxan de, divê Amerîka û hevalbendên wê planeke avadankirinê bi bihayê herî kêm 300 milyar dolarî pêşkêşî Îranê bikin.
Her wiha divê hêzên Amerîkayê bi temamî ji Îran û derdora wê vekişin.
Belge daxwaza rawestandina cezayên li ser hinartina petrol û petrokîmyayê yên Îranê dike.
Di heman demê de, daxwaz dike ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê ku ji 13ê Nîsanê ve hatiye danîn, bi temamî were rakirin.
Di berdêla vê yekê de jî, dê Îran di nava 30 rojî de Tengava Hurmizê veke lê li gorî wan mercên ku Tehran bi xwe wan diyar dike.
Bersiva Trump
Berteka Donald Trump bilez, nedîtî û tund bû.
Trump di posteke xwe ya li ser tora civakî Truth Socialê de nivîsî: “Ew mercên ku Îranê derzandine nav medyaya sexte, ti pêwendiya wan bi wan mercan re nîne ku bi nivîskî li ser wan hatiye lihevkirin.”
Serokê Amerîkayê her wiha dibêje, “Ew ne ew kes in ku tu karibî bi niyetpakî dan û standinan bi wan re bikî” û wî ji bo wan peyva “nemêr” bi kar anî.
Serokê Amerîkayê ev mijar rasterast bi bûyereke ewlehiyê ve girê da û got, “Êrişa dronî ya Îranê ya li keştiyên Hindistanê ku bi temamî hatin têkbirin, bi ti awayî nayê qebûlkirin.”
Ev yek di awaza axaftinên Donald Trump de guherîneke tund e.
Çimkî wî roja pêncşemê li Koşka Spî ragihandibû ku ew gihîştine peymaneke mezin da ku dawî li şerê li gel Îranê bînin.
J.D. Vance: Îranî ti pere wernagirin
Alîkarê Trump J.D. Vance, hewl da ku dawî li hemû bangeşeyên darayî bîne.
Her du hejmarên 24 milyar û 300 milyar dolarî bi temamî ji aliyê Vance ve hatin redkirin.
Vance li ser tora civakî ya Xê nivîsî, “Ez derbarê peymana ji bo vekirina tengavê û bidawîanîna bernameya atomê ya Îranê de gelek zanyariyên sexte dibînim.”
Alîkarê Serokê Amerîkayê tekez dike û dibêje: “Îranî ti pereyê neqd wernagirin û tenê ji ber beşdarbûna di civînekê de yan jî îmzekirina peymanê, ti pere ji bo wan nayê berdan.”
Berteka Kongreyê
Gotegotên li ser pakêta 300 milyar dolarî ji aliyê rojnameya New York Timesê ve jî hatin belavkirin.
Di nûçeyê de hatibû diyarkirin ku peyman "fona veberhênana avadankirinê ya bi bihayê 300 milyar dolarî ji bo Îranê" li xwe digire.
Vê yekê jî berteka bilez a Senator Lindsey Graham li pey xwe anî.
Graham dibêje, ev yek dê wekî wê yekê be ku "Plana Marshallê ji bo Almanyayê were bicihanîn di demekê de ku Nazî hîn jî li ser desthilatê bin."
Graham tekez dike ku her fona avadankirinê ku sûdê bigihîne Îranê, ne ramaneke baş e.
Ji sedî 75ê peymanê çêbûye
Tevî van cudahiyên mezin jî, berpirsên Amerîkayê tekez dikin ku ew gelekî nêzîkî peymanê ne.
Berpirsekî Amerîkayî ji televîzyona NewsNationê re ragihandiye ku her du alî ji sedî 75ê rêya gihîştina peymanê birîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Erakçî, bi awayekî aramtir ji Trump nivîsî ku "memorandum ti carî mîna niha nêzîkî çareseriyê nebûye" û bangî medyayê kir ku xwe ji texmînan biparêzin.
Heta Donald Trump jî di hesabê xwe yê Truth Socialê de posta Erakçî belav kir.
Rola Pakistanê û redkirina Îmaratê
Li aliyekî din Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîfê ku welatê wî wekî navbeynkar rol dilîze, ragihand ku ji bo têkdana peymanê bangeşeyeke bênavber a zanyariyên çewtker heye.
Şerîf dibêje ku li ser deqeke dawî lihevhatin hatiye kirin.
Heta niha ti berpirsên Amerîkayî piştrast nekiriye ku 24 an jî 300 milyar dolar dê ji bo Îranê werin berdan an jî bikevin ber destê wê.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi tundî red kir ku ew dê di navbera 3 heta 20 milyar dolarî de ji bo Îranê berdin.
Îmaratê ew nûçe wekî "raporên xelet û bêbingeh" bi nav kir.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
.webp&w=3840&q=75)


