Dema ku gotinên karsazê Tirk Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd vê dawiyê bûn sedema nîqaşên giştî, di nihêrîna pêşîn de wisa xuya dikir ku ev tenê gotinek e. Lê belê tundiya bertekan tiştekî kûrtir nîşan da.
Nîqaşên giştî yên bi vî rengî kêm caran li ser gotineke tenê ne. Berovajî vê, ew qatên bîrê, pêşdaraziyên mîrasmayî û hiyerarşiyên civakî derdixin holê ku dîroka wan ji kesê ku wan tîne zimên gelekî kevntir e.
Tiştê ku di van kêliyan de derdikeve holê ne tenê nêrîneke kesane ye. Ew berdewamiya wan vegotinan e ku bi nifşan têkiliyên di navbera Kurdan û civakên derdora wan de şekil girtine.
Li Rojhilata Navîn pêgeha Kurdan
Zêdetirî sedsalekê ye Kurd di xeyalên siyasî yên Rojhilata Navîn de xwedî pêgeheke taybet in. Ew li herêmê neteweya herî mezin a bêdewlet in.
Ew ne tenê rastî êrişên leşkerî, koçberiya bi darê zorê, çewisandina siyasî û cudakariya çandî hatine. Di heman demê de ji aliyê kesên din ve tim û daîm hatine pênasekirin.
Ziman, dîrok û nasnameya wan gelek caran bi rêya vegotinên cuda hatine şîrovekirin. Di van vegotinan de Kurdbûn ne wekî hebûneke rewa lê wekî dûrketina ji projeyên neteweyî yên serdest hat nîşandan.
Ji ber vê yekê, serpêhatiya Kurdan ne tenê çîrokeke siyasî ye. Di heman demê de çîroka pêşdarazî, nîjadperestî, desthilat, bîr û paşeroja ramanan e.
Avabûna netewe-dewletan û nasnameya Kurdî
Piştî rûxîna Împaratoriya Osmaniyan, avabûna netewe-dewletên nûjen, Pirsgirêka Kurdan veguherand yek ji pirsgirêkên sereke yên çaresernebûyî yên sedsala 20an li Rojhilata Navîn.
Tevgerên neteweyî yên Tirk, Ereb û Farisan xwestin vegotinên yekîtî, serwerî û berdewamiya dîrokî ava bikin. Lê hebûna nifûseke mezin a Kurdan ev daxwazên wan tevlîhev kirin.
Nasnameyên neteweyî kêm caran tenê bi rêya tevlîkirinê tên avakirin. Ew gelek caran xwe bi diyarkirina kesên li derveyî civaka xeyalkirî pênase dikin.
Xêza ku "em" û "wan" ji hev vediqetîne dibe ku xwezayî xuya bike lê ew bi piranî berhema xebateke siyasî û çandî ye.
Mînaka Kurdan vê pêvajoyê bi rengekî gelekî zelal nîşan dide. Li Tirkiyeyê, nifş di bin xeyaleke fermî de mezin bûn ku Kurd tenê "Tirkên Çiyayî" ne.
Ev navek bû ku ne ji bo vegotina rastiyê, ji bo tunekirina wê hatibû amadekirin. Nasnameya Kurdî hat înkarkirin, zimanê Kurdî hat sînordarkirin û dîroka Kurdan ji bîra giştî hat dûrxistin.
Rewşên bi vî rengî li cihên din jî derketin holê. Li Îraqê, kampanyayên Erebkirinê hewl dan ku rastiyên demografîk li ser navê yekîtiya neteweyî ji nû ve ava bikin.
Li Sûriyeyê, bi sed hezaran Kurd ji mafê welatîbûnê hatin bêparkirin. Bi vê yekê gelê resen ê wê xakê di nav welatê xwe de bû biyanî.
Li Îranê, daxwazên Kurdan gelek caran li şûna ku wekî îradeyeke siyasî werin dîtin, wekî gefa li ser yekparçeyiya axê hatin nîşandan.
Her çend ev polîtîka di şiklê xwe de ji hev cuda bin jî, hişekî wan ê hevpar hebû: Hebûna Kurdan li şûna ku wekî rastiyeke dîrokî were qebûlkirin, wekî pirsgirêkekê hat dîtin ku divê were birêvebirin.
Hişê serdestiyê û pêşdarazî
Lê belê, serdestiya siyasî ji tedbîrên îdarî yan jî hêza leşkerî zêdetir tiştan dixwaze. Pêdiviya wê bi rewayiyê jî heye.
Pergalên desthilatê yên mayînde girêdayî wan vegotinan in ku vedibêjin çima hinek kom desthilatdar in û hinek jî bindest in.
Bi derbasbûna demê re, Kurd gelek caran li şûna mirovên nûjen wekî eşîrî, li şûna maqûl wekî hestyar, li şûna pêşverû wekî paşverû hatin nîşandan.
Her wiha wisa hatin nîşandan ku nikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Li deverên cuda yên herêmê, bi şablonan ew wekî nezan, nebajarî yan jî ji aliyê civakî ve paşvemayî hatin nîşandan.
Li hinek cihan, folklor û efsaneyên gelêrî hêj pêşdetir çûn. Wan Kurd wekî mirovên kêm, nepaqij yan jî li gorî civakên derdorê wekî mirovên kêmînsan nîşan dan.
Dibe ku îro çîrokên wiha pûç xuya bikin lê wan fonksiyonek siyasî ya girîng bi cih anî. Wan newekhevî veguherand ramaneke asayî û rojane.
Zanyarê wêjeyê Edward Said, di analîza xwe ya li ser Rojhilatnasiyê de qala pêvajoyeke bi vî rengî dike. Civakên serdest gelek caran wêneyên komên paşguhkirî ava dikin.
Ev wêne ji xelkê ku tê teswîrkirin bêhtir, tirs û xeyalên kesên ku teswîrê dikin derdixin holê. Yê "Din" dibe neynikek ku civakek xwe pê pênase dike.
Di vê wateyê de, pêşdaraziya li hemberî Kurdan ti carî tenê li ser Kurdan nebû. Di heman demê de li ser wê yekê bû bê ma netewe-dewletên nû çawa xwe xeyal dikin. "Yê din" ê Kurd bû beşek ji wê neynikê ku çend dewletan nasnameya xwe pê fêm kir.
Veguherîna nîjadperestiyê û naskirin
Ev ew xal e ku pêşdarazî ber bi nîjadperestiyê ve diçe. Nîjadperestiya hevdem kêm caran xwe bi rêya teoriyên biyolojîk ên serdestiyê nîşan dide. Ew bi piranî di ser çandê re kar dike.
Hinek kom ji cewherê xwe ve wekî kêmbajarî, kêmdemokratîk, nezan yan jî ji bo bipêşketinê kêmşiyan tên nîşandan. Cudahî vediguhere kêmasiyê. Ferheng û peyv diguherin lê hiyerarşî wekî xwe dimîne.
Civaknas Albert Memmi dît ku pergalên serdestiyê tam hewceyî vî mantiqî ne. Divê nifûsa bindest wekî neqediya an kêm were nîşandan, heke na, rewakirina serdestiyê dê zehmet bibe.
Bi heman awayî, fîlozof Achille Mbembe jî parastiye ku pergalên desthilatê yên nûjen gelek caran girêdayî wê yekê ne bê ma serpêhatiyên kê wekî mirovahiyeke temam tên qebûlkirin û yên kê li derveyî xema siyasî û exlaqî dimînin.
Gava ku mirov ji vê lenseyê ve lê dinêre, Pirsgirêka Kurdan ti carî tenê li ser ax, ziman yan jî serweriyê nebû. Ew di heman demê de têkoşîneke naskirinê bû. Kê desthilata pênasekirina gelekî heye? Kî biryarê dide bê ma zimanek rewa ye yan na? Kî diyar dike bê ma çandek li navenda dîrokê ye yan li qeraxên wê dimîne?
Fonksiyonên civakî yên pêşdaraziyê
Derûnnasê civakî yê Amerîkî Gordon Allport yek ji ravekên herî bibandor ên derbarê mayîndebûna van helwestan a di nav nifşan de pêşkêş kir. Wî di pirtûka xwe ya "Xwezaya Pêşdaraziyê" de parast ku pêşdarazî ne tenê encama nezaniyê ye.
Ew fonksiyonên civakî yên girîng bi cih tîne. Sînorên sembolîk di navbera koman de çêdike, di jîngehên tevlîhev de zelaliyê dide û bi xwezayîkirina hiyerarşiyên civakî alîkariya aramiya wan dike.
Nêrîna Allport alîkariya fêmkirina wê yekê dike ku çima helwestên li dijî Kurdan, heta dema ku şert û mercên siyasî hatin guhertin jî man û berdewam kirin. Pirsgirêk ti carî tenê li ser rastiyan nebû. Li ser nasnameyê bû.
Derûnnasekî din ê civakî yê bibandor, Muzafer Sherif, ji perspektîfeke cuda nêzîkî pirsgirêkê bû. Sherif, ku di dawiya Împaratoriya Osmaniyan de ji dayîk bû û piştre bû yek ji damezirînerên derûnnasiya civakî ya nûjen, nîşan da ku dema kom xwe wekî hevrik dibînin, dijminatî çi qasî bi lez dikare derkeve holê.
Ezmûna wî ya navdar "Şikevta Rêbiran" nîşan da ku komên ji rêzê jî dema bawer bikin statu, naskirin yan jî çavkanî di xetereyê de ne dikarin pêşdaraziyên xurt bi pêş bixin.
Tespîtên Sherif hîn jî bi têkiliyên etnîkî yên li Rojhilata Navîn ve gelekî girêdayî ne. Li vir pirsên desthilat, ewlehî û pabendbûnê gelek caran wekî têkoşînên ku tê de qezenca yekî zerera yê din e hatine diyarkirin.
Bêdengî û saxbûna nîjadperestiyê
Di çîroka Sherif de îroniyeke balkêş heye. Yek ji zanyarên herî girîng ên cîhanê yên di warê nakokiyên nav koman de, ji nav Tirkiyeyê bixwe derket. Lê bi dehan salan, nîqaşên rexneyî yên li ser etnîsîte, mafên kêmîneyan û rehên civakî yên pêşdaraziyê di jiyana giştî ya Tirkiyeyê de cîhekî nerehet girt.
Xebatên Sherif di qada navneteweyî de hatin nasîn, lê nêrînên wî kêm caran bûn beşek ji nîqaşên giştî yên li ser wan mekanîzmayên ku pêşdarazî û nîjadperestiyê hildiberînin.
Nifş ji derûnnasiya civakî ya dûrxistinê bêhtir li ser yekîtiya neteweyî fêr bûn. Nîjadperestî ne tenê bi rêya tiştên ku civak fêr dikin dijî. Ew bi rêya tiştên ku hildibijêrin fêr nekin jî dijî.
Dema ku nîqaşên li ser kêmîne, cudakarî û bêdadiya dîrokî di perwerdeya giştî de tine bin, pêşdaraziyên mîrasmayî bi piranî bêyî pirskirin didomin. Êdî hewce nake ku pêşdarazî bi propagandaya berdewam bê kirin.
Ew xwe di nav bêdengiyê de ji nû ve diafirîne. Tespîta sereke ya Sherif ew bû ku dijminatiya di navbera koman de ne xwezayî ye û ne jî neçarî ye. Ew di bin şert û mercên taybet ên civakî de derdikeve holê.
Lê belê, gava ku civak ji vekolîna li ser van şertan têne dûrxistin, pêşdaraziyên kevnar di bin navê kevneşopî, aqilê selîm yan jî bîra neteweyî de sax dimînin.
Trajedî ew e ku pêvajoyên wiha kêm caran li derve dimînin. Bi derbasbûna demê re, ew dest pê dikin hişmendiya kesên ku wan dijîn jî şekil dikin. Ev yek ji dîtinên sereke yên Frantz Fanon bû.
Fanon di nivîsên xwe yên li ser mêtingehkariyê de encamên derûnî yên serdestiyê vekolabûn. Fanon digot ku desthilat wê demê herî bibandor dibe ku ew kategoriyên ji aliyê hêzdaran ve hatine afirandin, ji aliyê bêhêzan ve werin qebûlkirin û pejirandin.
Mirov dest pê dikin ku xwe bi çavên kesên ku wan pênase dikin dibînin. Paulo Freire piştre qala pêvajoyeke wiha kir û diyar kir ku zilmdarî wê demê digihîje forma xwe ya herî kûr dema ku cîhanbîniya zalim bibe beşek ji hişmendiya mezlûm.
Dînamîkên navxweyî yên Kurdan û cudahî
Ji bo fêmkirina dîroka Kurdan kêm çavdêrî ji vê rasttir in. Civaka Kurd qet homojen nebûye. Zaravayên cuda, herêm, kevneşopiyên olî, pêkhateyên eşîrî û çandên siyasî bi sedsalan jiyana Kurdan şekil kirine.
Sunî, Elewî, Şîe, Êzidî, civakên Kakeyî, Xirîstiyan, tevgerên laîk û gelek nasnameyên xwecihî, hemûyan tevkariya xwe li dewlemendî û cihêrengiya civaka Kurdî kiriye. Cihêrengî bi xwe qet pirsgirêk nebû. Pirsgirêk wê demê derket holê ku cihêrengî bû hiyerarşî.
Ji ber ku Kurd di navbera çend dewletan de hatibûn dabeşkirin û saziyên wan ên hevpar ên siyasî hatibûn qedexekirin, formên biçûk ên girêdanê gelek caran ji nasnameyên berfireh ên kolektîf girîngtir bûn.
Malbat, eşîr, herêm, ol û alîgiriya siyasî gelek caran ji projeyeke hevpar a neteweyî giraniyek hestyarî ya zêdetir hildigirtin.
Di heman demê de, ev cudahî bi awayekî berdewam ji aliyê hikûmetan ve dihatin manîpulekirin. Desthilatdarên Osmanî û piştre hikûmetên li pey hev ên li Tirkiyeyê, Îraqê, Îranê û Sûriyeyê, gelek caran pişta xwe didan guhertoyên stratejiyeke kevnar: Parçe bike û bi rê ve bibe.
Hinek elît tevlî pêkhateyên dewletê hatin kirin û hinekên din jî hatin dûrxistin. Hinek civakan îmtiyaz wergirtin û hinekên din hatin paşguhkirin. Parçebûna siyasî gelek caran ji yekîtiyê çêtir xizmeta berjewendiyên dewletê kir.
Encamên vê yekê ji siyasetê gelekî wêdetir çûn. Di nava nifşan de, di nav civaka Kurdî bi xwe de gumanên hevbeş derketin holê. Kêmîneyên olî carinan bi bêbaweriyê hatin dîtin. Nasnameyên herêmî bi pêşdaraziyan ve hatin girêdan.
Dijberên siyasî carinan ne tenê wekî hevrik lê wekî xayîn hatin dîtin. Gazin û êşên dîrokî kom bûn û di nav nifşan de hatin veguhastin.
Serpêhatiya dûrxistinê yekser bi xwe re hevgirtin neanî. Di hinek rewşan de, wê formên nû yên reqabetê û hiyerarşiyê afirandin. Derûnnasê civakî yê Brîtanî Henri Tajfel alîkariya fêmkirina sedema vê dike.
Teoriya wî ya Nasnameya Civakî nîşan da ku ji bo afirandina sînorên koman, pêdiviya mirovan bi tiştên gelekî kêm heye. Dema ku ev sînor çêbûn, gelek caran dilsozî û dûrxistin li pey tên.
Mirov li aîdiyetê, naskirinê û nasnameyên erênî digerin. Yek ji rêyên herî hêsan ji bo xurtkirina statuya komekê ew e ku mirov wê bi rengekî erênî li gel komeke din bide ber hev.
Paradoks ew e ku ew civakên rastî cudakariyê hatine, dibe ku bi xwe dest pê bikin û heman formên dûrxistinê ji nû ve biafirînin. Hiyerarşî winda nabe. Tenê arasteya xwe diguhere.
Bîra dîrokî û travmaya kolektîf
Tiştê ku nîjadperestî û pêşdaraziyê wiha mayînde dike bi rastî ev e. Bandorên wan ên herî xurt her tim di qanûn yan jî saziyan de xuya nakin. Ew di nav têgihiştinên rojane yên rastiyê de cih digirin.
Pierre Bourdieu ev fenomen wekî "tundiya sembolîk" pênase kir. Desthilat wê demê herî bibandor dibe ku êdî ne hewceyî zorê ye ji ber ku pêşdaraziyên wê wekî tiştên asayî hatine qebûlkirin.
Hiyerarşî ne ji ber ku bi berdewamî tên parastin sax dimînin, lê ji ber ku êdî wekî hiyerarşiyê xuya nakin.
Serpêhatiya Kurdan rûyeke din ê vê çîrokê jî derdixe holê: Rola travmaya kolektîf. Sedsala 20an şopên kûr li ser civakên Kurd hiştin.
Komkujiyên li Dêrsimê, proseya Enfalê, êrişa kîmyayî ya li ser Helebceyê, komkujiya li dijî Êzidiyên Şingalê û pêlên ducare yên zextan ên li Tirkiyeyê, Îraqê, Îranê û Sûriyeyê bîra kolektîf bi awayekî mayînde şekil kir.
Travma kêm caran bi kesên ku rasterast wê dijîn bi dawî dibe. Çîrokên tundûtûjî, koçberî, îxanet û rizgariyê di nava nifşan de tên veguhastin.
Ew dibin sedema berxwedan û hevgirtinê, lê di heman demê de dikarin tirs û bêbaweriyê jî biparêzin. Bîr dibe hem çavkaniya hêzê û hem jî çavkaniya lawaziyê.
Derbaskirina hiyerarşiya mîrasmayî
Di serdema dîjîtal de, ev dînamîk hêj tevlîhevtir bûne. Xortekî Kurd ê li Berlîn, Stockholm, London an jî Stuttgartê dikare pêşhatên li Amed, Hewlêr, Mehabad yan jî Qamişloyê di heman kêliyê de bişopîne.
Êş û birînên dîrokî êdî tenê di bîra xwecihî de namînin. Ew bi berdewamî tên nîqaşkirin û li derveyî sînoran ji aliyê hestyarî ve ji nû ve tên jiyîn. Paşeroj ne tenê tê bîranîn; ew ducare tê jiyîn.
Dibe ku ev alîkariya fêmkirina wê yekê bike bê çima Pirsgirêka Kurdan ew qasî li hemberî çareseriyên siyasî asê maye. Dikare li ser sînoran dan û standin were kirin.
Hikûmet dikarin biguherin. Destûr dikarin ji nû ve werin nivîsandin. Lê belê guhertina wan çîrokên ku civak li ser xwe vedibêjin gelekî zehmettir e.
Zêdetirî sedsalekê ye, Kurd ne tenê bi encamên dûrxistina siyasî re jiyane, di heman demê de bi encamên xeyalkirina ji aliyê kesên din ve jî jiyane.
Ji ber vê yekê, dibe ku îro astengiya herî kûr ne sînor be, ne jî destûr be. Dibe ku dijwariya sereke guhertina hiyerarşiyên mîrasmayî bi têgihiştineke cuda ya aidiyetê be.
Her civak rojekê rûbirûyî heman pirsê dibe. Gelo nasname bi rêya dûrxistinê xurtir dibin yan jî dema ku êdî hewcedariya wan bi dijminekî nemîne bihêztir dibin?
Serpêhatiya Kurdan bersiveke hêsan nade. Lê belê ew tiştekî bingehîn li ser cewherê pêşdarazî û nîjadperestiyê eşkere dike.
Metirsiya wan a herî mezin ne tenê ew e ku cudakariyê li dijî mirovan dikin. Xetereya wan a herî mezin ew e ku rojekê asayî xuya dikin.
Di vê xalê de, newekhevî bêyî hewcedariya rewakirineke berdewam, xwe ji nû ve diafirîne û hiyerarşiyên mîrasmayî dibin beşek ji dîmena civakî.
Ji ber vê yekê, rizgariya herî kûr ne tenê rizgariyeke siyasî ye. Ew wê demê dest pê dike ku kes û civak li şûna ku ji aliyê kesên din ve werin pênasekirin, desthilata pênasekirina xwe bi xwe bi dest dixin.
Tenê di wê demê de gelek dikare wan kategoriyên ku li ser hatine ferzkirin derbas bike û xeyala paşerojeke wiha bike ku êdî di bin sîya dirêj a pêşdaraziya mîrasmayî de nemîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)