Piştî sala 1991ê, ango piştî serhildana şîeyan li başûr û kurdan li bakurê Iraqê, amerîkiyan di çarçoveya projeyekê ji bo hilweşandina rejîma Beisê de, bi awayekî zêde li ser komkirina aliyên opozisyona Iraqê û neyarên rejîma Beisê kar kir.
Piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên di 2003 de jî, ev partiyên opozisyonê bûne elîteke siyasî ya xurt û hefsarê desthilatdariya Iraqê ket destê wan. Di rastiyê de, roleke sereke ya amerîkiyan di çêkirina wê elîta siyasî de hebû ku beşeka wan a herî zêde partiyên olî û mezhebî bûn.
Vêga piştî nêzîkî 20 salan heman Amerîka û Brîtanya û hevpeymanên wan jî gihîştine baweriyekê ku ew elîta siyasî ya klasîk kelema sereke ye li pêşber her guhertin û rewşeke siyasî li Iraqê û çiqasî zûtir werin guherandin çêtir e.
Hewldana yekem a amerîkiyan lawazkirin û rûreşkirina wê elîtê bi rêya kolan û nerazîtiya xelkê bû, xasma kolana şîî. Çunke nerazîbûna suniyan diket qalibekê din ku carinan xizmeta elîta siyasî ya klasîk, ango wekîlên Îranê, dikir.
Lewra amerîkiyan bi dizî piştgiriya nerazîbûnên cotmeha 2019ê kir ku di rastiyê de ji amerîkiyan re hem derfet û hem hêvî bûn ku bibin sedema qonaxeke nû ya desthilata Iraqê û dawî li desthilata elîta klasîk bînin.
Nerazîbûnên cotmehê destpêka qonaxeke nû di proseya siyasî ya Iraqê de bûn, xasma di tertûbelavkirina rewatiya elîta siyasî ya texlîdî de; ango elîta desthilatdar a partiyên îslamî yên nêzîkî Îranê ku piştî sala 2003 bi hevkariya amerîkiyan derfeta hatina ser desthilatê ji wan re peyda bû.
Yek ji peyamên herî sereke yên xwepêşandanên cotmehê dijatîkirina hegemoniya Îranê li Iraqê bû, ku dawiya dawîn gihişte şewitandina konsulgeriya Îranê li Necefê. Nerazîbûnên cotmehê di heyama kêmtirî du mehan de, hikûmeta Adil Ebdilmehdî bêgav kir dest ji kar bikşîne.
Pêngava ewil a qelskirina elîta siyasî ya klasîk bi başî hat avêtin û hêviyek da kolana iraqî û amerîkiyan ku dê elîta klasîk di hilbijartinan de rastî şikestineke bibandor were û elîteke nû dewsa wê bigire.
Piştî nerazîbûnên cotmehê, Iraq sal bi sal di qonaxa jidestdana rewatiya desthilatê de derbas dibe. Li gor rapirsiyekê li Iraqê ku bihara 2021ê hat kirin, tenê bi baweriya ji %14ê suniyan, ji %11ê şîeyan û ji %31ê kurdan dikarin bi rêya hilbijartinê bandorê li ser biryarên siyasî pêk bînin.
Ev nîşaneke metirsîdar e li ser hilweşîna baweriyê bi proseya siyasî li tevahiya Iraqê. Piştî sala 2003, ev cara pêşî ye ku bêhêvîtiya xelkê, nemaze ya şîî û kurdan digihe vê astê; ango fikirîna li pêkanîna guhertina siyasî bi rêya şideta siyasî û avêtina ser sazî û dezgehên hikûmetê ku me çend caran li Iraq û Herêma Kurdistanê dît.
Hilbijartinên pêşdem ên cotmeha 2021ê jî rengvedana wê rewşa nû bûn ku alîgirên Îranê û elîta klasîk statûya xwe ya berê ji dest dan. Her li ser vê bingehê jî wek bersivdanekê ji bo nerazîbûnên cotmehê, Muqteda Sedr ev rewşa nû wek derfet dît û hewl da hilberîna siyasî di vê qonaxê de bike.
Destpêka vê hewldanê jî ji guherandina şêwaza desthilatdariyê û avakirina hikûmetekê li ser bingeha piraniya serkeftiyên hilbijartinan pêk dihat, lê bi raçavkirina her sê pêkhateyên sereke yên Iraqê, ango şîî, sunî û kurd.
Lê grubên siyasî yên nêzîkî Îranê, karibûn pêşî li wan hewldanên Muqteda Sedr bigirin ku dawî li elîta siyasî ya kevin û nexasim aliyên siyasî yên nêzîkî Îranê bîne, heta dawiya dawî Sedr gihişte bêhêvîtiyeke herî zêde û biryar da ji parlamento û proseya pêkanîna hikûmetê vekişe.
Bawerî ne tenê bi hikûmetê, lê her wisa bi tevahiya elîta siyasî li Iraqê di asteke herî nizm de ye. Tişta ku di vê rapirsiyê de balkêş e, ji bo cara yekem herî kêm baweriya şîeyan bi elîta wan ya siyasî ya niha heye ku ji %39 e; ne tenê wiha, lê belê metirsîya wan ji hilbijartinê bi xwe û piştî hilbijartinê jî heye; heta wê asta ji çar kesên şîe, sê kes di wê baweriyê de ne ku hilbijartina vê carê dê kêşe û pirsgirêkên emnî û siyasî li navçeyên wan çêdike.
Bi piştgirêdana bi çend rapirsiyên bawerpê ku dezgeha Galupê îsal çêkir, "elîta siyasî-olî" ku heta niha jî di proseya siyasî de herî bihêz e, roj bi roj statûya wê ya siyasî û olî di nizmbûnê de ye; bi awayekî ku tenê ji %38ê şêniyên Iraqê baweriya wan bi saziyên olî maye. Niha ji sedî 90ê iraqiyan dixwazin ew forma siyasî ku di sala 2003an de Iraq li ser hate avakirin, nemîne.
Li vê gorê, pêkan e ku belavbûna tomarên dengî yên vê dawiyê yên Malikî û serkirdeyên siyasî yên din jî ku di rê de ne, wek xwediyê belavokan (Elî Fazil) got, yê çend serkirdeyên siyasî yên din jî hene ku dê van nêzîkan biweşin, hewldanek be ji bo guherandina elîta siyasî ya piştî 2003, her wiha lêdan be li kesayetên siyasî û statûya wan a cemawerî.
Elî Fazil ku serokê rêxistina amerîkî-iraqî ji bo dijatiya gendeliyê ye, di hevpeyvîna xwe de ligel tora erebî ya nûçeyan (anb) ku 53 xulek bû, pir tekezî li ser şikestina elîta siyasî ya niha dikir, zêdeyî 20 caran navê wan anî ser zimên (eltebeqe elsiyasiye - çîna siyasî) û got "Ez ê we wan wek berikên kişikê bixînim" û divê hûn herin, her wiha tekezî li ser rola xerab a welatên cînar jî kir, ku di rastiyê de merema wî Îran bû.
Elî Fazil ku li Amerîkayê rûdine, bidestxistin û tomarkirina gotûbêjên nehênî yên van serkirdeyan ne tiştekê wiha hêsan e ger destê alîyekê bihêz ê navdewletî li pişt nebe, xasma ku xwediyê belavokan (Elî Fazil) got, destê wan gihaştiye zanyariyên hemû telefonên serkirdyên siyasî yên Iraqê.
Ev ji bilî ku li vir û wir qala planeke navdewletî jî tê kirin ku Amerîka û Brîtanya û welatên kendavê li pişt in ji bo guherandina vê elîta siyasî bi darê zorê û danîna elîteke din li şûna wê. Lê wer dixuye ev gotin ji zanyariyan bêhtir şirove bin. Jixwe heke zanyarî bin jî, dibe ku zanyariyên bi qestî bin (misinformation - agahiyên çewt) ji bo çêkirina guvaşê yan meremeke din.
Lê ev tiştekê ji wê şirovekirinê naguhere ku meylek heye ji bo guhertina vê elîta siyasî ya piştî 2003 ku destê xwe danî ser tevahiya proseya siyasî û bi hilbijartinan jî ne pêkan e were rakirin û guherandin. Lewma mimkin e belavbûna gotûbêj û karên nelayiq ên vê elîtê û bazarên gendeliyê û…hwd, destpêka wê hewldanê be ku Amerîka û hevpeymanên wê li Iraqê ji bo guherandina elîta siyasî ya piştî 2003 dikin.
Ev hewldan di heman demê de piştasê ye bi piştevaniya cemawer û kolana iraqî û hindek aliyên siyasî yên nav proseya siyasî. Ev jî bê guman pêngavên vê hewldanê hêsantir û lezgîntir dike.



