Sȋnor dȇ tenȇ rojekȇ vebe…
Bi sedan turimbȇl ȗ mirov rȇz li benda derbasbȗnȇ bȗn…
Dem giran bȗ… herkesȋ dixwest li pȇşiya rȇzȇ be.
- Ka hȗn vȇ keçikȇ bi xwe re ranakin?
+ Ma bi tenȇ ye?!
- Erȇ… bȗke…
+ Bȋnin…
Keçik anȋn pȇ re dayik ȗ sȇ xuşik hatibȗn. Av li pȇş pȋyȇ wȇ rijandin…rondik barandin…hȇstiran ew şil kiribȗn..
Dayik digirȋ, xuşik digirȋn, bȗk digirȋ…
Min got ez xalȇ wȇ me, mereqa nexwin, dȇ bi silametȋ bighȋnim birayȇ wȇ li alȋ sȋnor yȇ din.
Her keçik digirȋ…
+ Çima tu digirȋ?! Ez dȇ te bighȋnim birayȇ te li wȋ alȋyȇ sȋnor, birayȇ te dȇ piştȋ çend rojan te derbasȋ Cizȋra Botan bike, tȇ zȗ bigihe destgirtȋyȇ xwe, hȗnȇ keyif ȗ şahȋyȇ bikin…navȇ te çiye? De ka me girȋ!
- Sȋnor dȇ bȇ girtin ez nema dayika xwe dibȋnim…navȇ min Gulistana.
Şev hat, ew hȋn digirȋ… stȇrik geş bȗn hȇ jȋ ew digirȋ…
Ez jȋ girȋm… Asman reş bȗ, tenȋ barȋ ew hȋn digirȋ…
Ez jȋ digirȋm. Qereçox digirȋ, BelȇBizin digirȋ. Şingal digirȋ. Bȇxȇr digirȋ. Cȗdȋ digirȋ… bȗ serma zarok digirȋn… pȋrejin digirȋn…
Xuda qey ev lehȋyȇn rondikan dȇ kengȋ van sînoran bînimîne û nerim bike? dȇ kengȋ rȗyȇ deselata reş bişȗ ȗ sipȋ bike?!
Azad Ehmed Elȋ



