Ji dersxaneyên Atînayê bigire heta Medresa Sor, li ser maseya fîlozofan, aliman û şairan pirsa ewilîn çi û çûyîna zeman e. Pir caran ji tavê, ji qumê, ji daran, ji reqeman û ji peyvan saet hatine çêkirin û mirov bi sedan salan e li wateya zeman digere. Lê çi balkêş e, mirovê ku erd û ezman dide hev, atomê perçe dike û zarokan çêdike, li ber herikîna zeman dîsa jî neçar e.
Bi mîlyonan hevok, lêkolîn, nakokî û ceribandin ji bo zeman tên kirin lê dîsa jî têgiha zeman bi tevahî nayê îzahkirin. Tenê bîra me dikeve dewrê û em bi sondajên hişê xwe vê têgihê hevkî piçûk dikin. Hûner, bawerî, xweza, zanist, entelektuelî û zarok çêkirin jî xizmeta vê helwesta me dikin. Zanist û teolojî îro li ser vê mijarê di nav şerekî bêsînor de ne.
Cîhana Rojava bi dîjîtalîzmê, ya Rojhilatê jî bi cîhadên mînor vê berhevdanê sor dikin. Lê li her du aliyan jî bextewarî û wateya demê binpê ye, pîroziya wi êdî metayek e. Materyalîzekirin ew qasî rewa ye ku êdî mijarên bi vî rengî nehewce yan jî wekî elamêtên paşverû tên dîtin. Belkî ji di cîhanê de yekem car e hemî civak wekhev û hevdem dirizên di vê mijarê de. Li her derê qedrê zeman û zanyariya li ser wî erzan dibe. Ev erzanîya bêserûber di nav civaka me de jî roj bi roj belav dibe.
Takekesîyeke sentetîk, bi xwe baweriyeke demborî û bêrêziya li dijî rabirdûyan û pêwendiyên dîjîtal her diçin zêde dibin. Valakirina nirxan û biyanîbûn êdî ne tenê lêpirsên felsefî ne, di heman demê de êdî rol û rûyên teze ne jî. Wek gotina Ehmed Hamdî Tanpinar: “Ez ne di nava zemên de me ne jî bi tevahî li derveyî.” Em jî ne di hundirê zeman de ne jî ne bi tevahî li derveyî wî ne. Lê dîsa jî serêşiya ji bo zeman hêzekê dide mirov. Car heye diyarîyek, sohbetek an jî hevokek vê meseleyê dide geşkirin.
Wek risteya Fatma Savciyê: “Nobedara dîroka şêlandî, ya li ser vê bîrgeha bêxwedî.” Ji bo xwendinên havînê min ji Enstîtuya Kurdî hin pirtûkên nivîskarên jin ên li Kurdistanê di qada edebiyatê de derketine pêş kirin. Heftê carekê nivîskareke dixwînim. Nivîskar hemî hevsalên min in û dixwazin li Kurdistanê deriyên nivîsê heta dawî vekin. Meraq dikim gelo me di eynî salan de li gund û qezayên Kurdistanê de jiyan çawa dîtîye. Çi bala me kişandiye. Di nav wê bahoza şerê serxwebûnê de guhên me li çi bûne, çavên me bi çi ketine. Tiştê ku qelem daye destê me, pirtûk daye bin çengê me û serê me daye ber paceyên heft welatan çi ye? Bîlîmetî û yarmetiya me ya bi nivîsê re çawa heyvan girtiye? Me welatê xwe û jiyana miletê xwe çawa hîs kiriye û çi jê girtiye. Hinek ji me çima di 17e saliya xwe de ketine hepsê û 33 salan lê mane, hinekan di 18e saliya xwe de qelem û tiving çawa li hev anîne û hinek jî çawa dîwal bi dîwal bi pey nanê xwe ketine.
Qasê ku dibînim nivîskarên jin qet çavên xwe ji Kurdistanê re negirtine û bîra xwe parastine. Dil û demên me li cîhanê belav bibin jî Greenwicha dilên me malên me ne. Me çawa bi hezaran şehîd, girtî, qazî, winda û berxwedêr derxistine û hîna jî nan û azadiya me çima di devê şêr de ye? Bi saya risteyên hevçaxên xwe bersîva van rewşan ji dibînim. Di lîsteya min de piştî Gulîzerê duyemîn nivîskar Fatma Savci ye. Berhemên wê Gulên Qasid û Bîrgeha Mê ne. Gulên Qasid helbest in. Lê van rojan bi zeman û bîrê re eleqedar im, lewma helbestan dihelim, careke din. Ji xwe Savci jî herî dawî li ser bîrê rawestiyaye û berhema xwe ya dawî jî di navbera pexşan û helbestê de nivîsiye.
Dîsa jî behna helbestê jê tê. Her wiha navê pirtûkê jî balkêş e: Bîrgeha Mê. Savciyê bîra jinan wekî çavkanî girtiye û dibêje: “Jinbûn rêwîtiyeke bi dûr ve ye ne jixwe.” Pexşanên nivîskarê di sê beşan de hatine parvekirin. “Bîra Zeman” bi hevoka “Ev çax deyndarê me ye, dê zeman baca xwe bide” dest pê dike û hestên edebî di navbera nivîskar û çîrokê de diçin û tên. Lê di “Bîrmenda Genim” de êdî Savci meselê mezin dike û dipirse: “Serwextên zemanê vê axê bi kû ve çûn?” Ev beş cihê herî xurt e. Eynî beş bi “Li wê dûrgehê” didome. Savci di vir de silavekê dide dengê zaroktiyê û derbasî “Sîmûrga Mê” dibe. Bi ya min Savci, li gorî helbestê di pexşanê de hêj serkeftî û aram dinivise û pênûsa wê ji rihet e.
Gava min pirtûka Savciyê qedand hiseke wiha li cem min peyda bû.
Bîr ji dîwaran zexmtir e û tenê bîra mirov dikare bi zeman re kapan biavêje.
Kapo jiyan çi ye?
Jiyan bîra zeman e!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)




